Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Berxwedanê encam da: Girtîgeha Wanê paşde gav avêt

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên bi navên Kadîr Karaba û Esat Nacî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hatibû destpêkirin, bi ser ket. Girtîgehê daxwazên girtiyan qebûl kir û girtiyan jî çalakî bi dawî kir

Girtiyê ji doza TKP/ML’ê Kadîr Karabak û girtiyê ji doza MKP’ê Esat Nacî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê tên girtin, ji bo têlên li ser hewşê hatine bicihkirin bên rakirin û di dema jimartinan de lêgerîn neyê kirin, 127 roj in di greva birçîbûnê de bûn.

Dozgerê komarê û midûrê girtîgehê bi çalakgerên greva birçîbûnê re rûniştin û ji wan re gotin ku daxwazên wan hatine qebûlkirin. Têkildarî mijarê parêzer Savaş Avci daxuyaniyek da û destnîşan kir ku berxwedana greva birçîbûnê bi ser ketiye û daxwazên girtiyan hatine qebûlkirin.

Avci diyar kir ji ber ku daxwaz hatine qebûlkirin, Karabak û Yildirim dawî li greva birçîbûnê anîne. Avci got ku girtî niha birine nexweşxaneyê. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar