Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedêrê zindanê: Çalakiya me vexwedina têkoşînê ye

Ji berxwedêrên zindanan Abdulsettar Ozer der barê berxwedana li girtîgehan kir û ev tişt anî ziman: “ Gelê me di Newrozê de û di hilbijartinên xwecihî de bersiveke xurt da faşîzma dewleta Tirk. Ev yek sekneke girîng bû, hêz da me hemûyan, hêvî û berxwedêrî xurt kir. Qonaxa duyemîn a çalakiya me her kesî vedixwîne têkoşînê.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd çareseriya siyasî”, 27’ê mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Berxwedêran greva birçîbûnê bi biryardariyeke mezin domandin û ji ber daxwazên wan pê nehatin 4’ê nîsanê roja rojbûna Rêber Apo çalakiya xwe veguherandin boykotkirina dadgehan û derneketina telefon û hevdîtina malbatan. Berxwedana zindanan bi biryardariyeke mezin di roja 186’an de didome.

Yek ji berxwedêrê zindanan Abdulsettar Ozer ê li girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, têkildarî çalakiyê axivî. Ozer diyar kir ku asta destpêkê ya çalakiya wan greva birçîbûnê ya dorveger bû ku bi armanca hişyarkirinê hate kirin û anî ziman, asta duyemîn a çalakiyê ew e ku mirovên têgihiştî yên demokratîk û welatparêz vexwendîne wê yekê ku hîn bêhtir bi berpirsyariya xwe rabin.

Ozer nirxên civaka demokratîk û hebûna gelê kurd weke sedema polîtîkayên êrişê yên li Îmraliyê nîşan da û wiha got: “Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê êrîş li ser nirxên civaka demokratîk û hebûna gelê kurd tê kirin. Eger li hemberî vê yekê heta niha helwesteke giştî nehatibe nîşandan, ev yek ji bo me hêzên demokratîk welatparêz lawaziyeke. Em hewl didin bi rêbaza xwe ya heyî ya çalakiyê vê yekê çareser bikin. Piştî ku asta duyemîn xurt bû, em di wê baweriyê de ne ku di asta sêyemîn de em ê bi gelên xwe û hêzên demokratîk re dirûşma xwe ya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ bi serketinê tacîdar bikin.”

Ozer ragihand ku rêbaza wan a nû ya çalakiyê tecrîdkirina xwe nîne, lê belê xwegihandina li rastiya têkoşînê, şehîdan û rêbertî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji bo xwe weke şensekê dibînin kuk mîna Rêber Apo bijîn, di ruh, fikir û hestê de bi wî re bibe hevpar. Ya ku me dike em, biryardariya vegera li cewhera xwe, li nirxên polîtîk û exlaqî ye. Bêguman weke civak divê em xwedî li vê yekê derkevin. Gelê me di Newrozê de û di hilbijartinên xwecihî de bersiveke xurt da faşîzma dewleta Tirk. Ev yek sekneke girîng bû, hêz da me hemûyan, hêvî û berxwedêrî xurt kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar