Girtiyên PKK-PAJK’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” roja damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Li hemberî daxwazên girtiyên ku zêdetirî mehekê ye di greva birçîbûnê de ne gavên berbiçav nehatin avêtin û berovajî wê binpêkirina mafan û muameleya xerab a li ser girtiyan zêde bû. Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel ku çû serdana berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne.
Parêzer Demîrel diyar kir ku berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne li bendê ne ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin gavên berbiçav bên avêtin û wiha got: “Girtiyan gotin ku tecrîd ne tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û ew bi xwe jî di bin şert û mercên tecrîde de ne. Me weke OHD’ê di serdanên xwe yên li girtîgehan de ev rewşa tecrîdê û gelek binpêkirinên mafan tespît kirin.”
‘Berxwedêr di daxwazên xwe de bi israr in’
Demîrel da zanîn ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî muameleya xerab tênê û wiha domand: “Rêveberiya girtîgehê der barê girtiyên di greva birçîbûnê de ne, lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Bi van lêpirsînên dîsîplînê re, cezayê qedexeya hevdîtinê ya bi malbatê re an jî hevdîtina bi girtiyên din re tê dayin. Tevî ku îtîrazên girtiyên siyasî li ser vê yekê hebin jî tu îtîrazên wan nayên çareserkirin. Her wiha dema girtî tekildarî pirsgirêkên xwe ji saziyên sivîl re nameyan dişînin jî ev name nagiheje berdestê saziyan. Her wiha diyar kirin ku li derveyî muameleya xerab nêzîkatiyeke nebaş li dijî wan heye. Lê li dijî vê yekê girtî dibêjin ku ew di daxwazên xwe de bi israrin û heta daxwazên wan neyên bi cih anîn çalakiya wan wê bidomê. Bi heman awayî diyar kirin ku wan ji Birêz Abdullah Ocalan re name şandine û daxwazên wan ên ji bo derbasbûna Girava Îmraliyê jî berdewam dikin.”
Demîrel, agahî da ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne di serdanê de diyar kirin ku xwarina pêwîst ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê dayîn û ev tişt gotin: “Pewîstiya ava fekiyan, çay, dew û hwd a girtiyan ku divê di nava rojê de 5 qedehan vexwin nayê dayin. Tenê xwê, şekir û lîmon tê dayîn. Her wiha di dema veguhastina nexweşxaneyê de rastî lêgerîna tazî û muameleya xerab a cendirmeyan tên. Ji ber vê yekê jî girtî naxwazin biçin nexweşxaneyan.”
‘Mînaka vê yekê li cîhanê nîne’
Di berdewama axaftina xwe de Demîrel anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo bûye sedema gelek binpêkirinên mafan û bê hiqûqiyên ku tên jiyin û wiha pê dê çû: “Em dikarin bibêjin ku sedema vê rewşa bêhiqûqî ya ku em li girtîgehan, li nav civakê û niha dijîn tecrîd e. Ji ber ku di sala 1999’an de dema ku Birêz Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, li Girava Îmraliyê girtîgeheke taybet jê re hat avakirin. Mînaka vê yekê li cîhanê nîne. Hewl hat dayîn ku li wir pergal û laboratuwar were çêkirin. Qanûna ku di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de ji bo parastina her girtiyan hatibû amadekirin, li wir hat rawestandin. Lê cidiyeta vê ji aliyê muxalefeta civakî ve nehat fêmkirin. Ji ber ku ev yek nehate fêhmkirin tu îtîraz li vê yekê nebû. Li dijî bêhiqûqiya ku li wir dest pê kir deng derneket. Birêz Abdullah Ocalan aktorekî siyasî û serokê gelekî ye ji ber vê yekê jî li dijî vê yekê deng derneket û ev pêvajoya ku niha em di nav de dijîn dest pêkir.”
Demîrel, bi lêv kir ku bingeha bêhiqûqiya li Tirkiyeyê bêdengiya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Bêhiqûqiyên ku di van demên dawî de pêk hatin weke bicihneanîna biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn ne nû ne. Ev demeke dirêj e biryarên DMME’yê û destûra bingehîn ku ji bo Girava Îmraliyê hatinê dayin nayên bicihanîn. Ji ber ku muxalefeta Tirkiyeyê çavê xwe li bêhiqûqiyên ku li dijî kurdan pêk tên girt niha gelek bê hiqûqî tên jiyîn. Herî dawî biryara Can Atalay jî encama vê yekê ye. Divê muxalefetên din ên civakê vê yekê bibînin û li gorî wê bertek nîşan bidin. Ji ber ku divê hemû beşên civakê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin.”