Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedêrên Werxelê: Berxwedan dê vegera tolhildan û êrîşê

Berxwedêrên li Werxelê yê Avaşînê li dijî êrîşên dagirkeriya tirk nêzî 5 meh in bênavber tevî her cûre teknîk û bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî li ber xwe didin

Berxwedêrên li Werxelê ya Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dagirkeriya tirk û bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî li ber xwe didin, bi rêya bêtêlê peyamek dan.

Peyama Berxwedêrên Werxelê wiha ye:

“Di operasyona Avaşîn a ku 4 mehên xwe tijî kirî de, gelek hevrêyên me bi fedekariyeke mezin tevlêbûn. Bi jiyana xwe berdêl dan û şehîd ketin. Ev nirxên ku wan hevrêyan ava kirî dê bibe çiraya mirovahiyê û her tim bijî. Ew ê her tim ji rêya me re bibe ronahî. Em di şexsê wan hevrêyan de hemû şehîdan bi bîr tînin. Em ê her tim xwedî li bîranînê wan derkevin.

Dawiya wan nêzik e

Yên ku îro li hember êrîşên neyar ber xwe didin, di serî de ji Rêber Apo, hemû hevrêyan û ji gelê xwe re silav û hezkirinê xwe dişînin. Êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê tu caran neqediya, naqede û wê her tim berdewam bike. Ev êrîş jî diyar dikin ku dawiya wan hatiye. Ji ber ku vê rastiyê dizanin, bêyî ku pîvanan nas bikin êrîş dikin. Dixwazin xwe ji ber vê rastiya ku jê direvin xilas bikin.

Berxwedana çiyayan belavî bajaran bibe

Me ala berxwedanê ya çanda Apoyî yê ku li zindana Amedê çong li neyaran tewand hilgirt ser milê xwe. Ger xeta berxwedêr a Apoyî ya ku Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmazan berdewam bike, her ku neyar êrîş bike, dê ewqas têk biçe. Dewleta tirk li zindana Amedê hemû şêwazên hovane bi kar anî. Lê berxwedan neqediya û mezin bû. Belavî 4 perçeyên Kurdistanê bû. Hêvî û bendewariya me jî ew e ku; ev berxwedan ji çiyayan derbasî bajaran bibe û belavê 4 perçeyên Kurdistanê bibe. Berxwedana ku bi Kemal û Xeyriyan heta Serhed û Şerzanan dirêj bûyî, wê tenê ne dewleta tirk a dagirker xeta hevkariyê ya îxanetê jî biavêje sergoya dîrokê. Di vî warî de heta dawiyê baweriya me heye.

Bê navber derveyî pîvanan gazên jehrî bi kar tînin

Neyar her roj gazên jehrî bi kar tînin û teqemeniyan pêk tînin. 4 heyv in operasyon berdewan dike û 90 roj in gazên jehrî bi kar tînin û teqemeniyan pêk tînin. Gaza ku bikar tînin piraniya wan kîmyewî ne. Lê ew gazên ku têne bikaranîn bi şêwaza dayika xweza dayî me, hate bêbandorkirin. Bikaranîna gazê 90 roj in bênavber berdewam dike. Bi heman şêwazê bi tonan teqemenî bikar anîn. Lê belê şikêrên Zagrosan ên bi heybet li ber xwe dan û wê hîn jî li ber xwe bide. Dîsa hatin ber tunêlên şer xwestin êrîş bikin. Lê li hember vê hevalan li ber xwe dan û gavek xwe paşve dan. Ev jî nebû bi balafirên şer û yên bêmirov êrîş dikin. Hemû rêbazên ku para xwe ji mirovahiyê negirtî bi kar anîn. Xuyaye wê hêj jî bi kar bînin. Bêyî ku destûr û pîvanan nas bikin, hemû şêwazan bi kar tînin.

Kelha Werxelê dê li ber xwe bide

Leşkertî karekî bi şeref û rûmet e. Dewleta tirk şeref û rûmet xistiye bin pêyên xwe. Ji dîrokê jî em dizanin pîvan û destûrên şer hene. Her leşkerek li ser ‘bi şeref û rûmet jiyankirinê’ sond dixwe. Di dewleta tirk û koleyên wê de ev şeref û rûmet nemaye. Ger ku ji mirovahiyê kêmek be jî par girtibin, bê ku pîvan û destûran nas bikin, ewqas êrîş nedikirin. Kela Werxelê ruxmê hemû êrîşan 90 roj in li ber xwe dide û dê hîn jî li ber xwe bide. Bi van kiryarên xwe yên hovane nikarin tiştekî bi dest bixin. Ger dest bixin jî ev destkeftî dibe nîşaneya rûreşî û rastiyan wan a bi şerm.

Çiqas xeta xiyanetê hebe jî Kurdistan tim li dijî mijokdariyê bûye kelha berxwedanê

Di vê demê de ew ji bo binketina xwe ya li hember wijdana mirovahiyê veşêre ketine nava hewldanan. Em jî serkeftina xeta berxwedanê ya kurdan carekê din dinivîsînin rûpelên dîrokê. Dewleta tirk bêfikar êrîşî hemû nirxên me dike. Tiştên ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin, li ser gelê me rewa dibînin. Di milekî de êrîşî kurdan dike, di milekî din de jî behsa kurd û biratiyê dike. Ew jî durûtiya wan nîşan dide. Her çiqas xeta xiyanetkar hebe jî Kurdistan her tim li hember mijokdariyê bûye keleha berxwedanê. Çanda Apoyî di vê axê de her tim tiştên xweş, baş û rast çandiye. Em wek parêzerên hemû nirxên mirovahiyê, hezar sal jî derbas bibin kiryarên dewleta tirk ên qirej ji bîr nakin.

Berxwedan dê vegera tolhildan û êrîşê

Ev berxwedan di me de kîn xofa hezar salan diçîne û ava dike. Em ê vê kîn û xofê belavê çar perçeyên Kurdistanê bikin. Kesên ku li ser axa Kurdistanê dijîn divê vê rastiyê bizanibin. Bêhn girtina me jî her tim pergala wan xirab dike. Di her êrîşê de em wek kêran tûj dibin. Em êrîşên li ser nirxê xwe yê herî mezin Rêber Apo, tu caran ji bîr nakin. Gerek dewleta tirk û hevkarên xwe bizanibe ku me sond xwariye; hezar sal jî derbas bibe em kiryarên wan ji bîr nakin. Em jî vê diyar dikin; ev berxwedan bi demê re wê cihê xwe bi tolhildan û erîşê re biguhere!” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar