Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Berxwedaneke gur û geş li pêşiya me ye

Di vê qonaxê de ku hem bi destkeftiyên sedsalî û hem jî windahiyên sedsalî ducanî ye, dikare qedera civaka kurd bide guhertin. Berxwedan û serhildanên gel ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û dîsa seranserî Rojava û dîsa trafîka rêzecivînên di asta navneteweyî ya rayedarên Rêveberiya Xweser de û dîsa aliyê HSD’ê ve gelek tiştên ku siberojê pêk bên rênîşanin ji bo me.

Li gel van rêzehevdîtinan aliyê din jî gef û metirsiya li ser destkeftiyên di kesayetiya Rojava de li ser hemû rûmet û kerameta kurdan neneçarî berxwedan û şerekî gur û xurt dike. Jixwe her roj dewleta tirk a digirker êrîş dike, mirovan digire, qetil dike û sirgûn dike. Nimûneyên vê yên herî ber biçav, sala 2015’an dema Şerê Gel ê Şoreşgerî ya Rêveberiya Xweser a li bakurê Kurdistanê bû. Rejîma dîktator a Erdogan û cêwiyê wî Bahçelî têkçûna xwe ya li hemberî ciwanan û Tevgera Azadiyê dît, ji insanbûnê derket û bi hovane êrîşî bajar û kolanên kurdan kirin. Ne li jin, zarok, ciwan û kalan borî, her tişt da ber xwe û wêran kir. Ne li mizgeft û ne jî li cihên îbadetê xwe girt, talan kir. Vê jî bi çeteyên ku li Kobanê têk çûn, anîn berdan kolanên Şirnex, Cizîr, Sûr, Wan, Colemêrg, Gever û hwd. wêran û serûbin kir. Bi sedan ciwanên ku ji bo azadiyê yên nekarîn berxwedana wan bişikînin di jêrzemînan de qetil kirin. Bangên Hevserokê Meclisa Cizîrê Mehmet Tunç hê jî di guhê me de zindî ye ‘Îro yên bi hewara me neyê bila sibe neyên. Em li ber zilmê çok nedanî.’ Îro ew hewar li rojavayê Kurdistanê tê bihîstin. Bi rengek cuda li bajajarek cuda… kiryar û dijmin heman. Îro hewara Mihemed ê 12 salî ku bedena wî bi çeka kîmyewî şewîtî qîr dike.

Dinya alem li ser bedena me bazarê dike. Me dikin bazara lihevkirinê. Li aliyekê rûs, li aliyekê DYE, li aliyekê Tirkiye û li aliyê din rejîma Sûriyeyê. Ev ne bazarên qir û tunekirinê ye. Li ser qirkirina me ji xwe li hev kirine, lê diyar e li ser xaka me li hev nekirine. Niha bazara wê dikin. Li ber çavê dinê vê dikin. Li ser axa ku me bi xwîna xort û keçên parçeyek ji kezeba dayikan dayî, niha dixwazin me derbikevin. Bi bazarên xwe dixwazin me bi vê razî bikin. Lihevkirinên rûs-tirk û DYE-tirk ne ji bo me ye. Ku evqas canê me divê, rê li pêşiya Tirkiyeyê ve nedikir ku bikeve xaka Sûriyeyê û li dijî kurdan bide şerkirin. Pênaseya KCK’ê a dibêje; ‘Destpêkê peyman li gel DYE û niha jî li gel Rûsyayê hatin kirin, erêkirina qirkirin û dagirkirinê yên dewleta tirk a gelê kurd e. Ji bo vê dibê bi berxwedanê ev yek bê redkirin.’ Ji xwe şerê li herêmê jî nîşan dide ku agirbest tenê di nav de maye û qirkirin hê jî didome.

Ji vê pênasê derdikeve bê ka hêzên emperyalîst ne ji bo qaşo bi van peymanan pêşiya qetilkirina kurdan, berovajî qira kurdan anînê ye. Berî vê jî Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî jî ragihand ku wan ev peyman erênekirin û ji bo vê jî di nava nîqaşê de ne. Lê ya rast wisa dixuyê ku ji derveyî berxwedanê em ê nikaribin serkevin û hebûna xwe nîşan bidin.

Dîsa li gel vê di warê dîplomasî û çalakiyên cihê reng ên li seranserî cîhanê tê kirin ku piştgiriyeke xurt a ji bo kurdan û hêzên kurdî heye. Ev jî dihêle ku em bikarin di vê qadê de serketinekî hê baştir bi dest xwe ve bînin, hê zêdetir çalakiyan xurt bikin. Bi taybet li pêşiya avahî û navendên hikûmet û dewletana tehşîrkirina lihevkirinên ku qira kurdan û hemû kêmeneteweyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bînin ziman û dîsa bi belge û dokumantên hatine bidestxistin baştir bikarin li raya giştî ya cîhanê bigihînin hê zêdetir kesî xebatek yekcar mezin bê kirin. Her ferdek li aliyê xwe bi erka xwe ya welatparêzî rabe, van dîmen û dokumenterên heyî belav bike û li DMME’yê giliyê Tirkiyeyê bike. Ev erkekî exlaqî, wijdanî û welatparêzî ye. Dema ku me ev yek kir, wê ne tirk û ne jî hêzên hevkarî dike xwe li pêşberî vê berxwedanê û pêla nerazîbûna cîhanî bigire. Di gelek waran de ev dihêle ku gavan di serî de li DYE, Rûsya, rejîma Sûriye û Tirkiyeyê bide avêtin.

Dîsa ya ji hemûyan girîngtir em xwe bi her awayî ji pêşerojê re amade bikin…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar