Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Berxwedêrê zindanê: Dengê me ragihînin her kesî

Berxwedêrê zindanê Bakir Ozturk diyar kir ku heta ku tecrîda li ser Rêber Apo ranebe ne bi telefonê diaxivin ne jî bi malbatê re hevdîtinê dikin û wiha got: “Li derve peywîrek dikeve ser milê we, dengê me ji herkesê re ragihînin.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27’ê mijdara 2023’yan roja damezrandina PKK’ê de dest bi greva birçîbûnê kirin ûji 4’ê Nîsanê ve veguhestin qonaxeke nû. Berxwedêrên zindanan di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan boykot bikin û bi malbatên xwe re telefonê neaxivin û dernekevin hevdîtinan.

Berxwedêrê zindanê Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re ya dawî de destnîşan kir ku heta tecrîd ranebe dê çalakiya wan berdewam bike. Berxwedêr Ozturk ê di axaftina xwe ya bi telefonê de bang li ciwanên welatparêz kir, ev tişt gotin: “Ez û hevalên xwe heta ku tecrîda li ser serokatî ranebe ne bi telefonê diaxivin ne jî bi malbatê re hevdîtinê dikin. Li derve peywîrek dikeve ser milê we, dengê me ji herkesê re ragihînin. Di medyaya dîjîtal de, li CÎMER’ê û Wezareta Dadê dengê me ji her derê re ragihînin. Banga me li hemû gelan û ciwanên welatparêz e. Divê piştgiriyê bidin Serokatiya me û bikin ku demildest tecrîd were rakirin.

Birayê Ozturk, Îbrahîm Ozturk jî destnîşan kir ku herkesên xwedî wijdan divê li dijî vê rewşê bêdeng nebin û banga hestiyariyê kir. Ozturk, axaftina xwe wiha domand: “Em weke gelê kurd bi salan e bindest in. Lê me qet li dijî vê rewşê serî netewand û em ê netewînin. Ez dixwazin vê bi taybetî destnîşan bikim. Şertên girtîgehê zor in. Dema em weke malbat çû serdana dawî jî em rastî lêgerînên der mirovî hatin.”

Ozturk bi bîr xist ku çalakiya kekê wî û girtiyên din berdewam dike û ev bang li her kesî kir: “Ez bang li mirovên xwedî wijdan dikim, di serî de ciwan û hemû beşên civakê divê bibin dengê hevalên me yên di girtîgehan de.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar