Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Berxwedêrên jin: Divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Berxwedêrên jin di nameya ku ji Wezareta Dadê re şandin de wiha gotin: “Ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe ya di aştiyê de bilîze divê tecrîd were rakirin, azadiya wî ya fizîkî pêk were û şertên pêwîst werin bicihanîn.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq tê ragirtin, 37 meh in agahî jê nayê girtin. Berxwedêrên zindanan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo 134 roj in di nava berxwedanê de ne. 60 berxwedêrên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di vê çarçoveyê de nameyeke berfireh ji Wezareta Dadê û berpirsyarên dewletê re şandin. Di nameyê de hate xwestin ku ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe ya di aştiyê de bilîze divê tecrîd were rakirin, azadiya wî ya fizîkî pêk were û şertên pêwîst werin bicihanîn.

Nameya ku 60 jinan şandiye wiha ye: “Em li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 60 girtiyên jin ên siyasî ne. Berdewamkirina polîtîkayên îşkenceyê û tecrîda girankirî ya li ser pêşengê aştiyê Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, welate me ber bi kaosekê ve dibe.

Heke em bînin bîra xwe; ji bo R¨ber Apo yê pêşengê aştiyê, gelek rojnamevan û siyasetmedarên li Tirkiyeyê axaftinên ku vê mîsyona wî teyît bikin kirine:

Cîgirê Serokwezîr ê Demê Beşîr Atalay wiha gotibû; ‘Hûn biecibînin û neecibînin jî Serokê kurdan Ocalan e.’

Yek ji nivîskarên rojnameya Sabahê Emre Akgoz wiha gotibû; ‘PKK ne rêxistineke terorê ye. Mirov ji rêxistineke ku bi 100 kesan êrişî qereqola sînor kiriye, çekên giran bikaraniye, ji gel piştgiriyê digire û tevî 30 hezar mirinan hebûna xwe didomîne re bê rêxistina terorê tiştekî ku mirov ji behrê re bêje ‘gol’ e. Apo siyasetmedarekî ku weke neteweperwerekî kurd ji bo bigihe armanca xwe tundî bikaraniye ye.’

Rojnamevan Ahmet Altan ji wî re gotibû Mandelayê kurd e û diyar kiribû ku di meseleya kurd de navê herî girîng e.

Serşewirmendê Serokwezîr Yalçin Akdogan di 21’ê kanûna 2012’an de wiha gotibû: ‘Ocalan hêj jî aktorê herî girîng e.’

Civîna çapemeniyê ya Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan di 6’ê çileya 2013’an de li dar xist: ‘Pêvajoya çareseriyê dê bidome.’ (Rojnameya Hurriyetê)

Yalçin Akdogan: ‘Ez difikirim ku Ocalan pêvajoyê ji yên din rasttir dixwîne. Dibe ku derfetê televizyonê û temaşekirina bernameyên nîqaşê rol lîstibe. Li Sûriyeyê li gelek welatan di astên cuda de derbas bû. Ji ber ku bi dehan salan e di nava van karan de ye, nêrîneke wî ya cuda jî heye. Tecrubeya wî ya xwendina bûyeran heye. Eger hûn bala xwe bidinê, peyamên ku ew dide, hesasiyeteke ku ji peyamên kesên din zêdetir li ser pêşeroja pêvajoyê difikire nîşan dide.’

Waliyê Şirnexê yê demê Hasan Îpek, got ku Recep Tayîp Erdogan û Abdullah Ocalan yek in û spasiyên xwe bi rêya çapemeniyê pêşkeş kirin. Di 15’ê sibata 2014’an de di pêşengtiya 127 rewşenbîran de li Stenbolê kampanyaya ‘Ji bo avakirina aştî û demokrasiyê ji Ocalan re azadî’ ji raya giştî re hate ragihandin.

Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn wiha gotibû; ‘Dema ku dozgerek derkeve dê hesab bipirse ku ‘hûn çima hewl didin aştiyê bînin Tirkiyeyê? Dê pirsa ‘Hûn çima ji bo rawestandina xwîn û rondikên çavan ên diherikin têdikoşin?’ Heke ev sûc be ez vî sûcî li vir dikim.’

Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay wiha gotibû: ‘Me esas dewlet û saziyên wê bi wê re hevrûkirin. Me bi paşerojê re tiştên di paşêrojê de kirine re hevrûkirin. Me xeletî, neheqî, zilm, qedexe, tirs, fikar, kiryarên nediyar, hemû neyînî careke din raxistin li ber çavan. Hemû pirsgirêkên mezin zor çareser dibin. Kêmasiya navbeynkarên navneteweyî jî bûye pirsgirêkeke girîng, lê belê em bi xwebaweriyeke mezin û bi wêrekiyeke mezin pêk tînin.’

Li dijî gefa DAIŞ’ê Turbeya Suleyman Şah bi operasyona hevpar a YPG’ê û artêşa tirk veguhestin qadeke ewletir.

Di pêvajoya muzakereyan a 2013-2015’an de, di encama windakirina dengan a partiya desthilatê ya li dijî HDP’ê de, ku Ocalan destnîşan kir û berxwedana serketî ya kurdan a li dijî DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêvajo ji aliyê hikûmetê ve hat qedandin.

Ji 5’ê nîsana 2015’an heta 11’ê îlona 2016’an ji pêşengê aştiyê -ku hemû rayedarên hikumet û dewletê wî weke Rêberê Gelê Kurd dizanin- agahî nehate wergirtin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (KBMMNY) di rapora xwe de tiştên qewimîn weke ‘wêneyê qiyametê’ bi nav dike.

Çareseriya pirsgirêkên siyasî -weke ku di cîhanê de tê zanîn- wê bibe partiya bijarte û şandeyên (dewlet) ji aliyê wê ve li aliyekî maseyê hatine wezîfedarkirin.Aliyê dewletê yê pevçûn an jî şer, partiya desthilatdar a wê rojê ye. Muxatabên di vî alî de diyar in.

Ji ber ku pirsgirêka kurd (yanî pirsgirêka ferzkirin û redkirina tirkbûnê) rastiyek e ku ev 100 sal in -û Peymana Lozanê sed saliya xwe temam kiriye- ji aliyê çar dewletên netewe (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) red kirin, înkar kirin, zimanekî bi tenê gelê kurd ferz kirine û ew asîmîle kirine. Kurdan her tim li dijî vê serî hildane. Silêman Demîrel ji PKK’ê re got serhildana 29’emîn.

Ji bo dawî li vî şer û şerê ku nêzî nîv sedsal e didome bê dayîn divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê rakirin û muzakere bên destpêkirin.

Îro 657 girtiyên nexweşên giran bi raporên ATK’ê an ku raporên ‘fermana kuştinê’ heta nefesa xwe ya dawî tên îşkencekirin û darve kirin. Piştî 30 salan jî girtî nayên berdan, niha 350 girtiyên nexweş bi awayekî keyfî nayên berdan. Ev yek cihê şermê ye ku asta sûcên li dijî mirovahiyê derbas kiriye, yanî pêkanîneke şermê ya li exlaqa hiqûqê ye.

Îro li sedan girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî bi grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê ya demildest têdikoşin. Divê ev deng demildest were bihîstin. Weke encam bang li desthilat, Wezareta Dadê û hemû berpirsyaran dikin ku ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê pêşengê aştiyê ye were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar