Şervanên HSD’ê ku ev 7 roj in li dijî hovîtî û dagirkeriya dewleta tirk “Berxwedana Rûmetê” didomînin, li Serêkaniyê bersivên tund didin dagirkeran
Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, “Berxwedana Rûmetê” ya şervanên QSD’ê di roja 7’an de didome.
Êrîşên dagirkeran herî zêde li ser bajarê Serêkaniyê çêdibin û berxwedan jî bi heman rengî berdewam e. Artêşa tirk a dagirker topbarana li ser bajarê Serêkaniyê didomîne. Dagirker bi balafir û topavêjinan êrîş dikin. Artêşa dagirker duh di saetên êvarê de tevahî bajêr topbaran kir.
Li hemberî êrîşan şervanên HSD’ê jî berxwedanek dijwar nîşan didin. Şer li eniya rojhilat û rojava bi dijwarî dewam dike. Hat ragihandin ku gelek çete hatine kuştin, lê hejmara wan nehat zelalkirin.