Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Besê Hozat: Biryara rawestandina çalakiyan wê heta hilbijartinê dewam bike

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê gulanê ya ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku wan biryar dane ku rawestandina çalakiyan heta dawiya hilbijartinê dewam bike.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî, pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê nirxand û got, “Newroz ji xwe ev bi xwe ye. Newroz bi xwe ev e. Di vê Newrozê de jî sekneke bi vî rengî hat nîşandan. Sekneke bi vî rengî ye: Em ê desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP’ê hilweşînin. Bi têkoşîna xwe ya avakirina Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk re em ê vê yekê pêk bînin.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat nirxandineke bi vî rengî kir: “Di meha adarê de salvegera komkujiyên Gazî, Qamişlo, Helebce bû. Beriya her tiştî ez kesên ku di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Hêzên ku komkujî kirine jî bi hêrseke mezin şermezar dikim. Di heman demê de destpêka meha adarê şehadeta hevala Raperîn Amed hat aşkerekirin. Hevala Raperîn li her qada têkoşînê kar kir. Di vê têkoşînê de kedeke xwe ya gelekî mezin heye. Bi taybetî li qada civakî, di avakirina sîstema konfederal a demokratîk de, di belavkirina paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk a li nava civakê de, karên gelekî xurt kir. Di vê mijarê de keda xwe gelekî zêde ye. Hevala Raperîn bi rastî jî sembola kedkarî, durustî, hevrêtî û dilsoziya bi nirxên têkoşînê ye. Wê bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim. Weke dilsoziya pê re em ê vê paradîgmayê teqez ava bikin. Em ê projeya sîstema konfederal a Demokratîk li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê li hemberî sîstemên netewe dewletê yên faşîst, li hemberî modernîteya kapîtalîst weke sîstemeke alternatîf, weke sîstemeke jiyana azad, demokratîk a gelan em ê ava bikin. Bila ev bibe soza me ji bo hevrê Raperîn.

Di meha adarê de 8’ê Adarê hebû. Gelekî girîng bû. Ji ber erdheja li Bakur û Tirkiyeyê bêguman hinekî bi rengekî dilşikestî derbas bû. Bi giranî bi piştevaniyê hat pêşwazîkirin. Di 8’ê Adarê de Tevgera Jinan a Kurdistanê, Tevgera Jinan a Tirkiyeyê seferber bû. Piştevaniyeke xurt hat nîşandan. Di dema erdhejê de 8’ê Adarê bi vî rengî derbas bû. Bi rastî jî tevgera jinan piştevaniyeke xurt ji bo mexdûrên erdhejê, jin, civakê û gel re nîşan da. Lewma 8’ê Adarê bi rengekî gelekî bi wate li Bakur û li Tirkiyeyê hat pêşwazîkirin. Li her deverên Kurdistan, herêmê û cîhanê bi heybet 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Lewma ez 8’ê Adarê ya derbasbûyî li jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikim. Di şexsê rêbera me ya jin Sara (Sakîne Cansiz) de jinên ku di têkoşîna azadiyê ya jinan de şehîd bûn bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim.

Li aliyê din pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê hatin lidarxistin. Me 21’ê Adarê pîroz kir. Li her derê, li Bakur, li çar parçeyên Tirkiyeyê, li Kurdistanê, Rojava, Başûr, Rojhilat, her wiha li derveyî welat, li Ewropa, Rûsya her wiha li Japonya, Kanada li çar aliyên cîhanê pîrozbahiyên gelekî xurt hatin lidarxistin. Ez Newrozê li gelê me, li gelên Rojhilata Navîn li gelên Asya Navîn, Balkanan ên Newrozê pîroz dikin, weke biharê pêşwazî dikin, li wan hemûyan pîroz dikim. Di heman demê de di şexsê şehîdên Newrozê, Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de hemû şehîdan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim. Em di Hefteya Lehengiyê de ne. Di şexsê heval Mazlûm û Mahsûm Korkmaz de şehîdên meha Adarê hemûyan, şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim.

Newroza 2023’yan bû Newroza Rêbertî

Bêguman Newroz bi temamî bû Newroza Rêbertî. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî mohra xwe li Newrozê xist. Li Bakur li metropolên Tirkiyeyê, li gelek bajarên Tirkiyeyê Newroz hat pîrozkirin. Li Anatoliya Navîn, li Çanakkaleyê li gelek deveran pîrozbahiyên gelekî bi wate yên Newrozê çêbûn. li Rojava gelekî bi heybet bûn. Li Rojhilat, li Başûr û bi rastî jî li her devera cîhanê bi heybet bûn. Di hemûyan de jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî mohra xwe li Newrozê xist. Lewma Newroza îsal bû Newroza Rêbertî. Gelê me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî îradeyeke hîn xurt nîşan da.

Ya rast, têkoşîna ku bi salane dewam dike bi Newrozê re gihîşt asta herî bilind. Gelekî bi wate bû. Newroz bû Newrozeke Rêbertî. Ji xwe rêberê Newrozê Rêber Apo ye. Yê ku Newroz ewqasî bi wate kir, veguherand Newroza berxwedanê, têkoşîna tevgera Apoyî ya bi pêşengiya Rêber Apo bû. Lewma rastiya gelekî yê Newrozê hat afirandin. Gelekî welê hat afirandin ku xwedî îrade, zane, azadîparêz û bi têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Rastiya gelekî xwedî îrade, zane, rêxistinî hat afirandin. Ev yek bi têkoşîna tevgera Apoyî hat afirandin. Bi têkoşîna li ser xet, felsefe û îdeolojiya Rêbertî ev îrade hat afirandin.

Azadiya fîzîkî ya Rêbertî

Di Newroza 1973’yan de bi komeke biçûk civîna xwe ya destpêkê li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê lidar xist. Îro di sala 2023’yan de 50 sal di ser vê civînê re derbas bûn. Meşa rêbertî ya 50 salî îradeyeke têkoşînê afirand ku xwe gihand bi milyonan kesî. Îro bi milyonan mirov ji bo azadiyê têdikoşin, têkoşîna demokrasiyê dimeşînin. Ev gelekî bi wata ye. Bandor û hêza Rêbertî nîşan dide. Asteke welê bi xwe re aniye ku bandorê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Li qada Newrozê jî herî zêde jin û ciwanan bi xurtî ev yek qîriyan. Veguherî serhildanê. Berî û piştî pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengiya ciwanan li gelek deveran posterên Rêbertî hatin hildan. Ez jin û ciwanan pîroz dikim. Asteke gelekî mezin a wateyê di vê Newrozê de hat nîşandan. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi vê Newrozê re bêhtir ket rojevê. Îro ji aliyê gelek derdoran ve tê nîqaşkirin. Ev daxwaz ji aliyê gelê me û dostên me ve bi îradeyeke gelekî xurt hat destnîşankirin. Bêguman ev gelekî bi wate ye. Ji niha û pê ve jî divê ev bi xurtî bê meşandin. Yanî ev îradeya ku di Newrozê de hat afirandin, divê têkoşînê mezintir bike, asta têkoşînê ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike bê nîşandan û ev têkoşîn bi vî rengî bê meşandin. Ji her demê bêhtir em nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne. Vê Newrozê ev rastî bi şênberî raxistiye pêş çavan. Ya girîng ew e ku ev îradeya di Newrozê de hat afirandin, ev îradeya têkoşînê, helwesta berxwedanê ji niha û pê ve her rojê bike roja Newrozê û sala 2023’yan jî bike sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li ser vê bingehê divê em têkoşînê mezintir bikin. Encama herî bingehîn a ku em ji vê Newrozê bi dest bixin ev e. Gelê me helwest û îradeya vê yekê destnîşan kiriye. Divê li ser vê yekê berxwedan dewam bike.

Paradîgmaya Rêbertî yekbûnê diafirîne

Tişta din a girîng ev e. Me gelek caran ev yek nirxand. Her ku paradîgmaya Rêbertî belav bû, bi paradîgmaya Rêbertî re me civaka cîhanê, gel û jin gihandin hev. Xwedîderketineke hîn xurtir li Rêbertî derdikeve holê. Rêbertî hîn baştir tê fêmkirin. Xizmetên ku Rêbertî ji mirovahiyê re dike baştir têne dîtin. Mirovahî, gel û civak hîn bi xurtî xwedî li Rêbertî derdikevin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê dimeşînin. Bi rengê herî xurt tev li têkoşîna kurdan dibin. Dibin parçeyek ji vê têkoşînê. Ev têkoşîn vediguhere têkoşîna gelan a yekbûyî, vediguhere têkoşîna jinan a yekbûyî, têkoşîna civakê. Lewma divê em paradîgmayê bi rê û rêbazên cuda hîn bêhtir li nava civakê, mirovahiyê belav bikin, bidin naskirin. Ev yek ji bo paşeroja mirovahiyê gelekî girîng e. Ji ber ku paşeroja mirovahiyê di nava vê paradîgmayê de ye. Lewma divê em karekî hîn xurtir bimeşînin. Vê Newrozê pêvajoya têkoşînê, ev rastî, bi rengê herî xurt raxist pêş çavan. Divê em vê yekê jî bi rengê herî xurt dewam bikin.

Helwesta gelê ereb girîng bû

Di vê Newrozê de bêguman helwesta ereban jî gelekî girîng bû. Li gelek bajarên ereb, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek qadan ereban daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Tevî kurdan Newroz silav kirin. Îradeya rizgarkirina qadên dagirkirî ji bin dagirkeriya dewleta tirk nîşan dan. Ev gelekî girîng bû. Li ser vê bingehê peyameke gelekî girîng bû. Mîna ku min got, divê em îradeya di Newrozê de hate nîşandan ji niha û pê ve bikin îradeya berxwedan û têkoşîneke hîn xurtir û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez misoger bikin. Vê Newrozê helwest û îradeya vê yekê destnîşan kir.

Desthilat faşît dê hilweşe

Wateya Newrozê ji bo kurdan cuda ye. Weke min got, hinek gelên din jî pîroz dikin. Li ser bingeha pêşwazîkirina biharê pîroz dikin. Lê belê ji bo Kurdan xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Li dijî zilm û zaliman serhildan e. Newroz ji bo Kurdan berxwedaneke azadiyê ye. Raperîn e, serhildan e. Li dijî zilm û zaliman ji Kawayê Hesinkar heta niha ev Newroz bi vî rengî hatiye pîrozkirin. Ji PKK’ê û vir ve jî yanî ji sala 1973’an û vir ve pêncî sal in ev wate hîn bêhtir hatiye kûrkirin, gelê Kurdistanê bûye gelê Newrozê, ji heft heta heftê salî veguherî gelekî serhildêr, berxwedêr, raperîne û Newrozê jî bi vî rengî pîroz dike. Niha ev Newroz bi taybetî ya îsal li ser vê bingehê hate pîrozkirin. Dehaq ê vê serdemê, zalimê vê demê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst e. Newroz jî li dijî rejîma AKP-MHP’ê li hemberî desthilatdariya faşîs û qirker helwesteke xurt, serhildaneke xurt nîşan da. Ev gelekî bi wate ye. Ji aliyekî ve helwesta hilweşandina vê desthilatdariya faşîst nîşan da, pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin. Di vê Newrozê de di vê mijarê de îradeyeke xurt hate nîşandan. Got, em ê vê desthilatdariya faşîst, em ê desthilatdariya faşîst qirker hilweşînin. Îrade û helwesta vê yekê di vê Newrozê de bi xurtî hate nîşandan. Nîşanî cîhanê, dost û dijmin da. Ev bi wate bû.

Helwesteke xurt a têkoşînê hat nîşandan

Newroza îsal bi rastî jî ji serî heta dawî bi peyamên bi vî rengî yên siyasî dagirtî bû. Ya rast Newrozên me hemû bi vî rengî ne. Ya rast qada Newrozê ew qad e ku siyaseta demokratîk bi rengê herî xurt lê tê meşandin. Qada avakirina demokrasiyê ye. Cihê şênberbûna demokrasiya radîkal e. Newroz ew pêvajo ye ku gel yekser tevlî dibe, daxwaz û îradeya xwe nîşan dide. Qadên Newrozê rastiyeke bi vî rengî nîşan dide. Lewma jî nabe ku Newroz ji siyaseta demokratîk, ji siyasetê cuda bê nirxandin. Nabe ku Newroz ji berxwedanê ji têkoşînê cuda bê nirxandin. Nepêkane ku Newroz ji serhildanê cuda bê nirxandin. Newroz bi xwe ev e. Di vê Newrozê de jî sekneke bi vî rengî hate nîşandan. Sekneke wiha: Em ê vê desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP’ê hilweşînin. Em ê Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bi têkoşîn û berxwedana xwe ava bikin. Em ê Rêber Apo azad bikin. Yanî Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne. Ji hev nayên qutkirin. Em ê vê yekê pêk bînin. Helwest û îradeya vê yekê di Newrozê de bi rengê herî xurt hate destnîşankirin. Lewma li hemberî rejîma faşîst qirker helwesta herî xurt a têkoşîn û berxwedanê hate nîşandan. Bi vî rengî peyamên siyasî hatin dayin. Gelê me da. Ev gelekî girîng bû. Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê me peyameke gelekî xurt hate dayin.

Peyama yekîtiya neteweyî

Bêguman peyameke din a girîng jî peyama bi wate ya gelê me ku bi xurtî nîşan da, helwesta yekîtiya neteweyî bû. Bang li hemû rêxistin, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hemû beşên cuda yên kurdan hat kirin ku yekîtiya neteweyî ava bikin. Helwesta yekîtiya neteweyî hat destnîşankirin. Li her derê sekneke gelekî xurt a yekîtiya neteweyî hat nîşandan. Lewma gelek derdoran jî peyama vê yekê dan. Gelek partiyên siyasî di vê mijarê de peyam dan. Ji partiyên kurdî heta bi gelek dostan, heta bi serokê YNK’ê Bafil Talabanî gelek peyamên girîng hatin dayin.

Di Newroza Amedê de daxwaza bingehîn a her kesî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna yekîtiya demokratîk a neteweyî ya kurdan bû. Bang, îrade û helwesta vê yekê hat destnîşankirin. Ev gelekî bi wate bû. Di heman demê de ji bo her kesî, ji bo me hemûyan peyameke. Divê her kes vê peyama gelê me bibîne. Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk ji niha û pê ve divê karekî gelekî xurt bê meşandin. Hêzên ku xwe bidin ber vê yekê, hemû welatparêzên ku bi germ nêzî vê yekê dibin divê helwesteke di ser partî û îdeolojiyê re nîşan bidin û hesreta gelê me di vê salê de teqez pêk bînin. Li ser vê bingehê divê karekî xurt bê kirin. Em ê di vê mijarê de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em ê têkoşîna vê yekê bimeşînin. Em ê karê vê bikin. Ji destpêkê ve perspektîfa bingehîn a Rêberê me ev bû, ev sîstem bû. Gelê me jî bi heman rengî. Me jî di vê mijarê de karên cidî kirin. Lê belê bi taybetî ji ber helwetsa PDK’ê ev pêk nehat. Lê belê gelê me ev jî nîşan da. Di vê Newrozê de raxist pêş çavan ku bêyî PDK’ê jî Kurd dikarin yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. PDK ji xwe niha bi roleke bêxêr radibe. Tevî dewleta Tirk a qirker tevdigere. Heta îro, heta vê saetê bi vî rengî dike. Wê demê sekna wan şênber e. Ji bilî wê, yekîtiya neteweyî ya Kurdan dikare bê avakirin. Gav bi gav kar ji bo kongreyeke neteweyî dikare bê kirin. Gelê me bi xurtî ev daxwaza xwe û îradeya xwe nîşan da.

Çalakiyên jinan bi wate ne

Jin û ciwanan bi rastî jî mohra xwe li Newrozê xistin. Bi taybetî ciwanan sekneke gelekî xurt nîşan dan. Veguherandin serhildanekê. Li kolanan, li qadan, li gelek deveran posterên Rêbertî hildan. Bi taybetî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî qîriyan. Li dijî desthilatdariya faşîst qirker banga têkoşînê kir. Helwesteke gelekî xurt a berxwedanê hate nîşandan. Ev gelekî bi wate ye. Ez ciwanên Kurd jî pîroz dikim, silav dikim, jinan pîroz dikim. Ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bi pêşengiya jin û ciwanan mezin bibe, Kurdistan teqez azad bibe û Tirkiye û Rojhilata Navîn demokmratîk bibe. Vê Newrozê bi vî rengî peyameke gelekî xurt a siyasî da.

Erdhej bû mîna komkujiyekê. Li rojavayê Firatê li nava Kurdan, li nava Elewiyan bû qirkirin. Ne şaş e ku ev yek weke qirkirinê bê pênasekirin. Encameke polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bû. Lê belê me berê jî nirxand. Bêguman erdhej dibin. Tirkiye jî Kurdistan jî li ser xeta erdhejê ne. Bi taybetî li rojavayê Firatê herêma ku erdhej lê çêbû bi temamî li ser xeta erdhejê ye. Erdhej bi 7.8 pile bû, dijwariya wê gelekî bilind nebû. Li gelek herêmên cîhanê ji vê girantir erdhej çêdibin. Lê belê li gelek deveran tiştek bi kesî nayê. Ji ber polîtîkayên rantxurî, mêtingerî û desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê, felaket, komkujî û qirkirineke bi vî rengî rû da. Ji ber ku bajar neçê hatin avakirin, xweza hate talankirin, hawirdor hate wêrankirin, avahî bi malzemeyên lawaz hatin avakirin, tedbîrên erdhejê nehatin wergirtin, di roja destpêkê de destwerdan nehate kirin, saziyên dewletê hemû, artêş jî di nav de ji bo karên rizgarkirinê nehatin seferberkirin, destwerdan nehate kirin ewqas mirovan jiyana xwe ji dest dan. Di asta qirkirinê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li pêş çavên cîhanê bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov di binê xirbeyan de man. Nekarîn xwe bigihînin cenazeyan. Bajar bi erdê re bûn yek. Bi milyonan mirov neçar man ji bajar, gund û navçeyên xwe koç bikin. Bi polîtîkayeke zanebûn bi taybetî koçberî li ser Kurdên Elewî, li ser Kurdên li rojavayê Firatê hate ferzkirin. Zarokên wan hatin desteserkirin. Zarok ji tarîqatan re hatin firotin. Gelek zarokên keç an jî jin hatin revandin. Aqûbeta wan nediyar e. Yanî ji kîjan alî ve tu binirxîne yên sax jî hatin kuştin. Ya ku qewimî komkujiyek bû, qirkirinek bû. Ev hemû jî encama polîtîkayan bû. Di demeke bi vî rengî de hem ji bo gelê me ji ber erdhejê seferber bibe û tevlî karên rizgarkirinê bibe, hem jî ji bo dewlet bi hemû saziyên xwe bi artêş, polîs, bekçî tevlî karê rizgarkirinê bibe, bi şer re mijûl nebe, me biryar dan ku çalakiyan rawestînin. Me ev biryar eşkere kir. Biryareke însanî, wijdanî û exlaqî bû. Lê belê dewleta Tirk ji roja destpêkê ve şer nesekinand. Artêşa xwe bi temamî ji bo şer seferber kir. Teknîka xwe ji bo şer seferber kir. Bi balafirên bêmirov gelek herêmên ku çûyîna ji bejahî nepêkan bû dikarîbû keşif bikira û bi helîkopterê tîmên rizgarkirinê bigihanda qadê, alîkarî bida, lê belê ev nekir. Helîkopter hemû, balafirên bêmirov yên bi şer ber bi qada şer ve şandin. Berê artêşê dan qada şer. Şer bi rengekî giran dewam kir. Artêş li ser sînor, li her qadê belav kir. Artêş tevlî karê rizgarkirina li herêmên erdhejê nebû. Polîs tevlî nebûn. Alîkariya hate şandin jî hate astengkirin. Helwesteke bi vî rengî ya dijminane hate nîşandan. Ya rast bi vê biryara rawestandina çalakiyan re rûyê dewletê yê faşîst, qirker, mêtinger, talanker careke din şênber bû. Maskeya li ber rûyê dewletê kete xwarê. Biryara rawestandina çalakiyan bi vî rengî hate wergirtin. Şer ji xwe heta niha jî bênavber dewam dike.

Di rewşa heyî de Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke gelekî girîng. Pêvajoyeke hilbijartinê ye. Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo civaka Tirkiyeyê, ji bo civaka Kurd gelekî girîng e. Bi rastî jî naşibe hilbijartinên beriya niha. Wateyeke xwe ya dîrokî heye. Têkoşîna me ev desthilatdariya faşîst xistiye pêvajoya hilweşînê. Ketiye pêvajoya hilweşînê. Pêvajoya hilbijartinê jî parçeyek ji vê yekê ye. Bi vê pêvajoya hilbijartinê re eger têkoşîneke xurt bê meşandin, têkoşîn bê mezinkirin ev desthilatdariya faşîst wê 14’ê Gulanê hilweşe. Li ser vê bingehê ev hilbijartin xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Weke min got, ev parçeyekî girîng ê vê têkoşînê ye, lewma me biryara rawestandina çalakiyan ji nû ve nirxand. Di pêvajoyeke bi vî rengî girîng de me ev biryar ji nû ve nirxand. Di çarçoveya girîngiya hilbijartinê ji bo gelê me, ji bo gelên Tirkiyeyê, li gorî rastiya dîrokî ya vê hilbijartinê, me biryar da ku biryara rawestandina çalakiyan di vê pêvajoya hilbijartinê de dewam bikin, heta hilbijartinê dibomînin û piştî hilbijartinê rewşê ji nû ve binirxînin. Lewma biryara me ya rawestandina çalakiyan wê di pêvajoya hilbijartinê de dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin û nêzîkatiya xwe bi raya giştî re parve bikin.

Bêguman di vê pêvajoyê de me ev yek dît, wê ji niha û pê ve jî dewam bike. Biryargeha me ya navendî jî daxuyaniyeke girîng da. Ji dema wergirtina biryara rawestandina çalakiyan û vir ve dewleta Tirk a faşîst êrîş zêde kir. Ji çekên kîmyewî heta bi bombeya taktîk nukleer û termobarîk her cûre çekên qedexekirî bi dehan caran, bi sedan caran hatin bikaranîn û têne bikaranîn. Li her derê êrîşan dewam kirin. Ji niha û pê ve jî wê dewam bikin.

Divê helwesteke xurt bê nîşandan

Em ketin pêvajoya hilbijartinê. Li gelek deveran ev êrîş wê dewam bikin. Ji aliyê Rojava ve jî ev rewş bi vî rengî ye. Ji bo Başûr jî, ji bo Bakur jî rewş bi heman rengî ye. Êrîş wê dewam bikin. Ji ber biryara rawestandina çalakiyan divê hêzên me yên gerîla bi ti awayî xwe sist neke, divê gelê me li ti qadê xwe sist neke. Divê bi rengê herî çalak bersiva herî xurt ji êrîşan re bê dayin. Biryara rawestandina çalakiyan li pêşiya vê yekê asteng nîne. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe bi ser me ve tê. Li her derê êrîşên gelekî giran hene, li her derê dewleta Tirk êrîş dike. Li hemberî van êrîşan, li dijî her cûre êrîşan gerîla jî wê şerê herî çalak, têkoşîna herî çalak, berxwedanê bike. Di vê mijarê de wê sistbûn teqez nebe. Lê belê bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de yekîneyên me yên leşkerî yên li bajaran, hêzên me yên leşkerî yên li bajaran wê bi ti awayî çalakiyan nekin. Di pêvajoya hilbijartinê de weke ku min got, ev pêvajoya rawestandina çalakiyan wê dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin.

Ez careke din dixwazim bibêjim, girîng e. Divê hem hêzên me yên gerîla hem jî gelê me banga Biryargeha me ya Navendî girîng bibînin, guh bidin. Li her derê divê amade bin. Ji ber ku ev desthilatdariya faşîst ji bo winda neke wê êrîşan zêde bike. Em baş bi vê zanin. Li hemberî vê jî wê sekn, têkoşîn û berxwedana herî xurt bê nîşandan. Wê bersiva herî xurt bê dayin. Di vê mijarê de wê dudilî nebe. Divê her kes vê yekê bi vî rengî fêhm bike.

Dewam dike…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar