Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Besê Erzîncan ji bo 10’ê Cotmehê bang li jinan kir

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî, pêngavên KCK, KJK’ê û 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî ji ajansa ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de komploya ku 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir bi hêrseke mezin şermezar kir û di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de şehîdên Heftanînê û şehîdên tevahiya Kurdistanê bi hezkirin, hurmet û rêzdarî bi bîr anî.

Besê Erzîncan anî ziman ku komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî di heman demê de komployeke herî berfireh a cîhana serdest a mêr li dijî azadiya jinê pêk anî û wiha got: “Sedema bingehîn a komloya navneteweyî hewldana ji bo afirandina jinên azad bû ku hêzên hegemonîk ên global bi pênûsa sor xêz kiribûn, hewldana ji bo afirandin kurdîtiya azad bû ku ji xweliyên xwe ji nû ve dihate afirandin.”

Besê Erzîncan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke şervanekî rastiyê, maskeyên li rûyê mêrên hegemonîk yek bi yek anî xwarê, derewên wan aşkera kir, li dijî van derewan bi rengekî bêeman têkoşiya navê xwe li dîroka azadiyê nivîsî.

‘Di dîrokê de yekem car lîderekî azadiya gel bi azadiya jinê ve girê da’

Di axaftina xwe de Besê Erzîncan destnîşan kir ku di dîrokê de yekem car rêberekî şoreşê azadiya gel, azadiya mirovahiyê bi azadiya jinê ve girê dide û wiha domand: “Azadkirina jinê weke şoreşa di nava şoreşê de pênase kir. Ev nêrîn û fikrên xwe bi hişmendiyeke mezin a dîrokî, bi îrade, afirînerî û înîsiyatîfê xist meriyetê. Bi vê taybetmendiyê xwe Rêberê me ji lîderên hemû şoreşan cudatir bû. Tu carî qebûl nekir ku jin bibe milkê mêr, milkê dewletê. Lewma ji bo pêşvebirina nasnameya jinê, rêxistiniya xweser a jinê timî plansazî û pratîk danî holê.”

‘Yên ku herî zêde xwedî li Rêbertî derketin jin in’

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku ji ber vê yekê komploya herî qirêj a dîroka mirovahiyê di heman demê de li dijî têkoşîna azadiya jinê hate kirin û ev tişt anî ziman: “Yên ku di nava 22 salan de herî zêde li dijî komployê li ber xwe dan, herî zêde xwedî li Rêbertî derketin jin in. Komplo bi pêşengiya jinan li ser bingeha fedayîtiyê bi rêxistiniya hêza xwe, bi berxwedana xwe ya tevgera me ya azadiyê, gelê me, gerîla û dostên me, hate pûçkirin. Têkoşîna me hîn bi xurtî dewam dike, berxwedana me dewam dike. Li dijî kiryar û zîhniyeta dewleta faşîst a tirk ku dijminatiyê li jinan dike û qirker, dagirker e, berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike. Jinên kurd wê bi şiyara ‘Azadiya Rêberê me azadiya me ye’ têkoşîna xwe ya li dijî komploya navneteweyî her timî bimeşînin.”

‘Pêngavên KCK û KJK’ê destwerdana li pêvajoya qirkirinê ye’

Besê Erzîncan bal kişand ser pêngava ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê û pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ ya KJK’ê û destnîşan kir ku her du pêngav paralelî hev bi rengekî hevgirtî dimeşin.

Besê Erzîncan ragihand ku hêza herî dînamîk a vê pêvajoyê, hêza ku herî zêde xwedî li van pêngavan derdikevin jin in û destnîşan kir ku rojev û armanca bingehîn a van pêngavan bidawîkirina tecrîd û îşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd û azadkirina wî ye.

Besê Erzîncan girîngiya xwedîderketina li herdu pêngavan bi bîr xist û wiha got: “Dijminatiya dewleta tirk a faşîst a li jinan veguheriye stratejiyeke taybet. Meşandina pêngava me ya KJK’ê ji bo karên jinan gelekî girîng e. Di serî de rêxistinên me yên jinan divê hemû rêxistinên me xwedî li pêngava KJK’ê derkevin. Em hêza berxwedanê ya jinê xurt bikin. Berxwedanê mezin bikin.”

Banga ji bo çalakiyên 10’ê Cotmehê

Besê Erzîncan 10’ê Cotmehê ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ nirxand ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re di asta navneteweyî de hate ragihandin û ev tişt diyar kir: “Ev yek bangekeke gelekî rast û bi wate ye. Jinên kurd tevî jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê di nava pêvajoyeke afirandina şoreşa jinê de ne. Pêşengiyê ji vê yekê re dikin. Bîrdoziya azadiyê ya Rêberê me, analîz, pêşniyar û perspektîfên gerdûnî yên têkildarî azadiya jinê afirandine, ji aliyê jinên li cîhanê hemûyan ve bi kelecaneke mezin tên qebûlkirin. Rêberê me ji bo jinan hemûyan rêya jiyaneke azad a alternatîf daniye holê.”

Her wiha Erzîncan ji bo 10’ê Cotmehê vê bangî kir: “Bang li jinên cîhanê hemûyan dikim ku 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Rêbertî ya Cîhanê bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin. Em yekitî û têkoşîna azadiya jinê bi hev re pêk bînin. Jinên ku dixwazin azad bibin êdî ev yek baş fêhm kirine. Azadiya Rêberê me azadiya jinên cîhanê hemûyan e. Li ser vê bingehê di serî de jin em bang li mirovahiyê dikin ku bi xurtî tev li çalakiyên azadiya rêberê me yên 10’ê Cotmehê bibin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar