Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

“Bexçeyê Serokatî” şîn dibe

Jinên ji Edene, Mêrdîn û Şirnexê bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 73’yemîn, şitil danîn.

4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e gerlê . Gelê kurd bi minasebeta pîrozkirina rojbûna û Ocalan her sal çalakiyên cur be cur pêş dixin. Di 4’ê Nîsanê de gelê kurd berê xwe didin gundê Amara yê Pirsûsa Ruhayê û ligel malbata Ocalan rojbûnê pîroz dikin. Di vê rojê de li seranserê Kurdistan û li her dera ku kurd lê heye pîrozbahî tê lidarxistin. Yek ji çalakiyên 4’ê Nîsanê jî danîna şitilê daran e. Bi minasebeta rojbûna Ocalan gelê kurd bi rojan e li her derê şitilên daran diçînin. Îsal jî bi hemû çalakiyan rojbûna  Ocalan a 73’yemîn, li gelek bajaran tê pîrozkirin û şitlên daran tên çandin. Wekî her car di şitildanînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û Rojbûna te Rojbûna me ye” hatin berzkirin.

Gelê kurd bi munasebeta roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 73’yemîn, li gelek bajaran şitil danîn. Di dema şitildanînê de jinan dîsa xwestin ku Ocalan azad bibe. Di vê çarçoveyê de Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê li Taxa Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê li qada keskahiyê şitil danîn. Dayikan, di dema şitildanînê de bertek nîşanî tecrîda li ser Îmraliyê dan û xwestin ku Ocalan azad bibe.

Bi heman boneyê li navçeya Dêrika Mêrdînê jî şitil hatin danîn. Jinên ku ji gundên cuda yên Dêrikê hatine ba hev, ji ewil çûn serdana goristanê. Piştre jî şitlên bi xwe re anîbûn danîn û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Di dema danîna şitlan de jinan hêvî kir ku bibe wesîleya aştî û azadiyê. Bernameya jinan bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê jî bi heman boneyê li navenda Şirnexê li “Baxçeyê Serokatiyê” şitil danîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî beşdarî çalakiyê bû.

“Baxçeyê Serokatiyê” bi danîna 72 şitlan hatibû vekirin û îsal bi danîna şitleke din re ev hejmar bû 73. Di dema danîna şitlan de Îmîr got ku 4’ê Nîsanê ji bo kurdan “roja vejînê ye” û wiha domand: “Dîroka gelê kurd di vê rojê de dîsa hate nivîsandin. Bi milyonan kes li dora felsefeya birêz Ocalan hate cem hev û xwedî li dîroka xwe derket. Em jî bi heman bîr û baweriyê têkoşîna xwe ya azadiyê didin. Roj bi roj em berxwedana xwe xurtir dikin. Gelê kurd ê bindest bi saya birêz Ocalan dîsa derfeta vejînê dît. Lewma jî ji bo me kurdan roja rojbûnê ye. Zarokên me jî bi vê felsefeyê mezin dibin.”

Piştî axaftinan, jinan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û dest bi çandina şitlan kirin. Piştî danîna şitlan jî ji bo Ocalan paste hat birîn. Paste ji hêla zarokan ve hate birîn û di dema birînê de gotin “Rojbûna te pîroz be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar