Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Berxwedanê bi faşîzmê paşve gav da avêtin’

Bi boneya bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, Dîwana Hev serokatiya KCDK-E’yê, hevserokên HDP’ê û Kongreya Star a Herêma Efrînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin ku berxwedêran bi îradeya xwe bi faşîzmê paşve gav daye avêtin û dê ji vir û şûnde jî têkoşîna xwe xurtir bikin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi rêya parêzerên xwe têkildarî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi raya giştî re peyamek parve kir. Ocalan di peyama xwe de destnîşan kir ku çalakî gihîştiye armanca xwe û xwest ku çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bibin. Li ser peyama Ocalan jî hemû çalakvanên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bi daxuyaniyên cuda dawî li çalakiya xwe anîn.

Têkildarî mijarê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk – Ewropa (KCDK-E), Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û Kongreya Star daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku berxwedana mezin bi xwe re serfiraziyeke mezin anî.

Daxuyaniya KCDK-E’yê

KCDK-E’yê çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi bîr xist û wiha got: “Berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi ser ket. Rêber Apo ku di 8 salên dawîn de nedikarî bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike, bi saya berxwedanê hevdîtin kir. Dayikên Laçik Spî daketin kolanan û xeleka tirsê ya faşîzmê şikand. Ji roja destpêkirina grevên birçîbûnê ve jî gelê me yê Ewropayê daket qadan û bi sedan çalakî pêk anîn û bûn dengê bexwedêran. Li hemberî vê têkoşîna geş, rejîma faşîst neçar ma ku paşve gav biavêje. Umît Acar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Medya Çinar, Zehra Saglam, Ugur Şakar, Yonca Akici, Siraç Yuksel, Mahsum Pamay jî dê bi çalakiyên xwe yên fedaî dê her dem di têkoşîna me de bijîn. Ji bo hilweşandina faşîzmê, em ê têkoşîna xwe bi gavên xurt bidomînin.”

Hevserokên HDP’ê: Em ê ji kêmasiyên xwe dersan bigirin

Di daxuyaniya hevserokên HDP’ê de hat destnîşankirin ku bidawîbûna tecrîda teqez a li ser Ocalan gaveke erênî ye. Hevserokan diyar kir ku girtiyan ji bo azadî, aştî, hiqûq û demokrasiyê biryardariyeke mezin nîşan dan û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de 8 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Vê jî êşeke mezin da me. Em wan dîsa bi xemgînî û êşeke mezin bi bîr tînin û ji malbatên wan û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Di serdema pêş de em ê ji kêmasiyên xwe yên di qada siyaseta demokratîk de dersan bigirin û têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê xurtir bikin.”

Daxuyaniya Kongreya Starê

Kongreya Star a Herêma Efrînê ku ji bo piştgiriya bi bexwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê re li navçeya Edres a Şehbayê kon vedabûn jî bi heman boneyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew piştî daxuyaniya Ocalan dawî li çalakiya xwe tînin. Kongreya Star hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de silav kirin û wiha bi dawî kir: “Têkoşîna me gihişt armanca xwe. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê rêzeçalakiyên cudatir li dar bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar