Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Berxwedana zindanan wê bi çalakiyên nû bidome

Girtiyên PKK û PAJK'ê daxuyand ku ew çalakiya heyî diqedînin û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêngavê bibin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora Rêber Apo bicivin û ji bo Rêber Apo li ber xwe bidin."

Li ser navê grtiyên PKK û PAJK’ê yên li zindanên dewleta tirk Denîz Kaya têkildarî çalakiya girtiyan a li dijî tecrîdê daxuyaniyek da. Berxwedêrên zindanan diyar kirin ku girtiyan mîna her demê bi wayekî rêxistinî tevlî pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji porsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ bûn û wiha hat gotin: “Li gel zext, şert û mercên giran û her cûre êrişan, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî, bi dilsoziya bi kevneşopiya berxwedana zindanan a 45 salan, em tevlî pêvajoya pêngavê bûn. Greva birçîbûnê ya 27’ê Mijdara 2023’an li zindanan bi dorvegerî hate destpêkirin, bi 4’ê Nîsana 2024’an rojbûna 75’an a Rêberê me veguherî asta ‘Em di nava şert û mercên Rêberê xwe de bijîn’ û bi rengekî girîng bandor li derve jî kir û pêngav bi pêş ve bir.”

Berxwedêrên zindanan anîn ziman ku dewleta tirk a faşîst nekarî xwe li têkçûna hilbijartinê ya herî dawî ya li Kurdistanê rabigire, hewl da îradeya gelê kurd tune bihesibîne û wiha domand: “Li dijî van hewldanan di serî de xelkê Wanê li Kurdistanê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Vê berxwedanê rêxistiniya çete ya AKP-MHP a faşîst hejand.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev rêxistiniya çete ya faşîst, pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tine hesiband, êrişî gelê kurd kir; êrişên qirkirinê, desteserkirina îradeyê û êrişên dagirkeriyê yên lis er qadên azadiyê dewam dike.

Di daxuyaniya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê de bi dewamî hate gotin, “Lê belê gerîlayên azadiyê bi ruhê fedaî û teknîka xwe ev êriş têk bir. Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr jî xwedî li Rêber Apo û îradeya xwe derket û bi sekna xwe pênga xurt kir.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorvegerî di 27’ê Mijdara 2023’an de dan destpêkirin, di 4’ê Nîsana 2024’an de veguherandin asta ‘Jiyana di nava şert û mercên Rêbertî’ de û hate gotin, “Di asta heyî de ev çalakî diqede. Di pêvajoya pêngava azadiyê, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêvajoya pêngavê bibin.”

Herî dawî bang li derdorên demokratîk, rewşenbîr û dostên gelê Kurd hate kirin ku di vê pêvajoya dîrokî de li dora pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji porsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ bicivin û bang li gelê kurd ê berxwedêr jî hate kirin ku hîn bi berpirsyarî tevbigere.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar