Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Bêtehemûliya li dijî kurdî didome: Kurdî li me qedexe kirin

Ciwanekî kurd ku li Mamaka Enqereyê leşkeriya bi bedel dike bi rêya twîtterê xwe gihand parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu û got ku fermandarê wan axaftina kurdî li wan qedexe kiriye. Gergerlîoglu jî bertek nîşan da û pirsa; ‘Hûn çima ji axaftina bi zimanê dayikê aciz dibin?’ ji wezareta parastinê kir

Êrîş û bêtehemûliya li hemberî kurdî berdewam e. Piştî kuştina welatiyê bi navê Mûrat Sakçi û bi giranî birîndarkirina kurê wî Burhan Sakçi ya ji ber axaftina bi kurdî, yek ji mînakên bêtehemûliya li dijî kurdî jî li Enqereyê rû da. Leşkerekî ku ji parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu re peyam şand da zanîn ku fermandarê wan axaftina kurdî qedexe kiriye.

Palamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu li ser hesabê we yê twîtterê peyameke ku leşkerekî kurd ji wî re şandî parve kir. Gergerlîoglu di parvekirina xwe de Wezareta Parastinê ya Millî etîket kir û pirsa; ‘Çima hûn ji axaftina bi zimanê dayikê aciz dibin?’ kir.

Peyama leşker

Peyama ku leşkerekî ji Gergerlîoglu re şandî wiha ye: “Parlamenterê min ê rêzdar ez niha li Mamaka Enqereyê leşkeriya bi bedel dikim. Fermandarê (boluk) a me ku serpêl e axaftina me ya bi kurdî li vir qedexe kir. Di sala 2019’an de hîn jî zimanê me qedexe ye. REWŞ EV E…!”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi taybeî jî di demên dawî de êrîşên li dijî kesên bi kurdî diaxivin zêde bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar