PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berxwedanê ku bombeya xwe hembêz kir

Berxwedan Amed ê fedayî yê ku nûnertiya xeta berxwedanê ya li Girê Spî dike, li dijî dewleta tirk û çeteyên wê, bi ruhê Arîn û Îlanan bombeya xwe hembêz kir.

Di wê serdemê de ya ku DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta tirk êrîşî Kobanê kir, Berxwedan Amed  li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê derbasî Kobanê bû û heta şehadeta xwe ya li Girê Spî, li hemû herêmên Rojava şer kir.

Berxwedan Amed di sala 2014’an de dema ji Amedê hatibû Kobanê ruhê berxwedanê hilgirtibû. Berxwedanê ku di serî de tev li pêngava berxwedana Kobanê bû, tu pêngavek nema ku tê de cih negirt. Di operasyonên Minbic, Şehba û Reqayê de yek ji şervanên navdar bû. Bi afirîneriya xwe di şikandina gelek êrîşan de rol lîst.

Ji Amedê hetaBaxozê

Berxwedan Amed (Yûnis Mihemed) di sala 1997’an de li Amedê ji dayik bûye. Berxwedan ku ji navçeya Farqînê ye, taybetmendiyên berxwedêr, asî û serhildêr ên Amedê girt. Berxwedan ku aliyê xwe yê mîzahî îhmal nedikir, di gelek xebatan de cih girt û berpirsyarî girt ser xwe. Ji berxwedana Kobanê ya ku tev li bû, bi ruhê seferberiyê heta berxwedana li Baxozê ya ku DAIŞ lê hat bidawîkirin, bi bandor şer kir. Di got “Me carekê navê xwe kir Berxwedan, divê heqê wê bidimê” û ji dayina heqê wê qet dudil nebû.

Birîndarî jî nikaribûn wî bi westînin

Berxwedan piştî ku Operasyona Minbicê bi dawî bû, bi tabûra ku mabû re tev li Pêngava Şehbayê bû. Di sala 2016’an de li Girê Til Şêîr ê Şehbayê di encama çalakiyeke serketî ya vedizînê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de ji milê xwe bi giranî birîndar bû. Tevî vê yekê rojekê jî dest ji refên leşkerî berneda û li eniyên herî pêş berdewam kir.

Biryara çalakiya fedaî

Piştî êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê di 9’ê cotmeha 2019’an de li vir tev li berxwedanê bû. Li vir, biryar da ku çalakiya fedayî bike û ew biryar da qebûlkirin. 22’ê cotmeha 2019’an saet 06:00’an li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker ên li Silîb Qiran a rojavayê Girê Spî bi cih bibûn, bi wesayîteke bombebarkirî ket nava tevgerê.

Roja beriya çalakiyê

Fermandarê HSD’ê Erdal Kobanê rojek beriya çalakiyê li gundê Korikê yê Girê Spî li gel Berxwedan bû. Erdal Kobanê wiha dibêje: “Piştî rojekê wê biçûna çalakiya fedayî. Em li dora wî kom bibûn. Atmosferek giran bû, lê Berxwedan pir rehet bû. Gelek caran pêşniyara çalakiya fedayî kiribû, dema ku pêşniyara wî ya dawî hat qebûlkirin, pir kêfxweş bû, moralê wî pir baş bû û bi xwestek bû.

Di xeta fedayitiyê de bi israr bû

Hemû bala xwe dabû ser xeta fedaî, bi israr bû. Lêhûrbûnên wî, tevlibûna wî ya jiyanê û di şer de nîşaneya çalakvantiya wî bû. Her tim digot daxwaza min pêkanîna çalakiya fedayî ye û dema ev pêşniyar hat qebûlkirin kêfxweşî di çavên Berxwedan de diyar bû.

Bi rêkirina wî zehmet bû

Jixwe wî keşfa eraziyê ku berê lê mabû kiribû. Wî bi xwe li wesayita bombebarkirî ya ku hatibû amadekirin ve mijûl bû. Dema xatirxwestina Berxwedan hat, bêdengiyeke kûr çêbibû, em pê bawer bûn ku wê derbeyeke mezin li dijmin bixe, lê dîsa jî birêkirina wî zehmet bû. Dixwest ku em çalakiya wî bişopînin. Ji ber vê yekê me jî şopand. Dema Berxwedan ji nuqteya kontrolê derbas dibû, ji aliyê dijber ve dengên gulebaranê dihat, lê Berxwedan bêyî ku ji rêya xwe derkeve, li cihê ku diyar kiribû bi wesayîta bombebarkirî xwe teqand.”

Ew gund azad ma

Piştî çalakiyê bi qasî 10 deqeyan dijmin cenazeyên xwe kom kir. Gelek miriyên wê hebûn. Gelek kelûpelên wan ên leşkerî şewitîn û tune bibûn û ji gund reviyan. Navê Şehîd Berxwedan li gundê Silîb Qiran hat kirin. Her hevalê ku dihat Girê Spî destpêkê serdana gund dike. Ew gund niha di nava şênî û hevalan de bi navê gundê Şehîd Berxwedan tê naskirin. Erdên gund bi xwîna Berxwedan hat avdan û gund veguherî ziyaretê.”

‘Bila malbat serbilind be’

Beşek ji gotinên Berxwedan Amed ku beriya çalakiya fedayî hêrsa xwe ya li dijî dijmin anî ziman wiha ye: “Ev çalakiya ku ez ê bikim li dijî hêzên dewleta Tirk a faşîst e ku dixwazin li ser gelê Kurd komkujî û qirkirinê pêk bînin. Em dixwazin derbên mezin li dewleta Tirk bixin ku careke din nikaribe ji bo qirkirina Kurdan gavekê bavêje. Ji bo malbatê ez dixwazim van tiştan destnîşan bikim; Divê malbat teqez ji vê çalakiya min xemgîn nebe. Ez di zanabûna çalakiya fedayî ya ku ez ê bikim de me û vê çalakiyê bi xwesteka xwe dikim. Ez bi dilxwazî tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûm û çalakiyê li dar dixim. Ji bo vê jî divê serê malbatê her tim bilind be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar