Şervanên HSD’ê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de şevê din li sê eniyên Serêkaniyê derbên giran li hêzên dagirker dan û gelemperiya êrîşan têk birin. Di heman demê de şervanan gundên Menacîr, Lelan, Amrî û Ehrezê ji çeteyan rizgar kirin
Berxwedana Rûmetê ya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li hemberî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê di roja 8’emîn de didome. Şervanên HSD’ê di serî de li Serêkaniyê, li eniyên Girê Spî, Kobanê û Minbicê derbên giran li hêzên dagirker didin.
Hêzên dagirker şevê din ji aliyên rojava, bakur û rojhilat ve bi tevlêbûna bi hezaran çete û leşkeran, tank, top, balafirên şer û keşfê êrîşeke dijwar li dijî Serêkaniyê pêk anîn. Li hemberî vê êrîşê jî şervanên HSD’ê berxwedaneke dîrokî nîşan dan û êrîş têk birin. Di şer û pevçûnên ku heta serê sibehê dom kirin de şervanan derbên giran li dagirkeran dan û gelek leşker û çete hatin kuştin. Li Serêkaniyê şer li eniyên rojava û rojhilat hê jî berdewam dike.
4 gund hatin rizgarkirin
Hat zanîn ku şervanan şevê din li gundên Menacîr, Lelan, Amrî û Ehrez ên di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de rêzeçalakî pêk anîn û gund ji dagirkeran paqij kirin. Şevê din komên çeteyan xwestin careke din bikevin gundê Alya yê Til Temirê. Lê li ser bersivên tund ên şervanan, dagirkeran derbên giran xwarin û reviyan.
Xwestin têkiliya Hesekê û Til Temirê qur bikin
Di heman demê de hêzên dagirker hewl dan ku pêwendiya Hesekê û navçeya Til Temirê qut bikin lê belê şervanên HSD’ê li wê derê jî bersiv dan hêzên dagirker. Şer heta serê sibehê dewam kir û derbên giran li çeteyan hatin xistin. Êrîşa çeteyan a li vê eniyê jî hate şikandin. HESEKÊ