Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Berxwedêrên zindanan: Li dora Rêber Apo bibin yek tecrîdê bişkînin

Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Bunyanê tên girtin diyar kirin ku heta agahiyê ji Rêber Apo bigirin wê çalakiya me bidomînin û wiha got: “Divê gelê me yê welatparêz demildest ne tenê bi daxuyaniyan bi çalakiyên nû û xurt bibin dengê me bigihînin her derê û li dora Rêber Apo bibin yek, tecrîdê bişkînin."

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê derbarê berxwedana li girtîgehan tê meşandin daxuyanî dan. Berxwedêrên zindanan diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê û girtîgehan tê meşandin tu mînaka wê li cîhanê tuneye  û gotin ku agahînegirtina ji Rêber Apo wan dixe nava fikaran.

Daxuyaniya berxwedêrên zindanan wiha ye:

“Berî her tiştî em silavên xwe ji her kesî re dişînin. Em silavên xwe ji dayikên li derve bûne dengê me re dişînin. Çalakiya me ya li girtîgehan ji 27’ê Mijdarê û vir ve dewam dike. Piştî 4’ê Nîsanê me çalakiya xwe derbasî qonaxeke cuda kir. Heta daxwazên me bûn qebûlkirin wê ev çalakî bidome. Bi salan e em agahiyê ji Rêbertiyê nagirin ev tişteke ne ji rêzê ye. Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin niha li hemû girtîgehan tê meşandin. Jixwe bi derve re têkiliya me tune ye. Nameyên ku em dinivîsin bi hincetan tên astengkirin. Bi awayekî dixwazin tecrîd domdar bibe. Tecrîda li Îmraliyê û girtîgehan tê meşandin tu mînaka wê li cîhanê tuneye. Sîstema Îmraliyê li tu devera cîhanê tuneye. Mafê hemû girtiyan heye bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê Rêbertî û hevalên wî bi cezayên dîsîplînê ji van mafan bêpar tên hiştin.

Wezareta Edaletê li ber çavê hemû cîhanê derewan dike û bi awayekî bêşerm dibêje ‘tecrîd nîne’. Ev gotin ne gotinên bên qebûlkirin. Her roj em ji rewşa Rêbertiyê di nava fikaran de ne. Divê malbat, gelê me, parêzerên demokrat û hemû beşên civakê vê bêhiqûqî û tecrîda li ser Rêbertiyê qebûl nekin. Weke girtiyên PKK’ê û PJAK’î heta ku em agahiyê ji Rêbertî bigirin wê çalakiya me bidome. Divê gelê me yê welatparêz demildest ne tenê bi daxuyaniyan bi çalakiyên nû û xurt bibin dengê me bigihînin her derê û li dora Rêber Apo bibin yek, tecrîdê bişkînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar