Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedêrên Strasbourgê: Ji bilî serketinê rêyeke din nîne

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê Gulistan Îke diyar kir ku ew zanin dil û mejiyê bi milyonan kurdî bi wan re ne û got ku ji bilî serketinê rêyeke din li ber wan nîne

Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê 87 roj li pey xwe hişt. Kurdên li çar aliyên Ewropayê ne xwedî li vê berxwedana bi biryar derdikevin. 20 endamên Meclisa Gel a bajarê Creil ê Fransayê doh serdana berxwedêran kirin. Parlamentera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî serdana çalakgerên li Strasbourgê kirin.

Ji endamên Meclisa Gel a Creilê Azmî Guven di dema serdanê de axivî û ji bo berxwedana li dijî tecrîdê wiha got: “Teqîna volkana dilê me ye ku li ber tefandinê bû.”

Parlamentera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan jî diyar kir ku greva birçîbûnê yek ji çalakiyên demokratîk ên ‘herî zehmet e’ û destnîşan kir ku vîna mirovan herî zêde di vê çalakiyê de derdikeve holê. Aydogan diyar kir ku tu çek nîne ku karibe vîna mirovan ji holê rake û wiha got: “Ev biryardarî dê deriyên Îmraliyê veke. Ev berxwedan dê teqez bi ser bikeve.” Aydogan got ku wezîfeya wan ew e ku bibin dengê vê sekna bi heybet û bi têkoşîneke xurt vê berxwedanê bi ser bixînin.

‘Dilê bi milyonan mirovî bi me re ye’

Gulîstan Îke bi navê berxwedêran axivî û diyar kir ku berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven a di 7’ê Mijdarê de dest pê kir dê bi Newrozê re bigihêje asta serketineke mezin. Îke got ku dil û mejiyê bi milyonan kurdî bi wan re ne û destnîşan kir ku ji bilî serketinê rêyeke din li ber vê pêngava wan a mezin nîne. Îke îşaret bi girîngiya xwedîderketina li berxwedanê kir û anî ziman ku tecrîd li dijî gel e lewma pirsgirêka her kesî ye. Îke ji bo mezinkirina desteka ji bo berxwedanê bang kir û got ku serketin bi vî rengî dê pêk were. STRASBOURG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar