Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Beştaş: Ocalan reçeteya aştiyê ye

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş xwest tecrîda li ser Ocalan were rakirin û wiha got: “Abdullah Ocalan ji bo vî welatî reçeteya aştiyê ye.”

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.

Beşdaş nerazîbûn nîşanî krîza aşiyê da û wiha got: “Hûn jî dizanin carekê 3 milyon û carekê jî 6,5 milyon aşî hat. Hê jî nebûye 10 milyon. Em dipirsin, aşî li ku ne. Dibistan dikin vebin lê hê jî mamoste aşî nebûne”

Beşdaş bal kişand ser zextên li dijî HDP’ê zêde bûne û êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Esenyûrtê û ev tişt anî ziman: “Ev tê wateya astengkirina siyaseta demokratîk. Bi destê polîs û darizandinê dixwazin mûxalefetê di şexsê partiya me de krîmînalîze bikin û derxînin derveyî siyasetê.”

Grevên birçîbûnê û tecrîd

Beşdaş bal kişand ser grevên birçîbûnê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Îro li 107 girtîgehan 2 hezar girtî bi dorvegerî ketine greva birçîbûnê. Ew çi dixwazin? Dibêjin li gorî hiqûqê tevbigerin. Daxwaza sereke çi ye? Bidawîkirina tecrîdê. Tecrîd sûc e, me ev tişt bi milyon caran got. Ev sûcekî li dijî mirovayetiyê ye û îşkence ye. Di heman demê de li girtîgehan jî zext û îşkence didomin. Ev jî sûc in. Em ji Wezîrê Edaletê û desthilatdariyê dipirsin, ma mewzûatên heyî û qanûn ne ji bo hemû girtiyan e? Raporên CPT’ê li holê ye û tecrîd a niha ji Îmraliyê li temamî welat belav dibe. Di 21 salan de Ocalan bi tenê carekê malbata xwe dîtiye. Ev şermeke mezin e. Bi milyonan kesan ji bo Ocalan gotine, ew îradeya min e û diyar kirine ji bo vî welatî reçete ye. Divê dengê çalakgerên greva birçîbûnê were bihîstin. Bersivê bidin û hiqûqa xwe pêk bînin.” ENQERE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar