Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bêwijdaniya çapemeniya ‘hewûz’ wijdanê civakê birîndar dike!

Medyaya ku alîgiriya AKP-MHP ê dike, di warê pirsgirêka kurd de wek yekeya Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk dixebite. Hevkarên xwecihî yên xwenenas jî alîkariyê didin vê çapemeniya derewkar. Ji bo piştgirî û alîkariya desthilata AKP-MHP ê zext, zor û çewisandinên ku li ser gel û civakê pêk tên, nayên  nivîsandin û ji aliyê medyaya “hewûz” ve rastî tên manîpûlekirin, ji gel û civakê tên veşartin. Dema ku mijar dibe çand, ziman, dîrok û nirx û rûmetên gelê kurd, hemû bi hev re reş girê didin û reşnivîsan dinivîsin, êrîş dikin, heqaretan dibarînin, derewên bi dûv rêz dikin, tometên bêbingeh dikin. Hemû di nava helwest û hewldana reşkirin, biçûkxistin û bêrûmetkirina gelê kurd de ne.

Çapemeniya “hewûz” a ku ji desthilata AKP-MHP ê re biad kiriye, bi vê helwesta xwe ya aligiriya muqtedîran tovên cûdakarî û nijadperestiyê di nava gel û civakan de diçîne.

Bi vê helwesta xwe,  ev çapemeniya bêbext ne wekî ku li welatên demokratîk piştî bi rê ve birin, qanûnsazî û darazê, hêza çaremîn a demokrasiyê ye, wekî alîkariya rûreşiyê, çeka bêîtîbar a destê desthilatdaran kar dike û bi rûreşiya xwe ji aliyê gel ve tê nasîn.

Çawa ku hêzên desthilat bi çekên destê xwe li ser civakê zextan dikin, dixwazin civakê biçewisînin, çapemeniya ku alîgiriya desthilatan dike jî, dibe pêlîstok û amûra destê serdestan û tu cudahiya wê ji çeka destê desthilatan namîne.

Çapemeniya derewkar, bi weşandina nûçeyên xwe yên şaş û derew, tim û tim di nava hewldana xapandin û qanihkirina gel û civakê de ye.

Di warê sorkirina hestên nijadperest de tu sînoran nas nake û her cûre rûreşiyê dike, bi rêya weşana xwe ya durû rantê bi dest dixe û bi vê bêsinciyê xwe zêdetir bi hêz dike.

Bi vî awayî di nava gelan de bingeha şer û lêkdanên navxweyî amade dike û tovê neyartiyê di nava gelan de diçîne.

Çapemeniya azad û alternatîf dike hedef û di encama vê hedef nîşandanê de  kedkarên çapemeniya azad tên binçavkirin, di îskenceyan re tên derbaskirin, bi sedan rojnameger û nûçegihanên çapemeniya azad û alternatîf girtî û di pişt deriyên hesinî de ne.

Ev medyaya “hewûz” a ku ji aliyê desthilata AKP-MHP ê ve hatiye kedîkirin, tê xwedîkirin û xelatkirin, pênûsê wekî amûra şantajê bikar tîne û mîna Şûrê Demoklesê li ser serê gel û çapemeniya muxalîf dihêjîne.

Medya “hewûz” a kedîkirî, alîgir û pêgirtiyên AKP-MHP ê! Gelo hûn dibînin û dizanin ku hûn bi derew û senaryoyên bêbext û tometên xwe her roj wijdanê mirovên bi wijdan birîndar dikin û baweriya civakê ya bi rasteqînî û bêalîbûna çapemeniyê dişkînin û dihelînin!

Divê hûn baş zanibin ku dê ew roj bên û hûn ê hesabê van durûtî û bêbextiyên xwe bidin…

Nûçeyên Têkildar