Tirkiye duh di saetên berê êvarê de li hemberî Hêzên Sînor ên Iraqê êrîşeke hewayî pêk anîbû û 2 jê fermandar 3 leşkerên Artêşa Iraqê kuştibû. Hikûmeta Navendî ya Iraqê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Artêşa Iraqê da.
Hikûmeta Iraqê, ji ber êrîşê Tirkiyeyê şermezar û Serdana Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar a Bexdayê betal kir. Her wiha Iraqê bang li Konseya Ewlehiyê ya Netreweyên Yekbûyî (KENY) kir ku mudaxaleyî êrîşên Tirkiyeyê yên serweriya Iraqê bin pê dikin, bike. BEXDA