Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Berxwedêrên zêrîn

“Ji ber vê Rêwîtiya her gerîlayekî wek zayînê ye. Di zayîna xwe de rastiyên xwe diafirînin. Carna êşên herî dijwar dikişînin, carnan di reşetariyan de dimînin lê ji bo serxistina têkoşîna zayînê rêwîtiya xwe dewam dikin. Gelo mirovên ku bi agir re dibin yek, xwedî dilekî çawa ne?”

Têkoşîn Axîn | 

Rojnamevan Têkoşîn Axîn ku berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk dişopîne, 3 lehengên ku bi têkoşîna xwe li ser dîroka berxwedanê rûpelên zêrîn zêde kirine, nivîsand.

Nivîsa Têşoşîn Axîn a bi sernavê ‘Di Rûpelên Dîrokê de Berxwedêrên Zêrîn’ wiha ye:

“Dema ku hebûn dibe mijara gotinê; hemû gelên ku rû bi rûyê têkçûyîna şeref û azadiya xwe dimînin, neçarî şer dibin. Derveyî şer, tu rêbazên din ji bo azadî, şeref û parastina wan nabe bersiv.

Xaka Mezopotamya bûye dergûşa mirovahiyê, ango wargehên ku mirovahî tê de şîn bûne ye. Gavên yekem ên însaniyetê jî li ser axa Kurdistanê ku perçeyek ji Mezopotamyayê destpê kirine, ji tovekî şîn bûye kulîlkên reng û reng. Her ku rehên xwe qewîm kirine, belav bûye tevahiya cîhanê. Ji ber vê yekê Mezopotamya her dem bi xweşikbûnên xwe yên bêhempa û dewlemendiyên xwe ve bala her kesî kişandiye û bûye navenda êrîşan. Li beramberî van êrîşan berxwedan jî her dom kiriye.

Di roja îro de jî, li beramberî êrîşên hovane, gerîlayên azadiyê ji bo parastina xaka pîroz ango bihûşta ser rûyê erdê xwe fedayî gelê xwe dikin.

Her kêliyekî gerîlayên azadiyê bi destanên qehremaniyê dagirtiye. Di dîrokek bi navûdeng a şerê azadiyê de, wan herdem berê xwe dane rojê, lewra xwedî azweriya azadiyê ne. Ew jî dizanin ku gihiştina azadiyê bêyî berdêl nabe, ev rê rêyek wisa ye ku di çemberek ji agir şerê man û nemanê bidin. Ji ber vê ew heta dawî bibiryar û bawerbûn. Xwedî bawerî û dilekî ji pola bûn. Şev û roj her dem rêwî bûn, lewra çiyayên bilind, newalên kur li benda wan bûn. Divê tarîtiya şevê, pêlên rubaran derbas bikin û bigihîjin wargehên ku evînek nû lê şîn dibe.

Êş û azar, şewat, talan, kuştin tu carî li ser van axan kêm nebûye lê keç û xortên ku di hembêza axên bi bereket de pîrozbûna xaka Kurdistanê nas kirine, li hember dagirkeran şerekî bêhempa dimeşînin. Ji çar aliyan ve agirê wekî dojehê li ser Kurdistanê dibare. hoveberên qirker şûrên xwe kişandine û dixwazin hemû bedewiyên Kurdistanê ji holê rabikin. Ji erd û ezman agir dibare lê di nava vî agirê dijwar de berxwedêrên hemdem bi zelaliya avekî dibin Jiyan, Azad û Destîna.

Ji ber vê Rêwîtiya her gerîlayekî wek zayînê ye. Di zayîna xwe de rastiyên xwe diafirînin. Carna êşên herî dijwar dikişînin, carnan di reşetariyan de dimînin lê ji bo serxistina têkoşîna zayînê rêwîtiya xwe dewam dikin. Gelo mirovên ku bi agir re dibin yek, xwedî dilekî çawa ne? Ji ronahiya hêviya sê dilên evîndar ên Jiyan, Azad û Destîna de em ê rêzanên azadiyê nas bikin.

Jiyan; wek behrekî bê dawî û kûr e. Divê bêrawestandin avjenî bikî daku noqî avê nebî. Ji bo nefes bigirî divê nesekinî herdem bi herikînê ve berê xwe bidî çem û rubarên nû. Di nava herikbariya vê deryayê de gerîla Jiyan jî ji her kendal, zinar, newal û çiyayên ku derbas dikir de şopekî xwe dihîşt, lewra ew xweşikbûna kenên xwe yên bedew, hêza xwe ya wek bilindahiya çiyayan de bû ji vê xakê digirt. Ew ax bû, ew bayekî biharê, baranekî ku pêl bi pêl coş dikir ava Xaburê, ew Jiyan bi xwe bû lewra wateya hebûnê di wê de gihîştibû heqîqeta xwe. Niha di stêrkên şewqdar de wêneyê Jiyan hatiye neqişandin. Her ku dengê top û guleyan tarîtiya şevê de bilind dibe jina serhildêr Jiyan dibêje ‘Ji bo azadiya gelê xwe em ê çi berdêl bidin jî şer bikin û bi ser bikevin’.  Tarîtiya şevê diqetîne û dengê kenê xwe yê bedew li pey xwe dihêle. Dilê wê her dem bi armanca tolhildanê lêdida û di rojnivîsên xwe de vê çûyîna çalakiyê wiha dinivîse; “Êdî dem hatiye. Dem ne dema bêdengeyî ye. Dîrok li benda me ye da ku em çalakiyek herî encamgir pêk bînin. Divê ev çalakiya me jî ji rêzê nebe. Ji bo azadiya Serokatî û gelê me divê em bi ser bikevin. Dem dema tolhildanê ye. Rêyekî tenê heye ji bo gelê kurd ew jî di nava şerekî bêeman de tola xwe rakirin e. Hevalên me yên şehîd jî li benda gavên wiha dîrokî ne. Divê em xeyalên wan pêk bînin. Bila erd biqelişe û agirê dojehê li ser neyaran de bibare. Bila guleyên li devê namluyan de di dil û mêjiyê dijmin de biteqe. Lewra dem dema tolhildanê ye. Dem dema azadiyê ye.”

Zayîna jiyanê pir bi zehmet bû. Ji ber vê dema Serokatî behsa jiyana azad dike dibêje; “Ên ku di vê zayînê de digihîje azadiyê, di evîn û serkeftinê de kesê ku digihîje xwesteka xwe ye. Ango azadî gihîştin e lê ku ev di rastîna serkeftin û evînê de bê îspatkirin.” Gerîla Azad jî ji bo jiyanek azad xwedî lêgerînek bêdawî ye hîn di temenekî zarok de ronahiya jiyana azad a ku ji çiyayên Kurdistanê bilind dibe. Lêgerên xwe bi bilindahiya çiyayan re dike yek. Ji bo azadiya welatê xwe, xwedî biryarekî herî xurt bû ji ber vê di gavên yekemîn yê şoreşgertiyê de ji azadiyê hez kir û ji bo afirandina azadiyê ew bû Azad, Azadê ku jiyana azad bi şerekî di nava agir de bi ser bixe. Şoreşgerê dilsoz her bi xeta azadiyê re jiya. Ew, jiyan û çax bi xwe bû. Bê rawestandin û bêsekinandin di meşekî bêdawî de berdewam kir. Li ser hespên spî boz dilê wî wek şûrekî bû û digot “Berdêl çi dibe bila be dijmin nikare serkeftinekî bi dest bixe. Teqez em ê bi ser bikevin û bigihêjin zaferê. Em ê bi ruhê zaferê bi ser bikevin.” Wek şopdarekî fermandar Egîd, şoreşgerê dilsoz Azad jî girêdana bi Rêbertî û sekna rast a gerîlatiyê de bi biryar bû. Di şer de bi ruhê serkeftinê û êrîşkirinê ve dagirtî bû. Şopdarê heqîqetê bi çek û rextê xwe ve xemla evîndarekî dabû bejn û bala xwe. Bi her tevgerekî xwe ve fermana serkeftinê ye. Di şerê azadiyê de geşkirina agirê tolhildanê ferz dike.

Destana sedsalê warê Kobanê de keçeke di bedewiya asîmanan de welidîbû. Kobaniya azad de evîndareke azadiyê di malzoroka dayika pîroz de wek ronahiya siberojan diwelidî. Her dem bi evîn û coş bû. Kengî çavê xwe vekir ji xwe pirsî, li warên ku roj hiltê de kanî evîn? Û dît her kolanekî de şopa berxwedêran, xwîna sor a Gelhat û Viyanan. Û got; ma tenê bi dîtinekî evîn pêkan e. Dûvre ji bo serxistina evîna xwe dest bi meşê kir. Ber bi zinarên herî bilind nesekinî her meşiya. Gihîşt Zendûra û got min dît evînê. Di vê wargehê de em ê binivsînin efsaneyên xwedî efsunê. Destîna di wargehên azad de evîna serkeftinê pêk anî. Her ku şer kir qîr kir û got; evîn welat e. Axên pîroz de çirandina tarîtî û şerê li hember celladên vî gelî ye. Jiyana wê ya ciwan şahidiya şerekî bêhempa kir. Bi hebûn û şerê xwe re coş da çem û rubaran, hêz da dilê evîndaran.” Çavkanî: Rojnews / BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar