Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana Zendûrayê bûye qibleya gerîlayan

Gerîlayên di Pêngava Cenga Xabûrê de li xeta Qaşûra li çeperên berxwedanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a dagirker şer dikin, dibêjin ku Zendûra ji bo wan bûye çavkaniya berxwedanê

Rastiya şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê roj bi roj bêhtir diyar dibe. Hêzên gerîla ku artêşa dagirker li van hereman têk biriye, bi biryardarî  li ber xwe didin. Gerîlayên Pêngava Cenga Xabûrê ku li xeta Qaşûra ya Metînayê di çeperan de ne ji Ajansa ANF’ê re axivîn.

Gerîla Alîşêr di serî de bal kişand ser rewşa têkçûyî ya artêşa tirk û çalakbûna hêzên gerîla û wiha got: “Her roj çalakiyên me li dijî tevgera dagirkeriyê çêdibe. Dijmin li cihê ku bi cih bûye jî nikare bi rehetî bimîne. Her çend rojan carekê leşkerên xwe diguherîne. Dewleta dagirker heya niha encama ku hêvî dikir bi dest ne xistiye û her diçe têk diçe. Hewl dide bi rêya şer temenê xwe dirêj bike.”

Berxwedana Zendûrayê

Gerîla Alîşêr diyar kir ku berxwedana li herêma Zendûrayê bûye qubleta gerîla û ruhê serdemê diyar dike û ev tişt anî ziman : “Di Cenga Xabûrê de berxwedana girê Zendûrayê ji bo gerîlayên li Metînayê bûye çavkaniya hêzê. Di vî şerî de afirîneriya gerîla derdikeve pêş û gerîla bi vî rengî şer dike. Her çiqas êrîşên hewayî û teknîkê dixebitînin jî rêbazên me yê modern û gerîlayî, teknîka wan li hewayê bê encam hiştiye.

Artêşa dagirker hewl dide leşkerên xwe di vî şerî de qaneh bike lê nikare wê rehetiyê bide avakirin. Dema em lê didin leşker li revê digere. Dijmin li ber berxwedana ketiye nava şokê. Gerîla di şertên bê av, bê xwarin û bê derfetan de çi astengî ji bo xwe nabîne. Ev ji bîr û baweriya gerîla, bi hêza xwe tê.”

Biryara şer mezin e

Di şerê gerîla de jin xwedî roleke mezin in. Dewleta tirk a dagirker ji vê ditrise û hesaban dike. Ji ber wê êrîşên herî giran li dijî jinan dike.

Gerîla Arîn jî ku li xeta Qaşûra ya Metînayê di çeperên berxwedanê de ye, ev nirxandin kir: “Biryardariya me ya di vî şerî de mezin e. Artêşa tirk a dagirker bê bersiv namîne û wê encam jî negire. Mirov çiqas qala berxwedanê bike nikare tam îfade bike, watedayîna berxwedanê herî zêde ji aliyê berxwedêran ve tê kirin.

Em rê û rêbazên xwe yên nû de li ser gelek mijaran radiwestin. Niha em şerê tîman dimeşînin û bi vî rêbazî li bejahiyê belav dibin. A din di mijarê veşartinê de hesasiyetek heye û em zêdetir li ser vê dixebitin. Di mijara veşartîbûnê û naskirina bejahiyê de bi hemû detayên xwe gerîla serwer bûye. Em ê çawa qadê li gorî pêwîstiya bikar bînin, em li ser disekinin.”

Em ê dijmin li xeta Qeşûrayê bi erde re bikin yek

Her wiha gerîla Arîn diyar kir ku Zendûra warê Egîdan û Zîlanan e, bi wê hestê û baweriyê gerîla şer dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berxwedana ku li Zendûra di kesayeta 6 Egîdan de pêk hat, bi me re lêhurbûnekî çêkir. Bi rastî mirov difikire ku şûna wan hevalan ba wê çawa nêz biba. Ango ev berxwedan ji bo me bû weke xetek ku em li ser dimeşin. Dema Zendûra tê gotin, fermandar Hêjar û hevrêyên wî tê bîra mirov. Fermandar Rêber tê bîra mirov. Ji bo em xwedî li wan derkevin bêguman em ê li ser şopa wan şer bikin. Ji bo min weke kesayet Zendûra gelek tişt da guhertin

Hêza jinan di vê cengê de diyarker e. Dema mirov di nav de dijî, hêza jinan a bi kok nas dike. Ji bo min bi xwe jî zêdetir di nav şer de hêza xwe nas kir. Di vê çarçovê de îdîayên me mezin e. Em ê dijmin li xeta Qaşûrayê bi erdê re yek bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar