Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Berxwedêrên Zendûrayê îspat kirin ku ‘îrade’ li ser her tiştî ye

Gerîlaya YJA Starê Berçem Qamişlo diyar kir ku gerîlayên li Zendûrayê ji bo wan bûne nimûneya berxwedanê û wiha got: “Artêşa tirk a dagirker li beramber îradeya gerîlayên azadiya Kurdistanê têkçû û Zendûrayê ji dagirkeran re kirin gor. Em di wê baweriyê de ne ku em ê dagirkeran di şerê tûnelan de bin bixin.”

Gerîlaya YJA STARê Berçem Qamişlo li ser berxwedana Zendûrayê û bandora berxwedanê ya li ser gerîla ji Ajansa Rojnewsê re axivî.

Berçem Qamişlo diyar kir ku Zendûra ji bo dagirkeriya tirk bûye goristan û wiha got: “Zendûra ji bo dagirkeran bû gor. Berxwedana hevalên me kirin, ne berxwedaneke wisa ji rêzê bû, berxwedaneke nimûne û dîrokî bû. Artêşa dagirker li hember îradeya gerîlayên azadiya Kurdistan têk çû. Em di wê baweriyê de ne ku gerîlayên Kurdistanê dê dagirkeran di şerê tunelan de bin bixin.”

‘Hevalên Zendûra ji bo me mînakin’

Gerîla Berçem da zanîn berxwedêrên Zendûrayê ji bo wan mînak in û ev tişt anî ziman: “Em destpêkê hevalên ku di berxwedaniya Zendûra de cih girtine silav û pîroz dikin. Zendûra ji bo me bû dîrokek. Hem jî dîrokekî tijî di nava berxwedanê de. Bi berxwedana xwe ji bo me bûn xetek. Em soza xwe nû dikin ku tu carî ji ser xeta wê berxwedaniyê dernekevin. Em ê şopdarê wan hevalan bin. Zendûra ji bo me bi rastî jî hestekî pir xurt da avakirin. Ew hevalên li wê derê ji bo me pêşeng in. Hiştin ku em jî hêza xwe nas bikin û li ser şopa wan bimeşin. Em kelecaneke mezin ji berxwedana wan digirin.

Em jî wekî kesayet hêza xwe nas bikin û bikaribin di nava vê berxwedaniyê de şopdarê wan hevalana bibin. Zendûra ji bo me pir cuda ye. Kelecanekî pir cuda dide ava kirin ku mirov li hemberî wî dilerize.”

‘Berxwedana Zendûra da nîşan ku îrade li ser her tiştî re ye’

Gerîlaya YJA Starê Berçem Qamişlo destnîşan kir ku wan careke din bi berxwedana Zendûrayê fêm kirine ku îradeya mirov li ser her tiştî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevalên ku di berxwedana Zendûrayê de cih girtin, encama ku îrade li ser her tiştî re ye derxistin holê. Ji bo wî jî tiştê herî zêde ji mirovan re pêwîst e îrade ye ne teknîk e. Dijmin hemû tiştê xwe dide teknîkê lê em berovajiyê dijmin hêza xwe ji îradeya xwe digirin. Mîna Zendûrayê berxwedana Mam Reşoyê jî bi heman awayî ji bo me her gerîlayek bû hêzek mezin. Ez berxwedana van hevalên xwe yên berxwedêr pîroz dikim, soz dikim ku tu carî ji vê xeta ku xêz kirine dernekevim. Em ê destûr nedin xwîna ku wan rijandiye li erdê bimîne. Ez silavên xwe ji hemû berxwedêrên Metînayê re dişînim. Ez ê weke rêhevalek wan her timî hêjayî wan bim û li ser şopa wan biçim.” Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar