Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Berxwedana xweseriyê wê dewleta tirk hilweşîne

Di demên dawî de alozî, pevçûn, êrîş û opreasyonên li herêmê zêde bûne. Muqabilê vê, hevdîtinên di navbera aliyên istixbarî, siyasî û leşkeri de jî. Herî dawî serokê MÎT’a tirk Hakan Fîdan li gel şandeyeke hat Iraqê, bi rayedarên iraqî, hêzên sunî û berpirsên PDK’ê re jî hevdîtin kirin. Beriya Hakan Fîdan were Iraqê, li Moskowê bi berpirsê istixbarata Sûriyê Elî Memlûk re jî hevdîtin kiribû.

Ev hemû geşedan di sêgoşeya Iraq-Sûriye û Tirkiyeyê de diqewimin û rasterast bi Şerê Cîhanê ya Sêyemîn û encamên wê ve girêdayî ne. Ev her sê welatên ku Kurdistanê dagirkirine, di nav qeyraneke mezin de ne, wek tê zanîn pergala netew-dewlet a li van her sê welatan li ser nebûna gelê kurd û Kurdistanê hatibû avakirin. Niha ev pergal ji du milan ve hildiweşe. Ya yekemîn, meşa azadiyê ya 50 salan a gelên Kurdistanê ev pergal aniye ber hilweşînê. Ya duyem, pergala fînans kapîtal jî hewl dide dizayneke nû ya siyasî, îdarî û civakî bide herêmê. Dewletên herêmê jî bi pêşengiya dewleta tirk a dagirker dixwazin statukoya heyî bi rêya hin restorasyonan biparêzin. Niha hevdîtinên dawî yên serokê MÎT’a tirk Hakan Fîdan bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Dewleta tirk ji milekî ve bi projeksiyona Mîsak-i Mîllî hewl dide beşek ji axa Iraq û Sûriyeyê tev li axa xwe bike, ji milekî ve jî hewl dide li hemberî PKK’ê, yekîtî û serweriya Iraq û Sûriyeyê derxe pêş.

Beguman siyasetek bi vî rengî nikare biserkeve, qesta dewleta tirk ji serwerî û yekitiya Iraq û Sûriyeyê tasfiyekirina pergala xweseriya demokratîk a li Rojava, Şengal û Mexmûrê ye. Ji ber ku, heya ev pêk neyê dewleta tirk nikare Mîsak-i Mîllî pêk bîne. Ew ê destpêkê Iraq û Sûriyeyê li hemberî sîstema xweser rakin, destketiyên gelê kurd û tevgera azadiyê tasfiye bikin, pey re jî berê xwe bidin Mûsil, Kerkûk, Heleb û Şamê.

Dewleta Sûriyeyê û Iraqê bêguman di ferqa vê plana dewleta tirk de ne. Lê ji ber ku ew jî nikarin dest ji desthilatdariya navendî berdin, ruxmê ev çend parçebûnê hê jî dixwazin pergala netew-dewlet ji nû ve ava bikin, bi vî awayî ji siyaseta dewleta tirk re dibin zemîn. Qeyrana li Iraqê qeyrana 5 hezar salî ye, dewlet hilweşiyaye, saziya siyasetê tune bûye lê hê jî behsa Iraqa navendî tê kirin. PDK jî bi siyaseta xwe ve rê li ber parçebûna Iraqê vedike, xuya ye Malbata Barzanî dixwaze başûrê Kurdistanê bike parêzgehek girêdayî Osmaniya Nû. Ji xwe, PDK nexşeya Kurdistanê jî parçe kir. Herî dawî nexşeya Kurdistanê ya li Zanîngeha Zaxoyê parçe kirin. Êdî ne hewce ye em siyaseta PDK’ê fireh fireh nîqaş bikin, berê xwe bidin nexşeya Kurdistanê ya li ser Zanîngeha Zaxoyê, bes e û zêde ye jî.

Xuya ye, plana dewleta tirk a dagirker ne ji bo Iraqê ne jî ji bo Sûriyeyê ne çareserî ye. Li gor hin çavkaniyan, dewleta tirk a dagirker dixwaze di payîzê de asta dagirkeriya xwe ya li herêmê berfirehtir bike. Beguman ev tê wateya mezinkirin û berfirehkirina şer. Artêşa tirk, li Zap, Metîna û Avaşînê li ber gerîlayên azadiyê xitimiye, têk çûye. Dewleta tirk eger şerê li rojava û başûrê Kurdistanê berfirehtir neke wê li Zapê têk biçe. Di rojeva Hakan Fîdan de ev rastî heye, dixwaze şerê li başûrê Kurdistanê berfirehtir bike, di hevdîtinên dawî de jî ji rayedarên Iraqê, hêzên sunî û PDK’ê piştgiriya vê xwestiye.

Di nav vê toz û dûxanê de, PDK’ê di salvegera fermana 2014’an de, ango di destpêka meha tebaxê de pêleke nû ya koçberiyê da destpêkirin. Çawa ku bi sedan gundên Zaxo û Duhokê ji bo dagirkeriya artêşa tirk bi destê PDK’ê hatin valakirin, niha jî dixwazin berê êzidiyan bidin Ewropayê û Şengalê vala bikin. Di nav çend mehên dawî de, bi hezaran êzidî bi destê dewleta tirk û PDK’ê derbasî Yewnenistanê hat kirin. Ev jî parçeyek ji plansaziya şer a dema nû ye.

Xuya ye, dewleta tirk a dagirker, bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya hin hêzên li Iraq û Sûriyeyê, dixwaze pêngaveke nû ya dagirkirinê di mehên payîzê de bide destpêkirin. Serokê MÎT’a tirk Hakan Fîdan dixwaze bingeha vê ava bike. Ev plana wan a nû çiqas wê çiqas biserkeve ne diyar e. Lê rastiyek heye ku ne tenê Şam û Bexda, Enqere jî di qeyraneke mezin de ye. Pergala 100 salî ya Komara Tirkiyeyê li ber hilweşînê ye. Rast e, ew ê bixwazin asta şer bilind bikin lê eger Rojava, Mexmûr û Şengal ji xwe bawer bin û berxwedana xweseriyê pêş bixin, ew ê dagirkeriya dewleta tirk hilweşînin.

Nûçeyên Têkildar