Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Besê Erzîncan: Em bi têkoşîneke mezin dest bi salekê dikin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan sala 2021'ê ji aliyê jinan ve nirxand û wiha got: “Sala 2022’yan dê bibe saleke ji têkoşîneke mezin re. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan sala 2021’ê ji aliyê jin û tevgera azadiyê ya jinan ve nirxand û bal kişand ser armanca xwe ya ji sala 2022’yan.

Besê Erzîncan anî ziman ku sala 2021’ê li Kurdistanê bi berxwedaneke mezin derbas bû û bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminatiya li jinan.

Erzîncan bi bîr xist ku Peymana Stenbolê bi biryarnameyekê ji holê hat rakirin û wiha got: “Tundî û bûyerên kuştina jinan zêde bûne. AKP-MHP’ê jinan weke zayenda di asta duyemîn de, objeyeke ku li malê bê girtin û zarokan bîne dinyayê dibîne. Yên ku li dijî vê yekê li ber xwe didin jî digire û dixe zindanê.

Ciwan di bin zexta narkotîk, fihûş û sîxurkirinê de hatin hiştin. Di şexsê jinên kurd ên ciwan de hestên azadiyê yên civakê tên desteserkirin.”

Besê Erzîncan bal kişand ser berxwedana dayikên kurd û ev tişt anî ziman: “Heta niha bûn çavkaniyeke girîng a berxwedanê. Berxwedana me di şexsê van dayikan de li her derê mezin dibe. Jinên kurd êşên gelekî giran kişandin, komkujî li wan bûn. Lê belê tu carî dest ji têkoşînê bernedan û her tim di nava jiyanê de bûn xwedî sekneke xurt.

Cezayên ku di şexsê Leyla Guven û Ayşe Gokkan de hatin birîn, li jinên rêxistinbûyî, xwedî îrade, xwedî armanca azadiyê hat birîn.”

Pêşengtiya rêxistinên jinan

Di axaftina xwe de Erzîncan bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de Meclisa Jinan a HDP û TJA’yê karên gelekî girîng kirin, bi rengekî serketî pêşengî ji civakê re kirin û divê ev yek hîn bêhtir bê xurtkirin.

Besê Erzîncan bal kişand ser têkoşîna jinan a li rojavayê Kurdistanê û wiha pêde çû: “Di afirandina çanda jiyana bi hev re ya bawerî û gelan a Rojhilata Navîn û yekitiya neteweyî ya gelê kurd de jinên Rojava pêşengiyê ji şoreşa me re dike. Şoreşa Rojava şoreşeke jinan e. Jin bi rengekî çalak cihê xwe di nav de digirin. Karên ku li ser vê bingehê têne meşandin ji bo jinên li tevahiya cîhanê bûye çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê.”

Divê jin yekitiya xwe pêk bînin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan anî ziman ku li Îranê û rojhilatê Kurdistanê zext li gel, jinan û mirovên ji bawerî û mezhebên cuda tê kirin û wiha domand: “Bi darvekirin, girtin û îşkenceyê tê xwestin ku civak bê terbiyekirin. Jin li ber rejîma Îranê radibin, muxalefetê lê dikin. Rejîm jî polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinan girantir dike. Herî dawî wêneyên jinan ji pirtûkên dersê jî hatin derxistin. Li her qada jiyanê di her kêliyê de jin bi mêran ve girê didin. Ferzkirina sernixumandinê bûye sedema nerazîbûneke mezin. Dewleta Îranê ji muxalefeta jinan gelekî ditirse. Di dîroka Îranê de jin her tim xwedî roleke girîng bûn. Lewma bi sedan aktîvîstên jin, jin ên muxalîf hatin zindanîkirin. Mînak ji Zeynep Celaliyan heta bi gelek jinên girtî, bi rojane agahî ji wan nayê girtin.

Jinên ku li rojhilatê Kurdistanê di nava partiyên cuda de kar dikin divê yekitiya xwe pêk bînin. Bi hev re dikarin kar bikin.”

Rewşa jinên başûrê Kurdistanê

Erzîncan ji bo rewşa başûrê Kurdistanê jî ev tişt anî ziman: “Li başûrê Kurdistanê jin xwedî tecrûbeyeke girîng a jiyanê ne. Wêrek in. Li Iraqê bi encama hewldanên rêxistinî yên jinên kurd yekitiya jinên kurd-ereb-tirkmen-suryanî û sûnî-şîa-xiristiyan-kakaî-şebek pêk were, ev yek dê bandoreke gelekî xurt li vê herêmê bike.”

Besê Erzîncan îşaret bi girîngiya yekitiya jinan kir û wiha got: “Dema ku jin li ser bingeha fikrên azadî, wekhevî û demokrasiyê xwe bi rêxistin kirin, wê karibin gavên xurt biavêjin. Divê jin karibin rêxistiniya xwe ya serbixwe pêk bînin. Li ser vê bingehê kongreya neteweyî ya jinên kurd û yekitiya jinan a li Rojhilata Navîn dikare bê pêkanîn. Bi vî rengî wê helwesta herî rast li dijî xeta xiyanet û nokeriyê ya li Başûr bê dayîn.”

Xelkê Şengalê êdî têgihiştî bûne

Besê Erzîncan destnîşan kir ku jinên Şengalê piştî fermanê êşa xwe veguherandin hişmendiyeke girîng û wiha domand: “Xelkê Şengalê êdî têgihiştî bûne. Şertê bingehîn ê parastin û dewamkirina çand û ola êzidiyan misogerkirina xweseriyê ye. Divê xelkê me yê êzidî, jin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji bo vê jî beriya her tiştî jinên ciwan divê xelkê me yê Şengalê xwe bi rêxistin bikin. Li ser bingeha komun û meclisan pêwîstî bi rêxistiniyê heye. Yên ku dilsozê xak û çanda xwe ne jin in. Li Şengalê jî yên herî zêde girêdayî xaka xwe ne jin in.”

Besê Erzîncan destnîşan kir ku jinên li Ewropayê jî karekî gelekî girîng dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Ji çar parçeyên Kurdistanê mirovên me lê hene. Lewma bi roleke gelekî berfireh tevdigerin.

Ber bi saleke mezin a têkoşînê

Erzîncan destnîşan kir ku dê sala 2022’yan bibe sala têkoşîneke mezin û axivî: “Jin ji bo hilweşandina rejîma AKP-MHP’ê dê heta jê bê bixebitin. Sala 2021’ê saleke zehmet bû. Me bi berxwedana xwe ev sal ber bi aliyê xwe ve kişand. Erdogan bi hin hewldanan dixwaze gel bixapîne û ji nû ve li ser desthilatdariyê bimîne. Jin dê teqez li pêşiya vê bibin asteng.”

Her wiha Besê Erzîncan da zanîn ku ev desthilatdariya faşîst dê teqez bi berxwedana rêxistinî ya jinan bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin dê sala bê hîn bi xurtî û bi biryardarî tev li bibin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, ji bo çareseriya pirsgirêkên azadiyê yên jinan, ji bo jiyaneke bi nasname û bi rûmet a gelê me li Rojhilata Navîn em ê hîn bi xurtî bixebitin. Em ji sala 2022’yan bi hêvî ne. Em ê teqez bi ser bikevin. Li ser vê bingehê sala 2022’an li Rêberê me, li jinan, gelê me û gelên me pîroz dikim.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar