Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Besê Hozat: Berxwedana Rêber Apo civakî û gerdûnî bû

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku divê mirov her nêzîkatiyek a li hemberî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, weke nêzîkatiya li hemberî gelê kurd û pirsgirêka Kurd bibîne û got: “Şerê li Îmraliyê tê meşandin, berhemê siyaseteke kûr û piralî ye. Dewleta tirk ji bo plana xwe ya qirkirina kurdan bi encam bike, hiqûqa xwe ya dewletê jî ji holê rakiriye. Beşek girîng ê civaka tirkiyeyê mîlîtarîze kiriye û bi nijadperestiyê jehrî kiriye û rizandiye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî bersiva pirsên ANF’ê da.

Armanca tecrîda ku hatiye asta êşkenceya sîstematîk li girtîgeha Îmraliyê li ser Rêber Apo tê meşandin çi ye û çi tê kirin?

Polîtîkaya tecrîdê bi rêbazeke cuda berdewamkirina komploya navneteweyî ye û israrakirina polîtîkaya qirkirina kurdan e. Komploya navneteweyî 25 sal in di çarçoveya polîtîkaya tecrîdê de didome. Tevî ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an bi avabûna neteweya demokratîk û sîstema konfederal a demokratîk a Rêber Apo û berxwedana civakî ya li ser vê xetê hate pûçkirin jî, israra hêzên komploger û dewleta tirk a li ser meşandina polîtîkaya tasfiyeyê dewam dike. Armanc; Teslîmkirina Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd yê berxwedêr e. Heke teslîmiyetê negirin, armanc ew e ku bi polîtîkaya piralî ya zext, tundî û tecrîdê re Rêbertî, tevger û gel bêbandor bikin û bi şerê topyekûn ê qirkirinê encam bigirin. Polîtîkaya qirkirina kurdan a ku navenda wê li Îmraliyê tê meşandin, ji hêzên komploger ên navneteweyî ne serbixwe ye. Sîstema hegemonîk a kapîtalîst û cendirmeyên wê yên li Rojhilata Navîn, dewleta tirk ji ber ku nekarî Rêber Apo teslîm bigire ev bîst û pênc sal in bi polîtîkaya êşkence-tecrîdê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Sîstema êşkence-tecrîdê ya Îmraliyê polîtîkaya qirkirina kurdan a nûjenkirî ye.

Li gorî hiqûqa dewleta tirk û hiqûqa navneteweyî ya ku dewleta tirk îmze kiriye, her kesê sedema girtinê çi dibe bila bibe mafê girtî-hikûmxwar heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Mafê wan heye ku rêyên ragihandinê bikar bîne û bi cîhana derve re têkildar be. Ev maf bi qanûn û Destêra Bingehîn de hatiye misogerkirin. Dewleta tirk 25 sal in hiqûqa xwe pêk neaniye. Ne tenê hiqûqa xwe bi cih nayîne, hiqûqa navneteweyî jî paşguh dike. Dema ku Rêber Apo cara ewil birin Îmraliyê, bi salan bi hinceta koster xerabeye û hewa xirab e, destûr nehat dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di salên dawî de bi hinceta cezayên dîsîplînê hevdîtinên bi parêzeran re tên astengkirin. Cezayên dîsîplînê jî afirandineke nû ya şerê taybet a dewleta qirker faşîst a tirk e. Hewl dide Rêber Apo ji mafê ku di hiqûqa navneteweyî de weke mafê hêviyê hatiye îfadekirin, bi demagojiya cezayên dîsîplînê re kiraseke hiqûqî biafirîne. Mafê hêviyê di nav dewletên endamên Konseya Ewropayê de; ji bo her kesên cezayê muebetê lê hatiye birîn û ev 25 sal in di girtîgehê de ye serbest tê berdan. Dewleta tirk a ku endamê Konseya Ewropayê ye, hewl dide polîtîkayên tunekirinê di bin navê cezayên dîsîplînê ew qanûnên navneteweyî yên îmze kiriye bêwate bike û ji demê re bihêle, bi cihanê bide qebûlkirin û şerê qirkirina kurdan bi encam bike.

Dewleta qirker a tirk bi sîstema xwe ya êşkence û tecrîdê re dixwaze vîna gelê kurd bişkîne û teslîm bigire. Armanc dike ku bêbawerî û bêhêvîtiyê di nava civakê de biafirîne û bibêje ‘bi têkoşîn û berxwedanê encam nayê girtin’. Faşîzma qetlîamker ji helwesta îdeolojîk û siyasî ya Rêber Apo û hêza wî ya ramanê ditirse û hewl dide bandora refleksa wî ya li derve kêm bike. Polîtîkaya tecrîdê encama şerê qirkirina kurdan e. Şerê li dijî Rêber Apo, şerê qirkirina gelê kurd e. Rêber Apo vîna azadiya gelê kurd e. Navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Her nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo divê weke nêzîkatiya gelê kurd û pirsgirêka kurd bê dîtin.

Aliyê herî girîng a pergala tecrîdê ya li ser Rêber Apo tê meşandin, siyasî ye. Dema ku em bi vê perspektîfê binirxînin, ev tecrîd li derve çawa tê xuya dike, divê ev girêdan çawa were avakirin?

Pergala tecrîda Îmraliyê navenda polîtîkaya qirkirina kurdan e. Rejîma şerê taybet a li Îmraliyê ji konsepta tasfiyeyê û polîtîkayên qirkirina kurdan ên li dijî Tevgera Azadiya Kurd tên meşandin, ne serbixwe ye. Ji ber ku nêzîkatiya dewleta tirk a li pirsgirêka Kurd li ser esasê polîtîkayên înkar û îmhayê ye, li Îmraliyê pergala êşkence-tecrîdê heye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê re pergala êşkence-tecrîdê ya Îmraliyê jî veguherand amûra şerê taybet a siyasî. Pergala tecrîdê ya li dijî kurdan û gelan weke tehdît û şantajê bi kar tîne. AKP’ê pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015’an de weke pêvajoyeke bi temamî serweriya dewletê bi kar anî û kiriye amûr. Di vê wateyê de şerê li Îmraliyê berhema polîtîkayeke berfireh û kûr e ku li ser bingehê stratejiyeke pir bi plan, bername, demdirêj hatiye avakirin. Polîtîkayên qirkirinê yên bi sedsalan ên herî kevnar li Îmraliyê tên meşandin. Di vî warî de bi temamî îdeolojîk û siyasî ye.

Dewleta tirk ji bo ku plana qirkirina kurdan bi cih bîne, hiqûqa dewleta xwe jî bi temamî ji holê rakiriye. Dadgerî bi Erdogan ve girêdane û ketiye bin fermana Erdogan. Ev daraz bûye organeke siyasî ya ku armanca wê qirkirina kurdan e. Dadgeriya tirk veguheriye amûreke îmhayê ya ku talîmata rêveberiya faşîst a qirker bi cih tîne. Ev daraz beşeke girîng ê şerê li dijî Kurdan dimeşîne. Ev amûra wêranker zimanê her kesê ku diaxive dibire û her kesê ku li ber xwe dide di zindanan de rizîne. Dîktatoriya faşîst bi çeka darazê ya ku desteser kiriye hewl dide mûxalefeta demokratîk bitirsîne û tecrîd bike. Dema ku faşîzm li Kurdistanê êrîşên qirkirinê yên siyasî, civakî, çandî, aborî, ekolojîk û leşkerî pêk tîne, bi feraseta ku şerê qirkirinê neyê qelskirin, zext û tundiya li ser civaka tirkiyeyê jî zêde kir. Çavkaniya van hemû zextan polîtîkaya qirkirinê ya li navenda Îmraliyê ye.

AKP-MHP bi dîktatoriyeke faşîst Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Faşîzma qetlîamker ji tirsa Kurd jê fêdeyê bigirin piçek demokrasî û hiqûqê jî li pey xwe nehiştiye. Beşek girîng a civaka tirkiyeyê mîlîtarîze kir û bi neteweperestiya nijadperest jehrî û pûç kiriye. Peymana tirkbûnê ya ku li ser dijminatiya Kurdan hatiye çêkirin, bûye yekane qanûn û Destûra Bingehîn a tirkiyeyê. Faşîzma qirker bi îdeolojiya senteza tirk-Îslamê di nava civakê de dubendiyeke kûr afirand û wijdan, exlaqê azad û helwesta siyasî ya civakê tecrîd kiriye. Dewleta faşîst şerê li hundir û derve, li welat û li cîhanê kiriye qanûna misogerkirin û parastina hebûna xwe.

Gelo dewleta tirk a faşîst û hêzên navneteweyî bi vê komploya li ser Rêber Apo û bi tecrîda 25 salan re encamên ku dixwestin bi dest xist an na, heke bi dest nexistibe sedema wê çi ye?

Tecrîda ku 25 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, ji bo gelên Tirkiyeyê ji xeynî wêraniyeke mezin encam denexistiye holê. Tecrîda li ser esasê polîtîkaya qirkirinê, xitimandina pirsgirêka Kurd kûrtir kir û Tirkiye bi tevahî ji demokrasî, edalet û hiqûqê dûr xist. Siyaseta şer civak feqîr kir, tevna wê ya exlaqî û polîtîk hilweşand, di civakê de rizîbûnek kûr çêkir, hemû çavkaniyên aborî yên dewletê têk kir. Hemû çavkaniyên aborî yên Tirkiyeyê ji bo şerê li dijî kurdan xerc kirin. Ev 25 sal in bombe li çiya, deşt û bajarên Kurdistanê dibarînin. Bi deh hezaran çete û kontra ji bo rijandina xwîna Kurdan tên xwedîkirin. Sîxurî bi sed mîlyon dolarî tê pêşxistin. Bi mîlyaran dolar ji bo çek û lobiyan tên xerckirin da ku hestên dij-Kurd pêş bixin. Tirkiye di warê bikaranîn û firotina tiryakê de rekor dişikîne. Sedema vê jî şerê qirkirina kurdan e. Bi bazirganiya narkotîkê ji aliyekî ve rizandina civakî tê pêşxistin, li aliyê din jî lêçûnên şer tê girtin. Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde çete lê pêşketiye û di rêzbendiya cîhanê de jî di rêza yekemîn de ye. Bi hemû şêweyên rêxistinkirina çeteyan li dijî Kurdan şer dike. Sedema bingehîn a ku mekanîzmayên darbeyê li Tirkiyeyê xebatên xwe didomînin, xitimandina siyaseta Kurd a li ser înkar û îmhayê ye.

Xala ku di dawiya 25 salan de derketiye holê ev e ku polîtîkaya tecrîdê ji xeynî wêrankirina dewleta faşîst a dewleta tirk û civaka tirk tu encamek din nedaye. Dewleta tirk bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê xwest Rêber Apo teslîm bigire, lê bi ser neket; berxwedana Rêber Apo bûye civakî û gerdûnî. Dewleta tirk bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê xwest Rêber Apo bêbandor bike, lê bi ser neket; Îro li çar aliyên cîhanê fikir û tezên Rêber Apo tên nîqaşkirin û di çareseriya pirsgirêkên civakî û sîstemê de tekane hêza çareseriya demokratîk tê dîtin û hembêzkirin. Li aliyê din dewleta tirk bi karakterê xwe yê faşîst ji gelên cîhanê hatiye tecrîdkirin. Dewleta tirk bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê xwest îradeya gelê kurd bişkîne û teslîm bigire, lê bi ser neket; gelê kurd bi şoreşa Rojava ya bi navenda jinê re berxwedana xwe ya azadiyê mezin kir û ji bo gelên herêmê û cîhanê bû hêviyek. Bi şoreşa Azadî ya Jin Jiyan Azadî re vê hêviyê jiyana azad û demokratîk li hemû cîhanê nêzîktir kir. Di dawiya 25 salan de gel û jin bi ser ketin. Têkoşîna azadiyê pêş ket, mezin bû û gerdûnî bû. Aliyê ku teşhîr bû û paşve çû dewleta faşîst a tirk û hêzên komploger ên navneteweyî bûn.

Tiştê ku rast û hêzdar, heq û heqîqet e. Di pêşengiya Rêber Apo de gelê kurd di dîroka mirovahiyê de têkoşîna herî mafdar û rewa dimeşîne. Kurd, yek ji gelên herî qedîm ê dîrokê û şaneya bingehîn a mirovahiyê ye, weke gelên erdnîgariya ku civaka neolîtîk afirandiye ziman, çand, nasname, azadî û xwerêveberiya xwe ya ku tê înkarkirin û paşguhkirin dixwazin û ji bo bidestxistina vê têdikoşin. Ev têkoşîna mafdar a bi qasî şîrê dayikan helal e, bi polîtîkayên înkar-îmha-tecrîdê nayê tunekirin. Dîroka mirovahiyê her tim nîşanî me dide ku heqîqet, li hemberî zilm û faşîzmê bi ser dikeve.

Dema em li zindana Îmraliyê û polîtîkayên li wir tên meşandin dinêrin, em dibînin ku di dîrokê de mînakên wekî wê nehatiye dîtin. Lê Rêber Apo li hemberî vê berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Ev berxwedana ku 25 sal in li Îmraliyê tê meşandin bandoreke çawa li tevgera azadiya kurd û kurdan kir?

Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin. Îrade û berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ku bi azweriya wî ya mezin a ji bo jiyana azad û bi dilsoziya wî ya kûr afirî, li Îmraliyê xwe bi awayekî balkêş derxist holê. 25 sal in ku Rêber Apo şert û mercên êşkence-tecrîda Îmraliyê veguherand qada têkoşînê ya mezin a li dijî hêzên komploger û dewleta tirk a faşîst a qirker, hêza moralê da tevgera azadiya Kurd û gelê me û li hemberî her cûre zehmetiyan hêza berxwedanê û vîna ku têk naçe derxist holê. Hişmendî, vîn û têkoşîna ku tevgera azadiyê û gelê me li hemberî zehmetiyan têkoşîna rêxistinî bimeşîne û hêza serkeftinê da avakirin. Tevgera azadiyê û gelê me di 25 salan de li ser xeta Rêber Apo berxwedanên mezin pêş xistin û nirxên mezin derxist holê. Kurdan bi pêşengiya tevgera azadiyê li dijî dewleta faşîst qirker a tirk û hevkarê wê DAÎŞ’ê şer kirin û şoreşa Rojava ava kirin. Şoreşa Rojava ya bi xeta azadiya jinê û têgihiştina neteweya demokratîk tarîtiya Rojhilata Navîn ronî kir. Jina Kurd kir hêza pêşeng a îdeolojîk û pratîk a tevgera jinên cîhanê. Paradîgmaya neteweya demokratîk bi şoreşa Rojava re jîn bû. Yekitiya azad a demokratîk a gelan, tifaqa stratejîk a gelên Kurd-Ereb weke serkeftineke bi heybet a paradîgmaya neteweya demokratîk derxist holê.

Berxwedana Rêber Apo ya 25 salan bêguman bandor li hêzên komplogerjî kir. Di vê çarçoveyê de polîtîkayên dewletên herêmê û hêzên navneteweyî bi taybetî jî dewleta tirk di encama vê berxwedana Rêber Apo de di bin bandorê çawa de man?

Armanca komployê girtina Rêber Apo û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bû. Ev plana komplogeran têk çû. Berxwedana ku li derdor û li ser xeta Rêber Apo pêş ket, hemû planên komplogeran pûç kir. Rêber Apo pergala êşkence-tecrîdê ya Îmraliyê veguherand qada sereke ya têkoşînê. Di nava 25 salan de têkoşîn gelekî mezin bû. Li Bakur û Tirkiyeyê di qadên civakî û siyasî de geşedanên girîng û encamên serkeftî derketin holê. Li Rojava şoreşek çêbû. Têkoşîna azadiya Kurd li hundir û derveyî welat qenalên nû yên têkiliyan vekir, dostên xwe zêde kir, tifaqên taktîkî û stratejîk pêş xist. Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo û çareseriya sîstema konfederalîzma demokratîk di raya giştî ya cîhanê de rastî eleqeyeke mezin hat. Bi taybetî jî têkoşîna azadiya jinê her kes matmayî hişt. Têgihîştina Rêber Apo, jineolojî-zanistiya jinê, bû navenda bala cîhanê, tevgera jina Kurd bi tevgerên jinên cîhanê re gihandiye hev û veguherandiye tevgereke gerdûnî. Berxwedana îdeolojîk, siyasî, rêxistinî û leşkerî ya jinên Kurd di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de karakterê têkoşîna azadiya Kurd bi cîhanê re da naskirin. Berxwedana Kurdan a bi pêşengiya jinên Kurd di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de wijdanê mirovahiyê bilind kir û asta xwedîderketina li cîhanê derxist holê. Bêguman ev hemû geşedanên pir girîng bûn.

Têkneçûna xeta Rêbertiyê careke din îspat kir ku dewleta faşîst a qirker ber bi lêgerîn û rêbazên cuda ve bir. AKP a ku dewletê bi rê ve dibe, taktîkek nû pêş xist û bi rêbaza şerê taybet a guhertî di bin navê diyalog û çareseriyê de hewl da tevgerê tasfiye bike. Bi vê rêbazê bi salan hewl da ku li hundir û derve her kesî bixapîne, destekê kom bike û bi vî rengî bi tevahî dewletê serdest bike. Mirov nikare bibêje ku AKP di vî warî de têk çûye. Jixwe piraniya wan karîbûn jîngeh û desthilatdariyê bixapînin û li ser dewletê serdest bin û dewleta xwe ava bikin. Bi taybetî di navbera salên 2013-2015’an de pêvajoyeke şerê taybet a bi navê pêvajoya çareseriyê pêş xist. Dema ku li hemberî têkoşîna me şerekî taybet dida meşandin, dema dît ku tevgera me ya azadiyê li ser esasê paradîgmaya nû ya Rêber Apo gelekî xurt bûye, dest bi şerê topyekûn kir. Ev 8 sal in Tirkiye xistiye nava şerekî mîna qiyametê. AKP li hundir û cîhanê polîtîkaya şer dimeşîne, MHP û hemû bermahiyên Îttîhat û Terakkiyê digire ser milê xwe. Ji aliyekî ve dixwaze bi qirkirina kurdan re bigihêje sînorên peymana neteweyî, ji aliyê din ve bi qirkirineke nû ya Ermeniyan re polîtîkaya Tûranîstan pêk tîne, dewletên tirkan dike yek, armanc dike ku petrol û gaza Asya Navîn û Kafkasya Başûr desteser bike. Tiştê ku Enver Paşa di destpêka sedsala bîstan de nikarîbû bike û bi qirkirina Kurd û Ermeniyan dixwaze împaratoriyek tûraniyan ava bike. Bi nêzîkatiyeke neoosmanîst êrîşî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û Başûr dike. Tişta ku divê were fêmkirin encama xeta berxwedana Rêbertî dexistiye holê, Tirkiye xitimiye.

Dijminatiya li kurdan Tirkiye xistiye nava şerekî kor. Bi destê xwe dînamîkên hêza bingehîn a ku Tirkiyeyê afirandiye bombe dike. Di nava xeyala ‘Ez qezenc dikim, mezin bi ser dikevim’ de, gav bi gav ber bi nuqteyeke ku sedemên hebûna wî ji holê radike ve diçe. Tirkiye ji çar aliyan ve di navbera kendalên bêbinî de asê maye. Ew dibêje qey hatina li serê kendal wekî bilindbûnê dibîne. Ew nikare bibîne ku pêşeroja wî bi tevahî di xetereyê de ye. Gelo wê sedsaleke nû ya tirkiyeyê bi komeke mîlîtarîzekirî ya bi xapandinên nijadperestên faşîst, bi artêşeke ku her roj bombeyan li ser erdnîgariya Kurdan dibarîne û wek kûçikên har ê girêz ji deva dirije ava bike? Welatekî ku Salonên dadgehan û zindanên wî tijî Kurd in, bi jin, welatparêz, sosyalîst û demokratan tijî kirine,ma welateke wisa ber bi serkeftinê yan jî têkçûnê ve diçe? Tişta ku em dizanin ew e ku di dawiya rojê de qirkirina faşîst wê winda bike û gel bi ser bikeve. Kurd azad bibin, Tirkiye demokratîk bibe.

25 sal in li herêmê geşedanên cidî rû didin. Netewe dewletên wek Iraq û Sûriye hilweşiyan. Sîstemên netew-dewletên faşîst, li hemberî berxwedana gel a li ser esasê fikra azadî û demokrasiyê ya ku di bin bandora paradîgmaya Rêbertî û têkoşîna me ya azadiyê de pêş dikeve, di nava salan û dehan salan de wê gav bi gav hilweşin û ji hev belav bibin. Daxwazên azadiyê yên gel û jinan wê Rojhilata Navîn biguherînin. Bandora vê îro ji xwe tê dîtin. Netewe dewletên faşîst, mêtinger, qedexekar, înkarker, tekparêz-navendparêz an wê di dawiya rojê de yan wê biguherin an jî hilweşin. Demên ku tarî tarîtir dibe, demên herî zêde nêzî berbsngê ne. Dema ku herêm tê de dijî ev dem bi xwe ye. Dewletên herêmê yên ku beşdarî komploya navneteweyî bûne, êdî wek berê ne bi hêz in. Li hemberî daxwazên gel, jin û ciwanan ên azadî û demokrasiyê serdestiya xwe winda kirine. Zêdebûna zext û şîdetê wê rê li vê parçebûn û jihevketinê veke. Komploya li dijî Kurdan û gel an jî beşdarbûna di planên komployê de ji bilî lezkirina parçebûna wan wê xizmetê ji tiştekî din re neke.

Tevî ku hêzên komploger ên navneteweyî negihiştin armancên xwe, 25 sal in ji bo tasfiyekirina tevgerê destekê didin dewleta qirker a tirk. Sîstema êşkence-tecrîdê ya Îmraliyê sîstemeke ku ji aliyê hêzên komploger ve hatiye avakirin. Hêzên navneteweyî di avakirin û domandina sîstema êşkence-tecrîdê de roleke sereke dilîzin. Her çiqas ev hêz li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî yên li herêmê dem bi dem bi Kurdên serhildêr re tifaqên konjonkturel ava bikin jî, rastiya niyet û armanca van hêzan naguhere. Di rastiyê de rola wan a di berdewamkirina tecrîda Îmraliyê de û piştgiriya dewleta tirk a di operasyonên dagirkeriyê de diyar e. Ev têkiliyên hêzên komploger ên navneteweyî yên bi dewleta tirk re rûyê wan yê rast derxistiye holê û wan li pêşberî gel lewaz kiriye. Ew ê her sal ji ber sûcên ku di komployê de li dijî gelê kurd pêk anîne berdêlên giran bidin û sûcê wan wê bi hemû aliyên xwe ve li pêşberî hemû mirovahiyê derkeve holê.

Berxwedana Rêber Apo ya li girtîgeha Îmraliyê gelek aliyên wê hene. Aliyê îdeolojîk, paradîgma, jiyanî û fîzîkî yên berxwedana Rêber Apo çi ne?

Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo berxwedaneke îdeolojîk, siyasî û civakî ye. Rêber Apo ji ber ku jiyana azad û demokratîk a gelê kurd û gelan parast û ji bo vê têkoşînek mezin da, bi komployeke navneteweyî radestî dewleta tirk hate kirin. Sedema ku Rêber Apo di nava pergala êşkence-tecrîdê ya Îmraliyê de cih girt, nirxên azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê ye ku diparêze. Hesreta afirandina Rojhilata Navîn a nû ya li ser bingeha biratiya gelan e. Ji ber ku nirxên mirovahiyê diparêze di bin pergala êşkence-tecrîdê de tê ragirtin. Rêber Apo li Îmraliyê di bin şert û mercên êşkenceyê û her cure rejîmên şerê taybet de mafên gelan, jinan û hemû nasnameyên bindest diparêze, îradeyeke sermirovî nîşan dide, rê li ber Rojhilata Navîn vedike ku çarenûsa wê ya tarî bişkîne û bibe erdnîgariyek layiqî wê. Rêbertî 25 sal in di nava şert û mercên ku ji aliyê fizîkî ve saxlem jî nikare çend mehan lê bijî, bi îradeyeke awarte li ber xwe dide. Hesreta wî ya mezin a ji bo gelên azad û mirovahiya azad e ku vê berxwedan û berxwedana bêhempa derdixe holê. Evîna jiyana azad e.

Rêber Apo teorîsyen û avakerê îdeolojiya sosyalîst a demokratîk e. Îdeolog, teorîsyen û pratîsyenê paradîgmaya neteweya demokratîk û çareseriya sîstema konfederalîzma demokratîk e. Rêber Apo şîroveyeke nû li îdeolojiya sosyalîst anî û kûr kir. Paradîgma û sîstemeke sîstema civakî ya derveyî desthilatî-dewletê derxist holê. Rêber Apo îro bi paradîgma û îdeolojiya ku derxistiye pêş Rêberê nû yê sosyalîzmê ye. Îdeolojî û paradîgmaya ku civak bi avakirina xweseriya xwe ya sosyalîst a demokratîk a li derveyî desthilatdarî-dewletê dikare çawa bijî derxist pêş û ev yek di rewşa li berçavan a şoreşa Rojava de jî îspat kir. Di vê wateyê de hemû tevgerên çep-sosyalîst têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst-emperyalîst-pergala serdest a ku bi modernîteya xwe gihiştiye lûtkeyê, astengiya desthilatdarî-dewletê derbas kiriye û pêk hatiye, perspektîfa jiyana azad û pergala civakî derxistiye holê. Derxist holê ku hevgirtina sosyalîzmê bi diyardeya desthilatdarî-dewletê re, ji aliyê îdeolojîk, teorîk û pratîkî ve çewt e. Nîşan da ku dewleteke sosyalîst nabe û yên ku vê tezê diparêzin nikarin şoreşeke sosyalîst a serkeftî ava bikin, ji mînakên cîhanê jî tê dîtin. Paradîgmaya ku Rêber Apo derxistiye pêş, nêrîneke rast ji sosyalîzmê re anî û îro di asta gerdûnî de ketiye rojeva nîqaşan û xwedîderketineke mezin derxistiye holê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar