Rêzefîlmê bi navê “No Man’s Land (Axên bê mirov, mirovên bê ax)” ji aliyê derhêner Oded Ruskin ve hatiye çêkirin.
Berxwedana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li Rojavayê Kurdistanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê, bi berdewamî bala hunermendên cîhanê dikişîne ser xwe. Berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya bi pêşengiya jinan bû mijara rêze filmeke biyanî. Berê niha jî filmên bi derhêneriya Eva Husso ya bi navê “Keçên Rojê” û filmê derhênera Friansî Caroline Fourest a bi navê “Soers d’ Armes (Xwişkên Çek)” derketibû. Herî dawî du platformên dîjîtal yên hevpar Hulu û Arte France berhemeke nû ya bi navê “No Man’s Land” ango “Mirovên bê ax, axên bêmirov” derxsit.
Derhêneriya rêzefilma “No Man’s Land” Oded Ruskin (Falce Flag) dike, lîstikvanên sereke Felix Moati, Melanie Tiherry û James Purefoy’in.
Sezona yekemîn a rêze filmê ji 8 beşan pêktê. Rêze film bi çîroka Antoine’ye yê Fransî ku li xwişka xwe digere destpê dike. Antoine ku li Fransayê dijî û mûhendize, wisa dizane ku xwişka wê Anna li paytexta Misrê Qahîrê di encama êrîşeke xwekujiyê de hatiye kuştin û ji ber wêya xwe tawanbar dike. Lê dema dîmenên YPJ’ê yên di televîzyonan û medya mecazî de tên weşandin dibîne, dibêje xwişka xwe di nava wan dîmenên şervanan de dîtiye. Bi vî awayî ji bo peydakirina xwişka xwe dikeve ser rê. Antoine tê Tirkiye û di sînorê Tirkiyeyê re derbasê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dibe. Film xwe dispêre çavdêriya Antoine ya derbarê şerê navxweyî ya Sûriyê û berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya dijî DAIŞ’ê.
Antoine dema derbasê Rojava dibe, rastê komek jinên şervan tê, ji bo lêgerîna xwişka xwe bi wê komê re digere. Li vir bi çavê Antoine hovîtiya DAIŞ’ê û berxwedana şervanên jin ên dijî hovîtiyê tê dayîn.
Her wiha behsa sedema beşdarbûna ciwanên Ewropî ji bo YPG û YPJ’ê dike. Ji çar aliyên cîhanê ku şervanên enternasyonalîst beşdarê şoreşa Rojava bûne, balê dikişîne ser çend karekterên sereke û sedema beşdarbûna wan a şoreşa Rojava vedibêje.
Her wiha bi taybet behsa hebûna îstîxbarata Îsraîlê Mossad ya li Sûriyê dike û karekterê sîxûrekî Îsraîlî yê ketiye nava DAIŞ’ê jî dide pêş. Di film de bersiva pirsên, çima hebûna Îsraîlê li wir bihêze, lêpirsîn dike.
Di rêzefilmê de taybetmendiyeke dokûmanterî jî balê dikişîne û geh geh ev taybetmendî jî xwe dide nîşan.
Di film de beşa axên bê mirov baş hatiye dayîn. Lê beşa mirovên bê ax kêm hatiye dayîn anjî hatiye paşçavkirin. Ancax dikare bêgotin, hewl hatiye dayîn berxwedana mezin a Kurdan, qehremaniya wê, samimiyeta wan baş were dayîn. Lê ev mirov çima bê axin, zêde ne hatiye vekolandin û lêpirsîn kirin.
Di yek du detayên çîroka Antoine de dide nîşan ku Antione li Tirkiyeyê fêm dike behsa kurdan kirin xetere, Anna jî fêr dibe li Îranê çi zilm li kurdan tê kirin.
Çend têbinî li ser giştî rêze filmê;
Dema mirov bi giştî li vê rêze filma, “Mirovên bê ax, axên bê mirov” dinêre dikare bêgotin, senaryoyeke wê ya bihêz heye, dem dirêj çavdêrî hatiye kirin, çîrok û bûyer baş hatine analîzkirin. Her tişt objektîf û nêzî rastiyê hatiye dayîn. Bi taybet pir nazik û hesas nêzî YPJ’ê bûye, ji bo tam li gorî rastiyê bide û hesasiyetên wan ên sereke berçav bigire. Carûbar nêrîneke oryantal derkeve pêş jî, lê hewl hatiye dayîn vê ya daxe asta herî biçûk.
Mijareke din jî ew e ku çima ji çar aliyên cîhanê kesên biyanî ango enternasyonal tevlî YPG û YPJ’ê dibin. Di vir de li ser karekterên cûda yên şervanên biyanî disekine û sedemên wan ên cûda û hevpar vedibêje.
Xala sêyemîn jî rêze film li şûna yek kareter û yek mijar dest bigire, çîrok bi lêgerîna Antoine ya ji bo dîtina xwişka xwe Anna destpê dike. Lê mijar û karekterên cûda dest digire. Weke nimûne karekterê sîxûreke Mossad’ê yê ketiye nava DAIŞ’ê Naser jî dide pêş.
Ya çaremîn jî hewl hatiye dayîn berxwedanê biqasî ji dest were nêzî rastiyê û objektîf bide. Biqasî dayîna berxwedana mezin a YPJ’ê zehmetiyên wê jî radixe pêş çavan.
Hovîtiya DAIŞ’ê ne tenê bi serjêkirinan, bi şewitandina piyanoyekî û hwd jî dide.
Di beşa dawî de behsa koalîsyona navnetewî dike û wisa dide nîşandin ku armanca koalîsyonê ya sereke ne parastina gelê herêmêye, armanca sereke parastina welatên Ewropayê ye. Sîxûrê Îsraîlê Nasir ku agahî dide dibêje, wê êrîşê kurdan bike, weke agahiyeke ne girîng û herêmî nêz dibin, lê dema agahî di derbarê planên DAIŞ’ê yên ji bo Ewropa de dide, bi hesasiyeteke mezin nêz dibin.
Çavkanî: Yenî Yaşam/Selman Çîçek