Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Berxwedaneke bi vî rengî kêm caran hatiye dîtin’

Gerîlaya YJA Starê Dr. Rûken Samsûn destnîşan kir ku berxwedanek mîna ya li Werxelê kêm caran di dîroka cîhanê de hatiye dîtin û wiha got: “Îrade û baweriya hevalên me hêzeke mezin dide me.”

Bijîşk û gerîlaya YJA-Starê Rûken Samsûn têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û berxwedana gerîla axivî û diyar kir ku berxwedaneke mîna ya li Werxelê kêm caran hatiye dîtin.

Semsûr bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bikaranîna çekên kimyewî û wiha got: “Dijmin çekên kîmyewî gelekî bi kar anî. Ew yek herî zêde li Werxelê da pêş. Di vir de lawaztiya dijmin jî xuya ye. Li hemberê êrîşên hewayî û yên bejahî vîna hevalên me derdikeve holê.”

Bikarîna çekên kîmyewî bê exlaqiyeke mezin e

Rûken Samsûn sûcen dewleta tirk ên şer nirxand û ev tişt anî ziman: “Bi çekên kîmyewî dewleta tirk nîşan dide ku li beramberê têkçûyîna xwe bêgav maye û bi şêwazên sûcên şer dixwaze encam bigire. Ew çekên kîmyewî weke ku tê zanîn, bandorê li refleksên mirovan û sînîrên mirovan dike. Hindek gazên ku laşê mirov dişewitînin jî hene, dewleta tirk wan jî bi kar tîne. Dîsa ew madeyên kîmyewî ku tên bikaranîn hilma mirov diçikîne. Çekên kîmyewî bi vî şiklî tên şixûlandin. Di xwezaya zindiyan de bi vî rengî ye. Ku ger zindiyekê bê oksîjen bimîne difetise. Çekên kîmyewî di tevahiyê cîhanê de hatine qedexekirin. Çekên kîmyewî divê neyên şixûlandin. Çêkirina wan çekan serbixwe xeteriyek gelekî mezin e. Ew xizmeta Modernîteya Kapîtalîst dike û pergalê xurttir dike. Ev yek ji bo tevahiya mirovahiyê û xwe domkirina zindiyan xeterî ye. Bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîlayan bê exlaqiyeke gelekî mezin e.”

Berxwedaneke bi vî rengî kêm caran hatiye dîtin

Samsûn bal kişand li ser vîna ji pola ya gerîla û wiha pêde çû: “Li wan kelehên berxwedanê weke Werxelê vîna mirovan derdikeve holê. Berxwedanke bi vî rengî di dîroka cîhanê de kêm caran hatiye dîtin. Gerîla bi derwêşbûyînê têdikoşin. Em li vir jî dibînin ku felsefeya Rêber Apo vîna mirovan çiqasî xurt dike. Dema ku em vîna hevrêyên xwe dibînin, hêzê jê digirin. Dema ku mirov vê yekê tîne li ber çavên xwe, mezinbûyîna hêz û baweriya gerîla derdikeve pêş. Gerîla di vir de şerekî bêhempa û fedaiyane dikin. Hevrêyên me çawa ku di jiyanê de bi fedaiyane, fedakarî beşdar dibûn niha vî tiştî di şerê xwe de jî nîşan didin.

Lêhûrbûnên me jî ji bo hevalên me yên birîndar çê dibin. Dijmin her ku diçe êrîşên xwe yên kîmyewî zêdetir dike. Em jî dixwazin lêkolînên xwe yên li ser tedbîrgirtina wan berfirehtir bikin. Em dizanin ku dema ku operasyon çê dibin, şerê giran diqewime. Di qadên şer de şehadetên pir giranbiha jî dibin. Hin caran hevrêyên me birîndar jî dibin. Lê gelek hevalên me rûxmî ku birîndar in, di çeperên şer de têdikoşin û berxwedana xwe didomînin. Em wan hevalan her tim hîs dikin, berxwedana hevalan ji me re dibe hêz û em ê jî li gorî vê yekê berxwedana hevrêyên xwe ji xwe re bikin bingeh û li gorî vê tevbigerin.”

Banga ji bo gelan

Her wiha gerîla Rûken Samsûn wiha bang li civaka tirk kir: “Ji dîrokên kevnar ve gelê tirk û kurd li ser axa Mezopotamyayê bi hev dijîn. Hevrêyên me îro ne tenê ji bo gelê kurd, di heman demê de ji bo gelê tirk û tevahiyê gelan şerê azadiyê didin meşandin. Hişmendiya AKP-MHP îro di navbera gelê tirk û gelê kurd de bi şerê taybet û qirêj re polîtikayên zirav dide meşandin û di navbera gelan de dijminahî çêdike. Divê gelê tirk jî serê xwe li beramberê çekên kîmyewî, qirkirinên fîzîkî û çandî ku pêk tên netewîne. Divê gel hemû jî li beramberî bikaranîna çekên kîmyewî çavên xwe negirin û xwedî li berxwedana hevrêyên me derbikevin. Azadî gelekî nêz e. Bi yekitiya gelan em ê bi ser bikevin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar