Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Berxwedana xelkê Mexmûrê didome û krîzeke ciddî a tibî heye

Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 10’emîn de didome. Leşkerên Iraqê hewl dide bîra avê ya wargehê desteser bike û avê li ser wargehê qut bike. Her wiha bijîşkê Wargehê destnîşan kir ku krîza tibî gihaştiye asteke pir ciddî.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan dane. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

Xelkê wargehê 10 roj in şev û roj di nava berxwedanê dene, 10 roj in Leşkerên Iraqê bi israre û her roj hewl dide derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Tevî di hemû hevdîtinan de Iraqê soz da ku ewê dora wargehê têl nekin, lê her roja diçe isrartir dibin.

Bi taybet leşkerên Iraqê dixwazin ava wargehê qut bikin, ji bo vê doh jî hewl dan dora bîra avê ya wargehê bigrin û desteser bikin. Carek din şêniyên wargehê li ber vê rawestiyan û nehiştin ava wan were qutkirin. Leşkerên Iraqê bi taybet berê xwe dide bîra avê û dixwaze avê bi temamî li ser xelkê wargehê qut bike.

Dr. Mihemed Unver ê li Nexweşxaneya Mexmûrê kar dike jî bal kişand ser krîza tibî û wiha dirêjî da axaftina xwe; ev hewldana hate kirin ne hiqûqî ye ku derdorî wargeheke sivîl ku piranî jin, zarok, pîr nexweş in bê dorpêçkirin.

‘Doh PDK îro dewleta Iraqê pêşiya mafê tendurîstiyê dibin asteng’

Dr. Unver qala zorî û zehmetiyên li qada tenduristî heye kir û ev got: “Ji xwe ji ber dorpêça berê zehmetî dihatin kişandin, bi vê hewldanê re zêdetir bûn. Ev saleke ji aliyê Iraqê ve rê nayê dayîn ku derman û pêwîstiyên tibî derbasî nava wargehê bibin. Berî vê ji xwe ji aliyê PDK’ê ve ev nêzî sê sal in ku bi tu awayî rê nayê dayîna nexweşên me yên lezgîn jî. Bi vê hewldana Iraqê ku hefteyek li dû xwe dihêle, rewşa me ya tendurîstî xiste rewşeke awarte.”

‘Bi derfetê pir kêm em hewl didin peywîrê xwe pêk bînin’

Dr. Unver qala rewşa tenduristî ya gel a bi vê hewldanê re derket holê kir û wiha domand: “Gel li her çar aliyên wargehê li ser lingan e, em qada tenduristî jî tîmên gerok avakiriye û li nava gel digerin ji bo her rewşê amade bin. Ji ber rê nayê dayîn bi qasî pêwîst dermanên tibî bidest bixin, ji bo wê derfetên me bi her awayî sînor dar dimînin. Em bi derfetên pir kêm xizmeta vî gelî dikin. Di nava vê hefteyê de hem rewşa hewa pir germ bû, dîsa bahoz tozê rabû, dayik û kesên nexweşên kronîk hene li bin konan li ber xwe didin. Ev rewş nexweşiya wan zêdetir dike û bandorê li ser temamî tenduristî dike. Bi derfetên heyî hewl didin, bibin bersiv ji bo nexweşiyan. Dîsa birîndarek me di bûyerê de çêbû. Bi derfetên herî kêm mudaxeleya lezgîn a tibî li vir hate kirin, rê nehate dayîn bi ambûlansê bê rakirina nexweşxaneya derve, bi wesayîteke sivîl hate birin. Li gorî qanûnê nabe nexweşek lezgîn bi wesayîteke asayî bê rakirina nexweşxaneya derve.

‘Hewldanên heyî mirovan raste rast dide kuştin’

Li Mexmûrê krîzeke cidî ya tibê heye, bi qasî pêwîst ne derman û ne jî amûrên tibî hene. Eger ku rewşeke awartetir rû bide, ji ber ambargoya bi salan li ser me, em ê nikaribin bibin bersiv.” Doktor Mihemed Unver anî ziman ku erk û berpirsyarî dikeve ser milê her kesê, divê kes li ber vê dorpêç û ambargoyê bêdeng nemîne û got: “Divê mirov erkê xwe yê exlaqî, wijdanî, mirovî û netewî bicih bîne. Ji ber ku ev gel ji ber zilm û zordariyê li vir dijî. Ji bo hemû kurdan li vir dijî. Ji bo wê nabe ku li ber vê bêdeng bin. Deyneke. Çawa ku li kûderê dibe, bûyerek bi serê gelê me bê, xelkê Mexmûrê bi hemû derfetê xwe dikeve tevgerê. Divê îro jî gelê kurd xwedî li vê wargehê derkeve. Li kûderê bijîn, divê zexteke ya raya giştî ya cihanî çêbike ku ev dorpêç û ambargo ser xelkê wargehê bê rakirin.”

‘Divê saziyên tendurustî yên cihanî êdî bi rola xwe rabin’

Herî dawî Dr. Mihemed Unver ev bang kir: “Bang li Neteweyên Yekbûyî û taybet saziyên tenduristiyê yên Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristî ya Cihanî (WHO), Xaça Sor a Cihanê, Doxtorên Sînornenas dikim ku erkê pêkanîna tenduristî li ser milê NY ye, li ser milê van saziyan e, lê ev erkê xwe bicih naînin. Divê bên vir lêkolîn bikin, alîkarî bikin. Pêwîstiyên wan lezgîn bi amûrên tibî hene. Pêwîstî bi alîkariyên mirovî hene. Li aliyê din berpirsyariya Iraqê jî heye li bermaberî vî gelî, divê hemû berpirsyariyên xwe bicih bîne. Ji ber ku li vê nexweşxaneyê xelkê navçeya Mexmûr û gundewarên wê tên li vir tedawî dibin.”

Tevî her tiştî jî berxwedana xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê ya pîroz û mafdar ev 10 roj in bê navber didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar