Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedêrên zindanan: ‘Em li ber xwe didin

Berxwedêrên li GirtîgehaTarsûsê ragihandin ku ew ji bo azadiyan gelan li ber xwe didin û ev tişt anîn ziman: ““Em li ber xwe didin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo aştiyeke bi rûmet a hemû gelan li ber xwe didin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê 35 meh in tu agahî nayê girtin. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” tên astengkirin. Girtiyên PKK-PAJK’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan dest bi grevên birçîbûnê kirin û xizmên girtiyan jî li gelek bajaran “Nobeda Edaletê” dan destpêkirin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrsînê Perîhan Koca, têkildarî hevdîtina di 26’ê çileyê bi berxwedêrên zindana Tarsûsê re kiribû da agahî da. Koca diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo li dijî mirovahiyê ye û got ku ew bi pêla berxwedanê ya li dijî polîtîkayên tecrîdê dane destpêkirin hewl didin faşîzmê bişkînin. Koca anî ziman ku daxwaza ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo daxwazeke jiyanî ye.

Berxwedêran peyamên gelekî girîng dan

Koca darbarê hevdîtinê de ev tişt anî ziman: “Min bi girtiyan re hevdîtin kir. Hevalan gotin ku em li ber xwe didin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo aştiyeke bi rûmet a hemû gelan li ber xwe didin.” Di warê fêmkirina wesfa çalakiyê de peyameke gelekî girîng dan me. Ev peyam ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. Girtî nîşan didin ku li hemberî polîtîkayên ‘dabeşker’ ên desthilatê çawa Komara Demokratîk tê parastin.”

4 berxwedêrên greva birçîbûnê sigûn kirin

Koca da zanîn ku ger desthilata siyasî heta 15’ê Sibatê li hemberî van daxwazan gavina neavêje dê girtî berxwedanê bigihînin asteke cuda û ev tişt anî ziman: “Em daxwaz û armancên girtiyan li Meclîsê tînin ziman, lê belê muxatab tune. Di halê hazir de desthilata siyasî mecbûr e bersiva van daxwazan bide.” Koca bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtiyên di greva birçîbûnê de ne û wiha domand: “Rêveberiya girtîgehê ji bo şikandina greva birçîbûnê, 4 girtiyên ketibûn grevê sirgûn kirin, radyoyên wan kom kirin û cezayê hucreyê li wan birîn. Dîsa girtiyên herî dawî ketin çalakiyê, di bin baranê de hejmartina li ser piyan li wan ferz dikin.”

Koca, diyar kir ku çareseriya demokratîk pêkan e û bang li desthilatê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo rawestandina şer divê gaveke rast bê avêtin. Gavavêtina ji bo tecrîda Îmraliyê wê were wateya pêngava aştiyê. Ev pirsgirêk ya me hemûyan e. Ger em dilê me û avakirina komareke demokratîk hebe, divê em bibin dengê dayikên aştiyê. Ji bo aştiyê divê em bibin hevparê vî dengî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar