Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedana xwendevanan li başûrê Kurdistanê mezin dibe

Li başûrê Kurdistanê çalakiyên xwendevanên zanîngehan di serî de Hewlêr û Silêmaniyê li gelek bajaran mezin dibe û didome

Beriya 2 rojan xwepêşnadanên xwendevanên zanîngehê li başûrê Kurdistanê destpê kir, îro li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Raperîn, Germiyan, Koye û Soranê didome.

Çalakiyên xwendevanên xwendina bilind û zanîngehan yên li hemberî nedayîna xerciyên mehane destpêkiribû di roja 3’an de ye. Duh li Silêmaniyê hêzên ewlekariyê êrîşî xwendevanan kiribûn, gelek xwendevan birîndar bûn û beşek ji wan jî hatin binçav kirin; li ser vê yekê xwendevanan diyar kirin ku dê çalakiyên xwe bidomînin.

Xwendevanên zanîngehên bajarên Silêmanî, Raperîn, Germiyan û Koye careke din daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Xwendevanên ku li ber Zanîngeha Silêmaniyê hatin cem hev ragihandin ku heya daxwazên wan tên bicihanîn dê çalakiyên xwe bidomînin.

Xwendevanên Zanîngehên Soran û Koye jî dest bi çalakiyê xwe yên protestoyî kirin.

Hewlêr

Li bajarê Hewlêrê jî ji ber nedayîna xerciya mehane xwendevanên zanîngehê ji bo xwepêşandana protestoyî lidar bixin daketin qadan. Xwepêşandan li ber Serokatiya Xwendina Bilind hat lidarxistin.

Li wir xwendevanan di çarçoveya xwestina mafên xwe dirûşme berz kirin.

Di saetên sibehê de li Hewlêr, Soran Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê xwendevan daketin qadan û daxwaza mafên xwe ji hikûmetê kirin.

Bi hezaran tevlê xwepêşandanan bûn

Xwepêşandana xwendevanên zanîngeh û peymangehan a li Silêmaniyê didome. Bi hezaran xwendekarên ku bi dirûşmeyan berê xwe dane Deriyê Sera û dimeşin, hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê êrîş kirin.

Ji ber bombeyên gazê gelek xwendekar birîndar bûn û nefestengî bi wan re çêbûn.

Aloziya di navbera xwendekar û polîsan de didome.

Ji bo piştewaniyê amade ne

Dr.Fayeq Gulpî ku pisporê neştergeriya giştî ye û li Silêmaniyê dijî, li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û wiha got: “Heta kabîneya nehem a hikûmetê reforman dike û xerciya mehane ya xwendekaran tê dayîn, ez amade me rojane bê beramber kontrola pizîşkî ji pênc xwendekaran re bikim. Eger pêwîstiya wan bi neştergeriyê hebe amade me mehane bê beramber neştergeriyê ji pênc xwendekar yan jî malbatên wan re bikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar