Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 93 roj in di greva birçîbûnê de ye ji ber tendirûstiya wî xirab bû rakirin nexweşxaneyê
Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf Îba 93 roj in li bajarê Toronto yê Kanadayê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Yusuf Îba ku şevê din ji nişka ve vereşiya û nekarî li ser xwe bisekine û bimeşe. Lewre hevalên wî yên çalakiyê gazî li ambûlansê kirin û Îba rakirin nexweşxaneyê.
Îba yê ku li nexweşxaneyê tedawî qebûl nekir, dîsa vegerandin cihê çalakiyê û berxwedana xwe domand. Hate ragihandin ku di demên dawî de lîfên Îba dihelin. TORONTO