Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedanê sist û nekin ji rêzê!

Li dijî her cûreyê faşîzm û zilmê çiqasî berxwedan û serhildan cihê reng û belav bibe, ewqasî emrê wê kêm e û hildiweşe. Ev rêbaz di her warê jiyanê de derbasdar û encamgir e. Ji bo vê gava yekem em rê û rêbazên nû yên pêşxistin û geşkirina berxwedan divê tim esas bigirin.

Yek ji van rêyan jî ew e ku em bikaribin dengê xwe yê bi maf û daxwazên xwe yên rewa bigihînin her qadê. Ji bo vê her roj kesên nû û beşên civakê li karwanê xwe yê têkoşînê zêde bikin. Em vê nekin dê bi demê re encamên ku em dixwazin bigirin li ber bayê demê bikeve û îro, sibe nebe dê dawiya dawî biçe.

Her wiha ya herî esas vîneke ji pola û biryardariyeke bê asteng û sînor hebe û vê yekê belavî derdor bike. Ev vîn û biryardarî bûye yek ji rêbaza civaka kurd û têkoşîna wê. Her demê ji bo bidestxistina armanc û serî rakirina li ber zilmê ev biryardarî û vîn hiştiye ku piştê li faşîzmê bişikîne.

Di roja me ya îro de li dijî faşîzm, zilm û mêtingeriya bi pêşengtiya Erdogan-Bahçelî ya li seranserî Kurdistanê tê kirin, yekane rê û rêbaz xurtkirina çalakiyên cihêreng e. Dîsa bi hezaran kes herikandina qadan û li dijî vê raman xwe anîna ziman e. Em vê nekin, bi teqez wê faşîzm were mala me ya ku yekan e hêlîna têkoşînê ye jî dagir bike. Ji bo vê ruhekî serhildêr û tolhilîner pêwîst e.

Berxwedana îro li dijî dagikirina şaredariyên kurdan ên Amed, Mêrdîn û Wanê heyî, têrê nake û heta ji bo şikandina vê pir kêm e. Lewre ev 28 roj in bênavber berxwedanek heye, lê biqasî pêwîst dike me encamek baş jê negirtiye. Ev hinek ji rêbaza çalakiyê tê, çalakî bi rengekî tê kirin û dîsa rêjeyek diyar kes li pêş şaredariyan di bin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê dikin û peyam didin. Ev rewş dê nikare faşîzma îro bûye dev hilweşîne. Dîsa çalakî dibe ji rêzê û xwe dubare dike. Ev jî dihêle ku berbelavî demê bibe û her biçe sist bibe.

Piştevaniya ji bo dayikan pir kêm e. Ew şaredarî ne tenê şaredariya dayikên li wir in. Vîn û rûmeta tevahî gelê kurd in. Ji bo vê divê dayikên her derê rabin, qadan dagir bikin. Em vê wisa nekin, wê faşîzm bi hemû hovîtiya xwe weke Cizîr, Sûr, Şirnex, Wan, Colemêrg û heta gelek deverên din bi ser me de bê. Jixwe gelek helwestên me yên wê demê kir ku îro gelek êşên wê em niha bikişînin û sibe berdêlên wê bidin. Ji bo têkbirina faşîzmekî wiha çalakiya rûniştinê têrê nake. Ji bo faşîzmeke wiha daxuyanî û çend saetan çalakîkirin bes nabe. Ji bo vê ruheke serhildêr û bê rawestan lazim e. Ger ku ji bo Kobanê dinê tev rabû ser xwe diviya bû ne tenê ji bo Amed, Wan û Mêrdînê divê ji bo Hewlêr, Qamişlo û Mahabadê jî rabin. Em pir di vî warî de sist dimînin. Îro ev faşîzm li her deverên Kurdistanê devê xwe xistiye noqa me û hewl dide kezeba me parçe bike.

Tenê li çend bajaran serî rakirin û berxwedan bes nake. Her wiha li qada navneteweyî em dibînin li ser kesan çend nerazîbûn hene. Lê li gorî asta heyî ev ne têrker e. Diviya bû ji roja yekê heta niha em kurd li her cihê lê bûna bi deng û serhildanên xwe wisa bikira ew qeyûm nekarîba rojekê tenê jî li ser wî meqamî rûnişta. Ji ber ku her kesê carekê bi çavê xwe dîtin ku ew diz û talanker in. Di vê rewşê de, çalakiyên di serî de li van her sê bajaran tên kirin û dîsa li tevahiya welat û derveyî welat tê kirin, diviya bû ne ev ba. Îro em dibînin nêzî meheke qeyûm li şaredariyan bi cih bûne, polîs û leşkerên tirk rê nadin ku em gavekê nêzî şaredariyan bibin. Gelo di rewşeke wiha de qala demokrasîkirin û di çarçoveya qaşo ew demokrasî bi nav  dikin de çalakiyên wiha tenê mijûlî û sistkirinê ye. Li şûna ku divê me rê nedaba em polîs û leşkeran bixin nava şaredariyan, îro em li ber derê şaredariyan in.

Rastiya dijmin her demê ji aliyê gelên hejar û serhildêr ve hatiye dîtin, nabe di roja îro de weke ku em nû bibînin, xwe jê bidin paş. Jixwe tu demê ev zilm kêm nebûye ku em nû îro kirasê tirsê li xwe bikin. Yên bi maf û heq em in. Ji bo wê em çi bikin jî, mafê me ye. Îro ne tenê şaredarî, rûmet û kerameta me dixwazin dest danin ser, gelo ji bo vê kî/ê wê bêdeng bimîne. Bêdengiya li ber vê mayîn nayê wateya bê rûmetiyê. Li nava her civakê rûmet û keramet li ser her tiştî re ye. Îro çav dane kerameta me. Ê madem wisa ye, her kes jî vê dizane, li mala xwe rûniştin û temaşekirin çiye? Ev nayê famkirin. Aliyê metirsdar jî yek jê ev e. Jixwe dijmin ji her alî ve êrîş û zextê dike, em jî bi bêdengî û lênîrana xwe dibin alîkar. Di vê oxirê de em bi hezaran serî jî danin, hê jî kêm e. Ya gel û civakê li ser lingan digire ev e. Ji bo wê ye divê em kolan û bajarên xwe bikin serhildaneke bê rawestan û rojek beriya rojekê wan qeyûman ji şaredariyên xwe derbixin û bavêjin. Divê sebra me nebe em bimînin ku heta hilbijartin din bê û wan derxin û dîsa ew bi qeyûman dagir bikin. Bi kinahî ruheke serhildanê yê gelan ji bo têkbirina faşîzmê lazim e. Jin û ciwanê bi vê rolê rabin û faşîzmê tar û mar bikin.

Ev rastiyeke, her demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala aştiyê dike ev faşîzma serdest a hov şûrê şer hilide. Diyar e bi vê faşîzmê re lihevkirin wê ne mimkûn be. Ji bo vê divê gelê kurd û tirk vê rastiya linavhev a dîrokî ya gelan bibîne. Çareserî gel bi xwe ye….

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar