Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Berxwedêr Alçîçek: Divê gelê me deng bide berxwedana me

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Sedat Alçîçek bi rêya malbata xwe da zanîn ku rewşa wan a tenduristiyê giran bûye. Alçîçek got ku pir zeîf bûne û ji verişîna xwînê heta serêş û birînên di dev û ziman de, gelek pirsgirêkên din re rû bi rû ne. Alçîçek diyar kir ku ew bi moral û coş in lê divê gelê kurd deng bide berxwedana wan

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Greva birçîbûnê ya Guven di roja 170’emîn de berdewam dike. Greva birçîbûnê di heman de li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li welat û derveyî welat pêl bi pêl mezin bû. Hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de 7 hezar derbas kiriye.

Gelemperiya çalakvanan êdî asta krîtîk derbas kiriye. Bi taybet jî li girtîgehan piştî ku çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin, êrîş û binpêkirinên li dijî girtiyan jî zêdetir bûn. Girtiyên ku bi rêya malbatên xwe agahiyan didin dibêjin ku rewşa gelek hevalên wan di asta krîtîk de ye û banga xwedîderketina li berxwedanê li raya giştî dikin.

121 roj in di greva birçîbûnê de ne

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Sedat Alçîçek e. Alçîçek li Girtîgeha Tîpa F ya Hacilar a Kirikkaleyê tê girtin. Alçîçek ku 28 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, zêdeyî 10 salin di girtîgehê de ye. Alçîçek ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tevî hevalên xwe Îsa Îpeklî, Davud Onder, Îsmet Akin, Kerem Îmrak û Emrah Ubîç di 26’ê kanûna sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Alçîçek bi rêya malbata xwe têkildarî rewşa xwe û hevalên xwe agahî dan.

Gelek pirsgirêkên tenduristiyê rû dane

Berxwedêr Sedat Alçîçek diyar kir ku ew û hevalên xwe,di navbera 18 heta 22 kîloyan zeîf bûne. Alçîçek daxuyand ku rewşa wan a tenduristiyê her ku diçe nebaştir dibe. Alçîçek got ku êdî nikarin rakevin, geh û masûlkeyên wan diêşin, çavên wan baş nabînin, dema dimeşin zehmetiyê dikişînin, di ziman û devê wan de birîn derketine û gelek pirsgirêkên din ên tenduristiyê re rû bi rû ne. Alçîçek da zanîn ku 15-20 roj berê jî 3 caran xwîn verişî ye.

‘Moralê me di asta herî bilind de ye’

Di berdewamê de jî Alçîçek destnîşan kir ku ew bi biryarin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî dibe, çalakiya xwe bidomînin. Alçîçek got ku ew bi bawerin ku dê tecrîd bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: “Moralê me di asta herî bilind de ye. Em dixwazin ku gelê me deng bide dengê berxwedana me. Me di vê rêyê de mirin daye ber çavên xwe û çi dibe bila bibe heta ku em digihijin armanca xwe dê dev ji çalakiya xwe bernedin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar