Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Berxwedêrê zindanê: Berxwedana me bi bîr û baweriyeke xurt didome

Berxwedêrê zindanê Mehmet Ayas diyar kir ku ji bo çalakiya xwe bigihînin armancê ew bi bîr û baweriyeke xurt li ber xwe didin û wiha axivî: “Di vê pêvajoya krîtîk de divê rola xwe bilîzin û bileztirîn tevbigerin. Coşa gelê me li asta herî jor e. Lidarxistina çalakiyê vê coşê gur dike û bingeha vê coşê jî çalakî bi xwe ye. Divê em berxwedanê hîn xurtir bikin.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk  27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê de dest bi greva birçîbûnêkirin. Berxwedana geriyên di roja 108’an de bi biryardarî didome.

Berxwedêrê zindanê Mehmet (22) li Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê tê ragirtin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Ayas, xwest ku her kes xwedî li grevên birçîbûnê derkeve. Ayas, di sala 2020’an de hate binçavkirin û 12 sal û nîv ceza lê hate birîn. Di hevdîtina ser telefonê ya di 11’ê adarê de bi rêya malbata xwe bangî raya giştî kir. Ayas, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de dest pê kiribûn û got ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk têdikoşin.

Mehmet Ayas di hevdîtinê de ev peyam parve kir: “Em evîndarên azadiyê, ji meha mijdarê ve di çalakiyan de ne. Armanca me, azadiya birêz Ocalan e û çareserkirina pirsgirêka gelê kurd e. Çalakiya me li gorî van pîvanan dimeşe. Li her 4 parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê ev çalakiya me gihîştiye vê astê. Em weke evîndarên azadiyê ne mimkûn bû li derveyî pêvajoyê mabûna. Polîtîkayên têkbirin û windakirina li ser gelê kurd hîn bê navber tê domandin. Ji ber vê gerek em berxwedanê hîn bêhtir gur bikin. Em ketine qonaxa ku êdî gel nema tehemûlî êrîşên li ser birêz Ocalan tê kirin qebûl bikin. Ji îro pêve em amadene ku vê berpirsiyariyê hilgirin ser xwe û tekoşînê gur bikin. Ji ber berpirsiyariya xwe ya dîrokî em amade ne. Bi bîr û baweriyeke xurt ji bo çalakiya me bigihê armanca xwe em ê bidomînin. Dayik û malbatên me ên nirxdar jî piştgirî û ked dan vê tekoşîna me. Ji ber vê divê gelê me ê bi rûmet hîn bêhtir xwedî li vê berxwedanê derkeve. Di vê pêvajoya krîtîk de divê rola xwe bilîzin û bileztirîn tevbigerin. Coşa gelê me li asta herî jor e. Lidarxistina çalakiyê vê coşê gur dike û bingeha vê coşê jî çalakî bi xwe ye.”

Di berdewamiya peyama xwe de Ayas ev tişt anî ziman: “Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û 21’ê Adarê roja Newrozê bi hev re pêşwazî dikin û pîroz dikin. Ev roj rojên berxwedan û tekoşînê ne. Tovên azadiyê di xwe de dihewîne. Divê em bi coşeke mezin bi vê bîr û baweriya ji dîrokê hatiya wergirtin van rojan pîroz bikin.  8’ê Adarê û 21’ê Adarê di serî de li dayikan, li gelê me pîroz be. Ez silav û hûrmetên xwe li hevalên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne û li dayikên di çalakiya Nobeta Edaletê de ne pêşkêş dikim. Em dixwazin têkoşîn bi awayekî herî xurt bê mezinkirin û bawer im ku gelê me dê bi vê keda xwe li azadiya xwe xwedî derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar