Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Besê Erzîncan: Jin divê tevgera aştiyê ya cîhanî bi rêxistin bikin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku li dijî polîtîkaya şer a sîstema hegemonîk divê jin tevgera aştiyê bi rêxistin bikin û got, “Jin bi avakirina sîstem û rêveberiya xwe dikarin xwe bigihînin azadiya rasteqîn.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bandora şerê hegemonîk a li ser jinan û rê û rêbazên têkoşîna li dijî vî şerî nirxand.

Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerê Rûsya-Ukraynayê ku niha di rojeva cîhanê de ye û anî ziman ku vî şerî bi rengekî aşkera nîşan dide ku hişmendiya mêr cîhanê  aniye kîjan ast.

Besê Erzîncan şerê Rûsya-Ukraynayê weke şerê serweriyê yê hêzên hegemonîk pênase kir û wiha axivî: “Şerê welatên Amerîka-Ewropa-Rûsya, şerê hîn bêhtir serwerî û desthilatdariyê ye. Nêzîkatiya du rû ya Ewropayê bi vî şerî re aşkera bû. Em zanin ku di şerê Afganistan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê de çi hate serê gelan. Amerîka û Ewropa li Rojhilata Navîn li hemberî şer, parçebûn, koçberî, revandin û destavêtina li jinan bêdeng, bêhelwest man, lê di şerê li Ukraynayê de pêkanînên herî giran li Rûsyayê ferz dike. Edalet, wekhevî û alîkariya mirovî divê ji tevahiya mirovan re bê nîşandan. Eger nayê nîşandan hingî durûtî û dereweke mezin tê kirin. Em weke hêzên azadîparêz, rastî û bêedaletiya desthilatdariya heyî baş zanin. Lê belê bûyerên ku li dora şerê Rûsya-Ukraynayê diqewimin ji gelek aliyan ve ji bo mirovahiyê bûne mijarên ders derxistinê, hînbûna rastiyan.

Divê alîgiriya dewletan neyê kirin

Besê Erzîncan  diyar kir ku di şer de divê rola jinan diyarker be û ev tişt anî ziman: “Li ser vê bingehê, li dijî polîtîkayên şer ên netewe-dewletan bi taybetî jî NATO’yê, divê jin û mirovahî di asta cîhanî de tevgereke aştiyê bi rêxistin bikin. Di vir de divê mirov xwe nedin aliyê Ukrayna yan jî dewleta rûs, girîng e ku mirov li ber zîhniyeta hilweşîner, talanker, dagirker, alîgirê şer, mêtinger a dewletperestiya sîstema global rabin.”

Modela netewe-dewlet xerabiyê tîne

Besê Erzîncan diyar kir ku modela netewe-dewletê mirin, koçberî û kolekirin li mirovahiyê ferz kir û got, “Lewma di şerê heyî de aliyê me jinan aliyê azadiya gel û jinan e. Lewma gelekî girîng e ku li tevahiya cîhanê gel li dijî sîstema global a desthilatdarî û dewletperestiyê xwepêşandanan pêk bînin û daxwaza aştiyê di vê çarçoveyê de bilêv bikin. Xwedîderketina li gelên Ukraynayê bi rabûna li ber modela netewe-dewletperestiyê dibe. Jin, kedkar û hêzên demokrasî û azadiyê yên herdu welatan divê hem li ber sîstema dewletperest a welatên xwe hem jî li ber sîstema hegemonîk a global rabin.”

Jin dikarin xwe bigihînin  azadiya rasteqîn

Besê Erzîncan anî ziman ku dema ew bala xwe didin ser rewşa tevgerên jinan ên li cîhanê, dibînin ku li her derê li dijî sîstema mêr ê serwer berxwedan dewam dike û wiha got:”Mînaka herî zindî ya vê yekê jî jinên Afganistanê ne. Li dijî tevgereke mîna Talîbanê ku dijminê jinan e, çalakiyan li dar dixin. Ev yek nîşan dide ku jin çiqasî bi azadiyê ve girêdayî ne. Lewma em berxwedana jinên afgan silav dikin. Bi vî şerî re aşkera bû ku ji bo rizgariya ji sîstema bi serweriya hegemonîk, çalakiyên hevpar ên jinan di asta cîhanî û herêmî de gelekî girîng e.”

‘Divê jin bi erka pêşengiyê rabin’

Têkildarî rê û rêbazên têkoşîna jinan a li dijî şerê bi zîhniyeta dewlet a mêr, Besê Erzîncan wiha axivî: “Jin bi avakirina sîstem û rêveberiya xwe dikarin xwe bigihînin azadiya rasteqîn. Sîstema mêr a serwer a global ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan têk bibe û potansiyela wê di nava sîstema xwe de bihelîne, ji bo karibe temenê sîstema xwe ji nû ve dirêj bike, stratejî û taktîkên cuda dike. Mînak li gelek saziyên dewletê, li wezaretan jin hatin bicihkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku têkoşîna azadiya jinan di nava sîstema dewletê de bihelînin. Ji aliyekî ve ked, hunera jinan ji bo sîstema mêr a serwer tê bikaranîn, li aliyê din jî ji bo dirêjkirina temenê sîstema heyî jin weke amûrekê tên bikaranîn. Lê belê jinên azadbûyî û têgihiştî vê polîtîkayê fêhm dikin û têdikoşin.

Jin ne li nava saziyên dewletê lê belê li derveyî dewletê bi avakirina rêveberî û sîstema xwe dikarin azad bibin. Bi bicihanîna konfederalîzma jinan ya demokratîk a li her qada jiyanê dikarin bi ser bikevin. Divê têkiliya xwe bi dewletê re bi temamî qut bikin û sîstema xwe ava bikin. Weke jinên kurd di avakirina xwerêveberiyê de divê em bi erka pêşengiyê rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar