Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Bêtehemûliya dewleta tirk ya dijî kurdan tu sînoran nas nake

Dewleta tirk destûr neda ku parlamenterê Danîmarkayê Soren Sondergaard ê ku di heman demê de çavdêrê Rêxistin Hevkarî û Geşepêdana Aborî (OECD) ye, çavdêriya hilbijartina 14’ê Gulanê bike. Sedem jî ji ber çûye bi HSD’ê re hevdîtin kiriye.

Parlamenterê Yekîtiya Sosyalîst Soren Sondergaard ji televîzyona giştî ya Danîmarkî TV2 re got ku Enqere ew bi “propagandakirina rêxistineke terorîst” tawanbar kiriye.

Hate ragihandin bi hinceta ku ew berê çûye serdana HSD’ê (Hêzên Sûriyeyê ya Demokratîk), Enqereyê pêşiya wî girtiye. Sondergaard got “Rast e ku ez çûme serdana HSD’ê ya ku li dijî DAIŞ’ê şer dike” û diyar kir ew ji vê serdanê serbilind e.

Parlamentera Danîmarkî diyar kir ku OECD bi awayekî fermî giliyê Enqereyê kiriye û got, “Welatek nikare parlamenterên çavdêr, hilbijêrin. Ev tişt hilbijartina li Tirkiyeyê dixe nav gûmanan. Ev tişt nîşan dide ku ew ji niha ve dixwazin hilbijartinan dixwaze têxe bin kontrola xwe.”

Tişta balkêş ew e ku beriya çend salan dewleta tirk bi awayekî fermî bi rayedarên HSD’ê re hevdîtin digir, ev ne sûc bû, kesekî din bi wan re hevdîtin bike sûce gelo?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar