Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Besê Erzîncan: Divê her kes tev li berxwedana Zapê bibe

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku berxwedana li Zap û Avaşînê tê kirin xeta azadî û berxwedanê ya Zîlan û Şîrîn Elemhuliyan e û banga xwedîlêderketina berxwedana gerîlayan kir.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji ANF’ê re axivî û nerazîbûn nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Erzîncan diyar kir ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve tecrîd û îşkenceyeke giran heye û got “Li hemberî vî tiştî em her dem di nav xeta berxwedanê da bûn. Me azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe xistine navenda çalakî û xebatên xwe. Rojeva sereke ya civînê me ev e ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, em dikarin çi bikin. Şertên li ser Rêbertiya me ji sala 2015’an û vir ve hate girankirin. Qedexeyên hevdîtin bûn tiştekî pergalî. Herî dawîn jî tê diyarkirin hevdîtina bi Rêbertî ji bo 6 mehan hatiye qedexekirin. Bi tecrîda li ser Rêbertiya me, dixwazin têkoşîna me ya azadiyê qels bikin. Lê Rêbertiya me, perspektîfên azadiyê ji zû ve ye daye me. Çi bibin jî em ê van tiştan pêk bînin.

Jin, ciwan û gelê kurd ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, ji bo jiyaneke bi rûmet û azad ji her demê zêdetir berxwedanekê nîşan didin. Li zindanan bi hezaran rêhevalê me, berxwedaneke mezin nîşan didin. Em berxwedana li zindanan a hevalên xwe bi rêzdarî silav dikin. Di şertên herî dijwar de, xeta Mazlûm Dogan û Kemal Pîr tê temsîlkirin.

Temsîla berxwedana me ji aliyê hevalên me yên li zindanan û ji aliyê gerîlayên li Zap û Avaşînê tê kirin. Li Zapê bi berxwedana herî heybet a di dîroka kurdan de, şerê ku dijmin ji ser Kurdistanê were avêtin, tê kirin.

Dewleta tirk li hemberî gerîla û gelê kurd şerekî wisa dike ku, encamên vî şerî ji şerê Rûsya û Ukraynayê zêdetir encamên xwe heye. Aliyên dîrokî, erdnîgarî, polîtîk û îdeolojîk ên şoreşa Kurdistanê bandoreke mezin li herêm û dinyayê dike.

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de hêzên hegemonîk ji aliyekî ve li hemberî hev şer dikin, ji aliyekî din ve jî li hemberî hêzên azadiyê şerekî berfireh dimeşînin. Ji ber çareseriyeke antîkapîtalîst û çareseriyê ditirsin. Ji ber ku PKK jî nûnerê pergaleke alternatîf û nû ye, dibe hedefa hêzên hegemonîk. Ji ber vê her dem polîtîkaya dewleta tirk a ji bo qirkirina gele kurd her dem piştgiriyê dibîne û tê xwestin ku têkoşîna mafdar a gelê kurd neyê dîtin. Tê xwestin ku di şexsê Rêbertî, tevgera me ya azadiyê û ya gelê me, hêviya azadiyê ya mirovayetî û jinan were tasfiyekirin.”

Çekên kîmyewî tên bikaranîn

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan derbarê êrîşên ku di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin jî got “Dewleta tirk tevî hevkarî û îxaneta PDK’ê di 17’ê Nîsana 2022’an de êrîşeke dagirker da destpêkirin. Dewleta tirk di sala 2021’an de jî bi plansaziyeke wisa êrîşî Avaşîn, Zap û Metînayê kiribû lê rastî berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê hatibû. Ez hevalên ku di vî şerî de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînim. Gerîlayên Zap û Avaşînê di serî de hemû hêzên HPG û YJA Starê yên li çeperan li ber xwe didin jî bi rêz û hurmet silav dikim. Ji ber çalakiyên wan ên serkeftî ez gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz dikim.

Dewleta tirk a faşîst di sala 2021’an de tişta ku nikaribû bi ser bixîne, hewl dide bi êrîşên berfireh ên di sala 2022’yan de bi ser bixîne. Di vê salê bêtir teknolojiya pêşketî, îstîxbarat, alîkara derve û piştgiriya PDK’ê heye. Dewleta tirk bi teknolojiya herî pêşketî êrîşî gerîlayên kurd dike. Gazên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Dinya bêdeng e. Ji ber ku DYA, Îsraîl, Îngiltere, Almanya, Fransa di serî de gelek dewlet alîgirê vî şerê li dijî kurdan e. Heman hêz berpirsên dagirkerî, parçebûn û wêranbûna Kurdistanê ne. Pergala hegemonîk a global hebûna xwe li ser mêtingeriya Rojhilata Navîn dixwaze bidomîne.

Armanca Tirkiyeyê dagirkirina Rojhilata Navîn e

Êrîşa ku dewleta tirk dibe ser Zap û Avaşînê bi tenê ne ji bo tasfiyekirina PKK û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Di heman demê de ji bo dagirkeriya Rojhilata Navîn û pratîzekirina xeyalên Osmaniya nû jî wekî gavên stratejîk tên avêtin. Nijadperestiya tirk hebûna xwe ya dîrokî û siyaseta xwe ya belavbûnê dixwaze wisa pêk bîne. Piştî qirkirina gelê kurd dixwaze gelên ereb, fars, ermen, suryan, êzidî, tirkmen, çerkez û baweriyên cihê qir bike û wisa serweriya xwe pêk bîne. Dixwazin av, petrol, kanên binê edê, genim û hêza mirovî ya Rojhilata Navîn li ser vî esasî têxin bin serweriya xwe.

Pêşengiya hevkariya AKP û PDK’ê ya ku êrîşî gelê kurd, bîr û bawerî û jinan dike, MHP dike. MHP hêzeke qetlîamker e û DYA ew afirandiye. Feraseta faşîst a MHP’ê bi kirinên AKP û MHP’ê dikeve pratîkê. Di bingeha van êrîşan de çewisandina hêzên azadî û demokrasiyê heye û dixwazin gelan û jinan bêtir bikin kole.

Ji ber vê êrîşa dewleta tirk a li Zapê xwedî girîngiyeke stratejîk e û ji ber vê navê operasyonê kirine ‘Kîlît’. Dewleta tirk êrîşên dagirker ên ku di sala 2021’an de bi ser nexistiye, dîsa plan kiriye û dixwaze bi ser bixîne. Şerê xwe yê li hemberî gerîlayên kurd a di sala 2022’yan de li vî esasî amade kiriye.

Ji ber ku berxwedana Rêbertiya me, gerîla û jinan ji hemû krîzên mirovayetiyê re dibe bersiv û îdeolojiya me ya azadiyê dibe bersiv û xeteke gerdûnî. Hêzên hegemonîk ên global ji bo ku pergala konfederal a demokratîk belav nebe, her cure piştgiriyê didin dewleta tirk.

Ev şer di dîroka me di berxwedana li hemberî dewleta tirk de tê wateya asta herî bilind. Sala 2022’yan dibe berxwedana xweparastinê ya ku gerîlayên me û jin berxwedaneke gelekî mezin nîşan didin.

Li Zap û Avaşînê gerîlayan bi ruhê berxwedan û çalakiyê bersiv dan vî tiştî. Di şertên herî bêdalet ên dinyayê de hevalê me bi fedakarî û cesareke mezin bersiv dan. Hêzên HPG û YJA Starê di nav berxwedaneke mezin de ne. Divê gelê me, jin, hêzên azadî û demokrasiyê li dora gerîlayên Kurdistanê bibin xeleq û têkoşînê geş bikin.”

PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku PDK roj bi roj îxanet û hevkariya xwe kûrtir dike û got “Ew ne bi tenê li dijî kurdan, li hemberî azadiya gelên herêmê, bawerî û jinan e. Tu rojeveke azadbûna gelê kurd û statuyê ya malbata Barzanî tune. Ji bo xurtkirina berjewendiyên xwe ax û azadiya gelê kurd kirine qurban. Malbata Barzanî dizane ku li Behdînanê gelek eşîr li hemberî wê ne. Ji ber vê li Behdînan û Xakurkê gelek qadên çiyayê daye dewleta tirk. Bi rêya dewleta tirk eşîrên ku wê qebûl nake, dixwaze terbiye bike.

PDK ji bo domandina desthilatdariya xwe rola AKP’ê gelekî girîng dibîn û her cure alîkariyê pêşkêşî dewleta tirk dike. Heke bi awayekî aşkere nikare xeta hevkarî û îxanetê pêk bîne, ev tişt bi saya bîra neteweyî, têkoşîn û berxwedana gelê kurd a li her çar parçeyan e. PDK li Kurdistanê di nav gel de di rewşeke gelekî qels de ye, ji ber vê gelekî ditirsin. Li Duhok û Zaxoyê bi gef, şantaj û zextan bi zor li ser xwe ye. Di hilbijartinên dawîn de jî rêjeya tevlêbûnê jî gelekî qels bû. Gel piştgiriyê nade PDK’ê. Hemû piştgiriya PDK’ê hêzên derve ne. Di vê serdemê de PDK’ê xeta îxanet û hevkariyê bi awayekî aşkere danî holê. Jinan li hemberî xeta îxanetê bertekeke tûn dan. Gelê me yê Başûr ji her demê zêdetir, li hemberî xeta PDK’ê sekinî. A niha li her dera Başûr dagirkeriya dewleta tirk heye. Ev xetereyeke gelekî mezin e. Piştî ku dewleta tirk PKK qedand wê hewl bide Kurdistanê , Mûsûl û Kerkûkê dagir bike. Ez bang li gelê me yê li Başûr dikim ku bila helwesta xwe ya li hemberî îxanetê zelaltir bikin.”

Êrişên li ser Şengalê

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan êrîşên li ser Şengalê jî nirxand û got “Bi peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an de ya ku di navbera PDK, Iraq û DYA’yê hatibû îmzekirin, tê xwestin îradeya gelê Şengalê were şikandin.  Dixwazin gelê me yê Êzidî asîmîle bikin û tune bikin. Rastiya esasî ya vê peymanê ev e. Heta niha tu serokwezîrên Iraqê wisa bi kûrahî bi dewleta tirk re tevnegeriyane. Herî dawîn daxuyaniya Mesrûr Barzanî ya li ser Şengalê jî rastiya PDK’ê derxist holê. Malbata Barzanî ji bo berjewendiya xwe ya malbatê li hemberî gelê kurd û têkoşîna wê di nav xeteke îxanetê de ne. Wê gelê me û jin vê rewşê ji bîr nekin, li ser xeta azadiyê xwe têkoşîna xwe kûrtir bikin.

Civaka me ya êzidî û hêzên xweparastinê di nav berxwedaneke mezin de ne. Jin pêşengiyê ji berxwedanê re dikin. Civaka me ya êzidî ji bo xwerêveberiya xwe û xweparastina xwe, li ber xwe didin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê ji bo Şengalê çalakiyên mezin çêbû. Di çarçoveya daxwazên gelê Şengalê hemû gelê me û dostên me rabûn ser xwe.

Şîrîn Elemhûlî nûnera xeta fedaî ya PKK’ê ye

Besê Erzîncan 9’ê Gulana 2022’yan 12’emîn salvegera qetilkirina şoreşgera mezin a Rojhilatê Kurdistanê Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê ya ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin bibîr xist û wiha domand, “Şîrîn Elemhulî duyemîn jina kurd e ku di dîroka Kurdistanê de hatiye darvekirin. Weke ku tê zanîn Leyla Qasîm a ji Xaneqînê ku li dijî Rejîma Saddam a faşîst serî hilda, di 12’ê Gulana 1974’an de li Bexdayê hate darvekirin. Şîrîn Elemhûlî û 4 hevalên wê di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma zalim a Îranê ve hatin îdamkirin. Em van her du jinên kurd di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Xeta Leyla Qasîm û Şîrîn Elemhûlî damara sereke ya xeta welatparêzî, berxwedan û azadiyê ya Kurdistanê ye. Jinên kurd di civakbûn û pêşketina mirovahiyê de li xaka Mezopotamyayê roleke pêşeng lîstin. Gelê kurd pêşengiya neolîtîkê kir. Jinên kurd di civakbûna mirovahiyê de roleke stratejîk lîstine. Kokên dîrokî yên dilsoziya jinên kurd a ji bo ax, ziman û çanda xwe kûr in. Leyla Qasim û Şîrîn Elemhulî di jiyan û têkoşîna xwe de temsîla herî berbiçav a vê yekê kirine.

Şîrîn Elemhulî nûnera xeta xweparastinê ya PKK’ê ye. Îfadeya cewherî ya xeta azadiya jinên ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, di têkoşîna Heval Şîrîn de tê dîtin. Îro li Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran jin û mêr vê xeta berxwedanê dişopînin.”

Erzîncan anî ziman ku gerîlayên YJA STAR’ê îro li Zap û Avaşînê li ber xwe didin û got, “Li ser bingeha xeta Şîrîn Elemhûlî ya jinên kurd a serhildan li ber xwe didin. Dîroka me ya berxwedaniya jinên ji jiyana Sakîne heta niha weke çemekî diherike.

Li Zap û Avaşînê jêhatîbûn û îradeyeke bêhempa tê nîşandan. Gerîlayên YJA STAR’ê pêşengiya vê berxwedanê dikin. Asta artêşbûna jin, pêşengiya gerîlayên Kurdistanê dike. Divê bê zanîn ku YJA STAR’ê hem bi çalakiyên xwe yên xweser hem jî bi gelek çalakiyên ku bi HPG’ê re pêk tîne destanan diafirîne. Di dîroka mirovahiyê de em di şerê herî dirêj de ne. Ev şer li axên pîroz ên Mezopotamyayê diqewime. Têkoşîna me ya azadiyê di dem û cihên ku krîz û nakokiyên herî zêde kûr dibin de didome. Yê ku pêşengiya vî şerî dike jinên kurd in. YJA STAR şerê Zap û Avaşînê bi serkeftî bi rê ve dibe. Gerîlatiya modernîteya demokratîk hişmendî, bawerî, jêhatî, îrade, însiyatîf û jêhatîbûna pir alî dixwaze. Di dîroka şer a li Kurdistanê de yekem car pratîka me ya artêşbûna jinê asteke wiha berfireh û jêhatî ya pêşengtiya pêşxistiye. Asta me ya artêşbûna jinên gihiştiye asteke ku şer li Kurdistanê bimeşîne. Ez serkeftina ku bi pêşengiya hêzên YJA STAR’ê pêk hatî pîroz dikim. YJA STAR ne tenê hêza xweparastinê ya Kurdistanê ye, her wiha hêza xweparastinê ya gelên Rojhilata Navîn û jinan e. Em cara yekem e ku li hemberî dîroka koletiya 5 hezar salî ya li ser jinê bi helwesteke wiha berfireh a gerîlayan bersivê didin.”

Erzîncan diyar kir ku şoreşa Rojava jî weke şoreşa jinan teşe girtiye û wiha pêde çû, “ YPJ’ê di şoreşa Rojava de rola pêşeng lîst. Di demên dawî de 3’emîn konferansa YPJ’ê pêk hat. Li vir em konferansa YPJ’ê silav dikin. Şoreşa Rojava di pêşengiya jinan de pêş dikeve û ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê dibe cihê îlham.

Di vê çarçoveyê de jinên kurd, jinên Rojhilata Navîn di têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê de hem hêza xweparastinê hem jî ji nû ve avakirina civakê de rola pêşeng dilîze.

Jinan di 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê û Newroza îsal de li dijî hemû polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî şerê taybet, zext, tundî, feqîrbûn û koçberkirinê pêşengiya berxwedan û serhildanan kirin. Xeta Sakîne, Zîlan, Bêrîtan, Sema Yûcel, Şîlan Kobanî, Şîrîne Elemhulî bi xurtî hatiye vejandin.”

Em ê pergala xwe ava bikin

Erzîncan diyar kir ku xeta azadiya jinê ya bi pêşengiya Serok Apo li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê gav bi gav pêş dikeve û got ku li hemû cîhanê ji aliyê jinan ve tê pejirandin. Erzîncan wiha berdewam kir: “Weke ku tê zanîn pergala hegemonîk li dijî hemû şoreşên azadiyê yên li cîhanê pêş dikevin, bi meşandina stratejî û polîtîkayên curbecur armanc dike ku wê di pergala xwe de tine bike an jî bihelîne. Armanc çi dibe bila bibe, misogerkirina berdewamiya pergala serdest a mêr a pênc hezar salî ye. Sedsala 20’emîn herî zêde netewperestiyê geş kir. Di sedsala 21’emîn de ji ber bilindbûna têkoşîna azadiya jinan, herî zêde zayendperestî tê geşkirin. Zayendperestî; netewperestî, olperestî û hevîrtirşka zanistperestiyê ye. Ji ber vê yekê pergala serdest girîngiyeke mezin dide tasfiyekirina têkoşîna azadiya jinan û polîtîkayên hilweşandina wê ya di nava sîstemê de.

Weke mînak dema em bi giştî li siyaseta cîhanê dinêrin, ji her demê zêdetir di asta dewletê de wezaret û rolên curbecur  didin jinan. Pergala mêr a serdest bi danîna gelek erkan ji bo jinên ku bi zîhniyeta pergala zilamê serdest hatine desteserkirin, van polîtîkayan hem bi armanca bêwatekirina têkoşîna azadiya jinan û hem jî domandina pergala xwe pêk tînin. Dîsa li qadên ku wê şoreş bi xurtî pêş bikevin, di bin navê rêxistinên sîvîl de li ser esasê armanca têkbirina tevna civakê, avakirina bingeha çanda xwe, bi sîstema kapîtalîst re aşkirina wan planan çêdikin.

Armanca van hemûyan jî pêşxistina xeta ferdperestiya derewîn a azadiya jinan e. Divê bê zanîn ku şêwazê jiyanê û têkiliyên jinan di xeta azadiya derewîn de di nava guhertin û veguhertineke radîkal de nabin. Berevajî vê, bi dayîna hin hêz û derfetên aborî, rewşa koletiya jinan kûrtir dibe. Jin di pozîsyona ku zêdetir xizmetê ji pergala zilamê serdest re bike tê girtin. Li ser esasê wekhevî û azad di tevahiya jiyanê de deng û rola wan tê astengkirin. Pêşî li beşdarbûna jin a resen, xweser, demokratîk û kolektîf tê girtin. Têkiliyên alternatîf, nûjen, azad tên astengkirin. Têkiliyên heyî bi rengekî hîn reaksîyonertir zindî dihêlin. Lê ji bo jinan ya herî girîng di her astê jiyanê de bi reng û vîna xwe tevlibûna rêxistinkirî ye. Divê evîn, zayendî; milkparêz, ji têkiliyên desthilatdariyê rizgar bike. Di hemû qadên jiyanê de avakirina têkiliyên jiyana hevjiyana azad e. Di eslê xwe de pergala serdest rola pêşeng a jinan di veguherandina civakê de, di azadkirina mirovahiyê de bi dawî dike û dixwaze di pozîsyoneke ku xizmeta mêr de bike bihêle.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku feraseta şoreşa jinan di dirûşmeyên têkoşîna azadiya jinan ya îsal de gelek hatiye bikaranîn. Ev yek dide xuyakirin ku jin çiqas guhertin û veguhertineke radîkal, jiyaneke alternatîf dixwazin. Jin êdî bi tu awayî statuya koletiyê qebûl nakin.

Ji ber vê yekê têkoşîna me ya heyî ne tenê protestokirin û redkirin, ji bo alternatîfa jiyana azad a; siyaset, civakî, hiqûqî, çapemenî, çand, ekolojî û jiyana hevpar a azad ji nûde avakirine. Divê em jiyana alternatîf ava bikin. Tenê rexnekirin, gilîkirin û redkirin têrê nake. Divê em ji nû ve organîze bikin. Divê jinên ciwan hem li ser ji nû ve avakirina jiyana azad hem jî li ser geşkirina berxwedanê bisekinin. Pergala zilamê serdest, beşa herî dinamik a civakê, azadîxwaz û wêrek a civakê keç û ciwanên kurd dike hedef. Lê hêza pêşeng a şoreşa me jinên ciwan in.

Îro li dijî tundiya ku li hember jinan tê kirin, potansiyelek girîng a mêr yê ku vê tundiyê napejrîne derketiye holê. Xeta azadiya jinan ya Rêber Apo, têkoşîna me ya azadiya jinan di civakê de asteke gelekî girîng a azadiyê derxistiye holê. Girseyeke pir girîng a zilaman heye ku bi zanebûn, dixwazin azad bijîn, di xeta welatparêziyê de kûr bibin. Li aliyekê rastiyeke mêr a ku ji aliyê pergala zilamê serdest ve hatiye bêmirovîkirin heye, li aliyê din jî rastiya mêr a bi bandor û li ser têkoşîna azadiya jinan ya heyî heye. Ji ber vê yekê ger rêxistinbûn, çalakî û têkoşîna azadiyê ya rast bê pêşxistin, wê demê civak wê bigihêje asta herî bilind a azadiyê. Şerê ku dewleta tirk li Zap û Avaşînê dide meşandin, li dijî asta azadiyê ye ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn di qada civakî de pêşketiye.”

Divê her kes tev li berxwedana Zapê bibe

Besê Erzîncan anî ziman ku dewleta tirk li ser esasê hevkarî-xiyaneta PDK’ê careke din dixwaze gelê kurd qetil bike û wiha dom kir: “Dixwaze wiha damezrandina Komara tirkiyê ya sala 2023’an pêşwazî bike. Li pişt wê, pergala serdest a mêr a pênc hezar salî heye. Armanc ew e ku pêşî li azadiya jinê û jiyana hevbeş a gelan li ser bingeheke wekhev û azad bê girtin. Dixwazin destkeftiyên jinan ji holê rakin. Hewl didin jinan dîsa bixin malê û di statuya koletiyê de bihêlin. Ji ber vê yekê şerê li Zap û Avaşînê ji ku tê fikirîn xwedî armancên gelekî kûrtir e.

Ji bo vê jî divê hemû jin, gel û bawerî gerîlayê kurd biparêzin. Gerîlaya kurd ne tenê ya gelê kurd e. Ji bo azadiya jinê, ji bo gel bi hev re bijîn li berxwe didin. Ji ber vê yekê wek jin divê helwesta me ya li hemberî xeta hevkar û xiyanetê zelal be. Jina ku îxanet li gelê xwe û zayenda xwe bike, ew jina têk çûye û temsîla koletiyê dike.

Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan, gelê xwe û hemû baweriyan dikin ku tev li berxwedana ku di pêşengtiya PKK-PAJK’ê li Zapê hatiye pêşxistin, bibin. Berxwedana gelê me wê nîşan bide ku di sedsala 21’emîn de wê kesayeta çawa pêş bikeve. Bi ruhê sedsala 21’emîn berxwedan ji bo azadiya mirovahiyê heye. Ruhê demê berxwedan e. Berxwedan azad dike. Bi nêzîkatî û ruhekî wiha pêwîste tev li nava refên têkoşînê û hemû aliyên berxwedanê bibe.

Temînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi kûrkirina berxwedan, xweparastin û xebatên avakirinê yên ku me li her qadê pêşxistiye pêkan e. Rêbertiya me ji me hêvî dike ku li ser vê bingehê serkeftinên mezin bi dest bixin. Yê ku Rêbertiya me azad bike rêxistinbûn û berxwedana me ye.

Di vê çarçoveyê de em bi israr û biryardariyeke mezin li ber xwe didin û teqez em ê li ser bingeha xeta azadiya jinê ya Rêber Apo avakirina jiyana azad pêş bixin. Li ser vê bingehê em bersiva herî rast û têrker didin şehîdên xwe yên meha Gulanê.”

Erzîncan herî dawî diyar kir ku Gulan meha şehîdên têkoşînê ye wiha dewam kir, “Di serî de ez 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû mirovahiyê pîroz dikim. Cejna Remezanê ya alema Îslamê jî pîroz dikim.

Ez vê mehê di şexsê Mehmet Karasungur, rêheval Hakî Karer, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Şîrîn Elemhulî, Leyla Qasîm û Gurbet Aydîn de hemû şehîdên me yên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Bîranîn û xeyalên şehîdên me bêguman wê di şoreşa Kurdistanê de cih bigire.

Rêheval Şîrîn Elemhullî 12 sal berê di meha Gulanê de hat darvekirin. Ew duyemîn jina kurd e ku li Kurdistanê tê îdamkirin. Şoreşa rojhilata Kurdistanê bi şoreşa me ya jin Şîrîn Elemhûlî pêk tê.

Rêheval Aysel Dogan di 11’ê Gulana 2022’an de li Almanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bû. Aysel Dogan yek ji nûnerên pêşeng ên xeta Apoyî ya Dersimê bû. Ji bo kurd, elewî û jin li ser axa Mezopotamyayê wekhev û azad bijîn, tevahî jiyana xwe fedayî têkoşîn û xeta berxwedanê kir. Rêheval Aysel Dogan, weke hilgir û nûnera kevneşopiya berxwedanê ya Besê, Zarîfe û rêheval Sakîne Cansîz, bi yek ji sembola Tevgera me ya Azadiya Jinan û dîroka me ya azadiyê wê her tim bê bîranîn û tu carî neyê jibîrkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar