Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Beth Hartmann: Divê Tirkiye jî wek Îsraîlê were boykotkirin

Yek ji koordînatora Skandînavyayê ya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin Beth Hartmann destnîşan kir ku divê li dijî rejîma apartheîdê ya li Afrîkaya Başûr jî ji bo rakirina tecrîdê jî têkoşîn bê dayîn. Beth Hartmann wiha got:"Tecrîd û çareseriya pirsgirêka kurd divê bê çareserkirin. Divê Tirkiye jî wek Îsraîlê were boykotkirin."

39 meh in tu xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li Ewropayê kampanyaya “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hatibû destpêkirin. Kampanyaya ku li Ewropayê dest pê kir, ji herêmê derket û bû gerdûnî. Di vê çarçoveyê de li welatan komîte hatin avakirin, gelek çalakî hatin lidarxistin û hê jî tên kirin.

Ji rêveberên kampanyayê yên li Skandînavyayê Beth Hartmann li ser mijarê nirxandin kirin.

Tecrîda Îmraliyê bi Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê re hat axaftin

Beth, diyar kir ku li Norwêcê ji bo raya giştî der barê tecrîda Îmraliyê ya ku Tirkiye didomîne ragihînin gelek xebat meşandine û diyar kir ku der barê mijarê de pirsên xwe ji Wezîrê Karên Derve re şandine. Beth got: “Norwêc ji bo piştevaniya Kurdistanê kar dike ku rewşa birêz Ocalan di nav norwêciyan de zêdetir derkeve pêş û em jî hewl didin ku bersivek ji hikûmetê werbigirin. Em niha bi Partiya Sor re dixebitin û wan herî dawî pirs ji Wezîrê Karên Derve kirin, ka dê hikûmet çi bike da ku Tirkiye rêzê li mafên mirovan ên girtiyên siyasî yên li Îmraliyê bigire. Heta niha bersivek nehatiye dayîn, lê tê payîn ku di nav vê hefteyê de bê dayin. Em ji bo zextê li hikûmet û meclisê bikin em dixebitin. Em ji bo daxwaza rawestandina kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî Birêz Ocalan û girtiyên din, dixebitin.”

‘Mafên bingehîn ên mirovan dibin qurbana pirsgirêkên siyasî’

Beth di nirxandina “erêkirinê” ya saziyên navneteweyî yên ku li dijî tecrîdê sê meymûnan dilîzin jî wiha got: “Bêdengiya DYA û welatên Ewropayê di pratîkê de tê wateya erêkirina revandina Birêz Ocalan û teslîmkirina Tirkiyeyê. Bicîanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û berdewamiya hevkariya bi hikûmeta Tirkiyê re, nîşan dide ku mafên bingehîn ên mirovan û hiqûqa gerdûnî ji nedîtî ve tên û girtiyên siyasî ji bo mijarên siyasî yên din û herêmî dikin qurbanî.”

‘Rexne li Ewropayê tê rawestandin’

Beth da zanîn rexne li Ewropayê tê rawestandin û wiha got:” Bi dîtina min welatên Ewropa û DYA’yê bi etîketa Tirkiyeyê ya birêz Ocalan weke ‘terorîst’ bi nav kirin. Ji ber vê sedemê, li hemberî muameleya ku birêz Ocalan û gelê Kurd tê kirin bêdengiyek heye. Rexneyên sazî û dezgeyên navneteweyî li Ewropayê tên rawestandin.”

‘Ji çar aliyên cîhanê gel bertek nîşan didin’

Beth da zanîn gelek kes bertekê nîşanî tecrîdê dide û wiha got, “Norweciya ku bi Kurdistanê re piştevaniyê dike, baş dizane ku Tirkiyeyê alîkariya revandina Birêz Ocalan kir û li girtîgeha Îmraliyê rastî îşkenceyên nemirovane hat. Li hemberî tecrîda li ser girtiyên siyasî û ji ber ku birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzaran re hevdîtinê bike loma jî ji çar aliyên cîhanê gel bertek nîşan didin.”

Avakirina raya giştî û boykot

Beth bal kişand ser raya giştî û boykotê û wiha got: “Li gorî min divê weke dema ku li Afrîkaya Başûr apartheîd pêk hat, ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd jî xebat bên kirin. Divê em jî hewl bidin ku Tirkiye were boykotkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar