Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Berxwedêrên zindanan: Serokê me vîna me ye

Berxwedêra zindanê Mukaddes Kabak diyar kir ku çias li derve xwedî li berxwdana wan derkevin ew ê ewqasî zû bigihêjin aramnca xwe û wiha got: “Rêber Apo dîsa jî dest ji tekoşîna xwe berneda. Xwestin gelê kurd bê îrade bihêlin, lê gelê kurd hin zêdetir xwedî li vîna xwe ankû serokê xwe derketin. Serokê me vîna me ye.”


Girtiyên PKK û PJAK’ê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 27’ê mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn. Berxwedêran bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Apo de çalakiya xwe qonaxeke nû kirin. Berxwedêr niha li girtîgehan çalakiya xwe ya bi boykotkirina dadgehan, derketina telefonê û hevdîtinên malbatan re didomîn. Berxwedana zindanan 184 roj in bi biryardarî didome.

Yek ji berxwedêrên zindanan Mukaddes Kabak a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin der barê çalakiya ku pêk tînin de nameyek şand MA’yê me.

Kabak di nameya xwe de bi bîr xist ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 2019’an vir ve bi tu kesî re nikare hevdîtinê bike û biaxive û wiha got: “Helbet di serî de tecrîdeke giran hebû. Lê her roj bêhtir girang kirin û dixwazin têkiliya Serok Apo bi temamî ji cîhanê re qût bikin. Name nayên dayîn, mafê telefonê û hevdîtina bi parêzer, malbat û vekîlan jî ji holê rakirine. Armanca me ew e ku vê tecrîdê bişkînin û nîşan bidin ku tecrîda li ser Rêber Apo ji bo gelê kurd û hemû girtiyên siyasî jî derbasdar e. Ji ber ku Rêber Apo fikrên xwe ji bo hemû gelên bindest par ve dike. Rêberek ku hemû cîhanê qebûl kiriye ne gengaz e ku di bin şert û mercên wisa de tê hiştin. Em jî îro ji bo ji serokê xwe hin zêde fêm bikin û şert û mercên ku bi salane Rêber Apo tê de dijî, li hemberî wan hêzek mezin nîşan dide. Em nikarin xwe cuda bigirin dest. Ji ber ku Rêber Apo pêşengê me ye. Nêzîkatiyên li hember serokê xwe (weke tecrîdê) em nikarin qebûl bikin. Ji ber vê yekê em jî îro bi pêngaveke nû ketin nav çalakiyê. Di şert û mercên Rêber Apo de bijîn wiha ye: Em dernakevin hevdîtina malbatan, parêzeran û telefonan. Ji bo malbatan dibe ku zehmet be, lê weke tê zanîn ku Rêber Apo bi salane wisa tê hiştin. Bi vê çalakiyê em heta dawiyê li gel serokê xwe ne û em tecrîda li ser serokê xwe tu car qebûl nakin. Em dixwazin mafên Serok Apo yên herî rewa werin dayîn.”

‘Rêber Apo di her şert û mercî de li ber xwe dide

Kabak bal kişand ser armanca tecrîda 25 salan a li ser Ocalan û wiha berdewam kir: “Bi salane li ser gelê kurd tundî û qetlîamek mezin tê meşandin. Lê bi pêşengtiya Rêber Apo gelê kurd careke din hişyar bû û li hember vê pergala ku me tune dihesibîne, olan da. Ev ji hêla dewletan ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku naxwazin gelek li hember wan û pergala wan deng derxîne, serî rake. Ji ber vê jî tûndiya xwe hin zêdetir kirin. Çi kir? Pêşengê gelê kurd Brêz Ocalan bi komploya navneteweyî girtin. girtîgeh bi kurdan tije kirin. Ji hêlekê ve dibêjim me pirsgirêka kurd çareser kir, ji hêlekê din ve jî bi tang û topan, çekên kîmyewî êrîş dikin, polîtîkaya asîmîle kirinê pêş dixin. Lê Rêber Apo dîsa jî dest ji tekoşîna xwe berneda. Xwestin gelê kurd bê îrade bihêlin, lê gelê kurd hin zêdetir xwedî li vîna xwe ankû serokê xwe derketin. Serokê me vîna me ye. Rêber Apo her ku fikrên xwe digihandin cîhanê yekbûna gelê kurd hin zêdetir derdiket holê. Dema desthilatê ev yek dît, tecrîda li ser Rêber Apo girantir kir. Dixwazin careke din gelê kurd bindest bikin. Gava em binêrin şerê di navbera welatan de an jî Rojhilata Navîn derketiye û didome, Rêber Apo bi salane çareseriya wê ditiye û gelek caran jî aniye ziman. Paradîgmaya Rêber Apo tenê ji bo gelê kurd na, ji bo hemû cîhanê ye. Ger em şoreşê û aştiyê biparêzin, divê em guh bidin Rêber Apo ku ev şerên hin didomin xelas bibin. Ev jî bi serok re hevdîtin û li ser zemîna paradîgmaya Rêber Apo pêkan e.”

Kabak der barê çalakiya ku girtî bi rê ve dibin de bang li gelê kurd û dostên wan kir û wiha axivî: “Gelê me bi berxwedana xwe bi nav û deng e. Gava gelê me pêşengtiyê dike, ji biryarên bêhiqûqî û bêexlaqî gav paşve tê avêtin. Hêz û yekbûna gelê kurd li cîhanê belav dibe.

Rêber Apo fîlozofeke mezin e

Îro jî tişta ku em ji gelê kurd, gelên cîhanê, rewşenbîran dixwazin xwedî derketina Girava Îmraliyê ye. Gelek caran welatên cuda û akademîsyen, rewşenbîr derheqê Rêber Apo de peyaman parve dikin û çalakiyan derdixînin. Ev jî bandorekê ava dike û nîşan dide ku Rêber Apo di nava gelên cuda de weke pêşeng tê pejirandin. Em dixwazin di vê pêngavê de jî hemû gel bibin yek. Em bi Rêberek wisa re encax dikarin hebûna xwe di vê pergalê de bidomînin. Ji ber vê jî weke gel şansê me mezin e. Hin gel ji ber ku pêşengê wan tuneye îro nayên hesibandin. Serokê me heye û bi fikr û ramanên xwe fîlozofeke mezin e û li cîhanê jî di nava gelên cuda de weke zana esas tê girtin. Em jî bi xwedî derketinê û şkandina tecrîdê qîmeta rêberê xwe nîşan bibin û nehêlin vî şansê me ji me bigirin.

Bila gel û malbatên me bibin yek û daxwazên çalakiya me li derve bînin ser ziman û bibin dengê vê pêngavê. Ji ber ku çiqas ji der ve deng bê derxistin, em ê ewqas zû bigihijin encamekê û hêz bigirin. Dem dema gelê kurd e. Hemû gelan û berxwedana wan ji vir silav dikim û em ê bi hev re bigihîjin çareserî û encamê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar