Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedanê 192 roj li pey xwe hişt

Berxwedana li dijî tecrîda li ser Ocalan bi israr berdewam dike. Di vê çarçoveyê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven 192 roj û ya Nasir Yagiz jî 179 roj li pey xwe hişt. Rojiya mirinê ya koma yekemîn jî di roja 19’an û ya koma duyemîn jî di roja 9’emîn de didome

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Leyla Guven 192 roj li pey xwe hişt.

Bi heman boneyê endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya Yagiz kete roja 179’emîn. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 153’emîn de berdewam dike.

Grevên birçîbûnê yên li zindanan

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, koma yekemîn a girtiyan li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya koma yekemîn 154 roj li pey xwe hişt. Bi heman boneyê di roj û mehên cuda de bi sedan girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê û çalakiya wan didome. Herî dawî bi tevlêbûna bi hezaran girtiyan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 1’ê adarê de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û çalakî tevî hemû zextan jî di roja 79’an de didome.

Li Başûr çalakî didome

Ji bo hilweşandina tecrîda li ser Ocalan, li başûrê Kurdistanê jî çalakiyên hatine destpêkirin bi biryardarî didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok di roja 119’emîn de û ya Herêm Mehmûd a li Kelara Germiyanê jî di roja 84’an de bi israr berdewam dike.

Berxwedana parlamenter û endamên HDP’ê

Çalakiya parlementerên HDP’ê Dersîm Dag ku di 3’yê adarê de dest pê kir û ya parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên di 8’ê adarê de dest pê kirin berdewam dikin. Her wiha endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer tevî parlamenter Dag li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê jî hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe domandin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin.

Piştî derketin jî çalakiya xwe berdewam kirin

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe kete roja 132’an, a Gurbet Ektîren kete roja 123’yan, a Mahsun Şen a li Dêrik a Mêrdînê kete roja 134’an, a Mûrat Aksin a li Dêrikê kete roja 65’an, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 132’yan, a Hiznî Kilinç a li Serêkaniye ya Rihayê kete roja 78’an û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî kete roja 81’an.

Koma yekemîn a rojiya mirinê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya hikûmetê ya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê, di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay di 30’ê nîsanê de weke koma yekemîn dest bi rojiya mirinê kirin. Rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 19’an.

Koma duyemîn a rojiya mirinê

Di 10’ê gulanê de jî weke koma duyemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, li Girtîgeha Kandirayê girtiyên bi navên Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr û Engîn Kahraman, li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên bi navên Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mûstefa Taşan, li Girtîgeha Patnosê girtiyên bi navên Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak û Şafî Kayhan, li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdag girtiyê bi navê Reşad Ozdîl, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê girityên bi navên Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyê bi navê Saît Ozturk dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya koma duyemîn jî 9 roj li pey xwe hişt.

Çalakiyên fedaî

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, welatiyê bi navê Ugur Şakar di 20’ê sibata îsal de li bajarê Krefeld ê Almanyayê agir berda bedana xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyên siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar