Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Beştaş: Qeydên 37 hezar hilbijêran hatine jêbirin

Parlamenter Meral Daniş Beştaş diyar kir ku cureyên hîleyên hilbijartinê guherîne û ji bo guherandina encamên hilbijartinê AKP’ê beriya hilbijartinê li 11 bajar û 35 navçeyan qeydên 37 hezar hilbijêran jê birine

Di 31’ê adarê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rêveberiyên herêmî hilbijartina herêmî dê pêk werin. Partiyên siyasî yên ku mafê tevlibûna van hilbijartinan bi dest xistine namzetên xwe aşkera dikin û bi awayekî lez û bez dest bi xebatên xwe yên hilbijartinan dikin. Desthilata AKP’ê ku heta niha roja dengdanê serî li dek û dolaban dida û encamên hilbijartinê li gorî dilê xwe diguherandin, îsal ji niha ve dest bi hîleyên hilbijartinê kirine. Di vê çarçoveyê de li bajar û navçeyên Kurdistanê qeydên bi hezaran hilbijêran jê birine û hilbijêrên xeyalî bi cih kirine.

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ku li Sêrtê van hîleyên AKP’ê tespît kir û xist rojevê, têkildarî hîleyên ku heta niha hatine kirin axivî û agahiyên balkêş da. Parlamenter Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi inîsiyatîfa navenda giştî ya partiya xwe li 11 bajar û 35 navçeyan jêbirina qeydên 37 hezar hilbijêran tespît kirine û îtiraz kirine û wiha got: “Ji bo van 37 hezar hilbijêran me xwest ku lijneyên hilbijartinê lêkolînan bikin. Ji bilî van îtirazên navenda me ya giştî her wiha gelek rêxistinên me yên naçveyan jî îtirazan kirin. Lê ji sedî 95’ê van serlêdanên me ji aliyê YSK’ê ve hatin redkirin.”

Cureyên hîleyan guherîne

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku hêrî zêde hîleyên hilbijartinê li Sêrtê pêk hatine û ev tişt anî ziman: “Li gorî qeydên li ber destê me li Sêrtê di ser 6 hezaran de qeydên hilbijêran hatine jê birin. Dîsa nêzî 3 hezar polîs ji bo ku di hilbijartinê de dengê xwe bi kar bînin li navenda Şirnexê hatine qeydkirin. Her wiha ji bilî navenda Şirnexê li navçeyên mîna Qileban û Beşababê jî gelek hêzên ewlehiyê hatine qeydkirin. Heman pirsgirêk li Îdirê jî heye. Miduriyetên nifûsan ên bajar û navçeyan bi Enqereyê re bi awayekî koordîneyî dixebitin û li gorî fermana wezareta karê hundir tevdigerin.”

Beştaş bi lêv kir ku li Turkiyeyê êdî ewlehiya hilbijartinê tenê bi jimartin û tesnîfkirina dengan bi sînor nîne û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Hîleyên ku heta niha piştî bidawîbûna dengdanê pêk dihatin, êdî bi planên nû yên ku dikarin hevsengiya dengan biguherînin, beriya hilbijartinê pêk tên. Bi kurtasî êdî pirsgirêk ne hîleyên roja hilbijartinê pêk tên pirsgirêk kî li kuderê wek hilbijêr tê nîşandan e.”

YSK bi desthilatê re hevpar e

Beştaş got ku nûkerina kar û barên hilbijêran li piraniya bajar û navçeyan ji aliyê walî û qaymeqaman ve pêk hatine û bi vî awayî qeydên sexte yên hilbjêran hatine çêkirin û bi van gotinan qala hîleyên ku hatine kirine kir: “ Hejmareke zêde hilbijêrên ku di 24’ê hezîranê de bê pirsgirêk dengê xwe bi kar anîne, niha qeydên wan hatine jêbirin. Ev pirsgirêk li bajarên Tirkiyeyê berbelav e. Ev rewş li dijî mafê bijartin û hiqûqa hilbijartinê ye.

Beştaş helwesta YSK’ê ya qebûlkirina dengên bêmohr ên referanduma 16’ê nîsana 2017’an bi bîr xist û bi vî rengî bal kişand ser helwesta YSK’ê ya li dijî van hîleyên ku tên kirin: “YSK bi desthilat, qesr û wezareta karê hundir re xebateke hevpar dimeşîne. Di vê çarçoveyê de ji ber muxalîfbûna wan mafê dengbikaranînê yê girtiyan ji destê wan girt û qeydên hêzên ewlehiyê wek hilbijêr derbasî bajarên Kurdistanê ku HDP lê wan bi hêz e kir.” Beştaş da zanîn ku bi van hîleyan pêkan e ku AKP encamên gelek bajar û naçveyan biguherîne û ji bo ku pêşî li vê yekê bê girtin bang kir ku herkes li dengê xwe xwedî derkeve û dengê xwe bi kar bîne.

Partiyên din paşguh dikin

Beştaş destnîşan kir ku AKP ji ber ku dizane dema herkes bi vîna azad dengê xwe bi kar bîne dê kes dengê xwe nedê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî hîleyên guhertina lîsteyên hilbijêran her wiha AKP ji bo denggirtinê serî li rêbazên mîna bertîl, gef, binçavkirin û tundiyê jî dide. Di vê çarçoveyê de walî, qaymeqam û gelek burokratên dewletê jî xistine xizmeta xebatên xwe yên hilbijartinê. Heke partiyek bi xwe bawer be teqez serî li ewqas hîleyan nade.”

Beştaş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta partiyên muxalefetê yên li dijî hîleyên AKP’ê yên hilbijartinê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li vî welatî em partiya sereke ya muxalefetê ne û bi hêz û baweriya gel dikevin hilbijartinê. Me li dijî van hemû dek û dolaban îtirazên xwe kirine û dikin. Partiyên muxalefetê yên ku li derveyî tifaqa şer mane, dema mijar dibe hîleyên li Kurdistanê dengê xwe dernaxin û rewşê paşguh dikin. Ji bo vê yekê em ji bo pêkhatina hilbijartineke ewle û adilane raya giştî ya demokratîk vedixwînin peywirgirtinê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar