Dostên kurdan di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya pêngava azadiyê de li seranserê cihanê li ser piyan e. Berxwedêrên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên ragirtin, di çarçoveya pêngava azadiyê de roja damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdara dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Berxwedana li zindanan di roja 72’yan de berdewam dike.