Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Berxwedêrê rojiya mirinê xwest her kes bibin dengê wan

Erol Cengîz ku di 30’yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê, xwest ji bo aştiyê her kes bibe dengê wan. Malbata wî jî wiha got: “Em dixwazin zarokên me bijîn. Ev çi wijdan e?”

Li Girtîgeha Wanê, Erol Cengîz ku di 1’ê adarê de li dijî tecrîda li Îmraliyê ketibû greva birçîbûnê, di 30’yê Nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Cengîz, ewilî di sala 2011’an de hatiye girtin û piştî 3 sal û nîvan hatiye berdan lê belê di sala 2016’an de careke din hatiye girtin û 14 sal ceza lê hatiye birîn. Her wiha Cengîz, di sala 2012’an de jî li girtîgehê 47 roja di greva birçîbûnê de maye.

Cengîz ku di dema hevdîtina bi malbata xwe re ji bo raya giştî ev peyam şand: “Armnaca çalakiya me ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bidawîbûna tecrîda li ser birêz Abddullah Ocalan û tevahiya welat e. Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me ya rojiya mirinê dewam bike. Ji bo aştiyê divê her kes bibe dengê me.”

Dayik Fazê Cengîz jî ev tişt anî ziman: “Moralê kurê min pir baş bû. 10 roj in di rojiya mirinê de ye û pir zihîf bûye. Got, heta ew bi ser nekevin ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.” Dayik Cengîz diyar kir ku daxwaza kurê wê daxwazeke demokratîk e û ji bo kes nemire divê tecrîd bi dawî bibe.

‘Em dixwazin zarokên me bijîn’

Bav Hecî Tayyîp Cengîz jî ev tişt got: “Li girtîgehê zarokên me birçî ne. Ev çi wijdan e? Çawa bêdeng dimînin. Em rojiyê digirin. Êvarî di fitariyê de xwarin di qirika me re naçe. Berî kes bimire divê pirsgirêk çareser bibe. Em dixwazin zarokên me bijîn.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar