Nasir Yagiz ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, 3 meh li pey xwe hişt. Rewşa tenduristiya Yagiz roj bi roj nebaş dibe
Çirûska berxwedana zindanan a greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li zindanê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, li bajarê Hewlêrê bi çalakiya welatiyê bakurê Kurdistanê Nasir Yagiz geş bû.
Çalakiya Nasir Yagiz 3 meh li pey xwe hişt û her diçe di aliyê tenduristî û fizîkî de rewşa Yagiz giran dibe.
Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya başûrê Kurdistanê Abid Îke têkildarî rewşa dawî ya Yagiz agahî da ANF’ê û wiha got: “Çalakiya Nasir Yagiz 3 meh li pey xwe hişt. Rewşa tenduristiyê giran e. Yagiz di rabûn rûniştinê de zehmetiyan dikişîne, heta derengiya şevê ji ber serêş û mîdeyê nikare razê. Di dema razanê de pirsgirêkên cidî dijî û carna nikare xew bike, carna dilê wî li hev dikeve, carna serê wî diêşê, carna piyê wî nayê ber û nikare rabe ser xwe. Dema radikeve êdî nikare rabe heta nîvro jî nikare rabe. Mirov dikare bibêje di nav 24 saetan de tenê 4-5 saetan li ser xwe ye. Wan 4-5 saetan jî li ser xwe digere. Pêşwaziya gel û heyetên tê serdanê dike. Yagiz gelek kîlo kêm kiriye. Di aliyê vexwarinan de pirsgirêkên cidî dijî. Laşê wî her diçe dihele. Di vexwarinan de êdî mîdeya wî tehemûl nake tişta digire jî diavêje.”
Îke têkildarî moral û coşa Nasir Yagiz jî wiha got: “Di aliyê bawerî, moral û dilsoziya bi Rêber Apo re bi biryar e. Vê çalakiya xwe ya grevê jî kêm dibîne. Dixwaze hin tiştên mezintir bike û di nav lêgerînan de ye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan tehamûl nake. Di aliyê coş û moral de bi biryar e.”
Duh endama Meclîsa Îştarê Fedîle Tok ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mehek e di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye serdana Nasir Yagiz kir. HEWLÊR