Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bêyî îrade, gotin û rengê jinê demokrasî nabe’

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku pêngava ‘Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ ne pêngaveke welê ye ku tenê nerazîbûn bê nîşandan û got ku pêngav di heman demê de avakirin jî di nav xwe de dihewîne

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji bernameya Ulkeden a qenala televîzyonê ya Medya Haber re axivî.

Erzîncan ji bo kampanyaya ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ a bi pêşengiya jinan dest pê kir nirxand û wiha got: “Li pêşberî rewşa mirovahiyê ya trajîk û reşbîn bi hezaran mirov têdikoşin, li ber xwe didin. Divê em ji têkoşîna mirovahiyê, ji berxwedêran, ji yên xwedî hêviya azadiyê, yanî ji xwe gelekî piştrast bin. Divê em xwe li jiyaneke azad, bedew, jiyaneke ku şer, mirin, hilweşandin û komkujî lê nîne bike xwedî. Ji bo avakirina jiyaneke bi vî rengî divê em hîn bi xurtî têbikoşin. Li dijî sîstema modernîst kapîtalîst a heyî, li dijî faşîzmê divê berxwedan hebe. Azadiya şexs bi azadiya civakî ve girêdayî ye. Ji bo takekesiyê ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatibe parçekirin jî hebûneyeke civakî ye. Lewma kampanyaya jinan, têkoşîna me bi vê ve girêdayî ne. Kampanya, pêngavên li dora dirûşma ‘Li Kurdistanê ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ gelekî girîng e.”

Navenda siyaseta demokratîk jin in

Di axaftina xwe de Erzîncan destnîşan kir ku navenda bingehîn a siyaseta demokratîk jin in û wiha domand: “Heta ku jin di nava siyasetê de çalak nebin, bi rengekî bi bandor û rêxistinbûyî tev li nebe dê siyaset demokratîk nebe. Bêyî jinê, bêyî îrade, gotin û rengê jinê demokrasî ji xwe nabe. Bi tevlibûna jinê ya bi rengekî rêxistinbûyî siyaseta demokratîk dikare bê kirin. Lewma feraseta siyaseta demokratîk a ku Rêberê me ji bo vê demê destnîşan kiriye, herî zêde bi vê pêngava jinê dikare bikeve meriyetê. Ev ne pêngaveke welê ye ku tenê di çarçoveya çalakî, nerazîbûn, dijderketinê û rexnekirinê de bê meşandin. Di heman demê de avakirin jî di nava vê pêngavê de heye.”

Divê jin bi hemû hêza xwe xwedî li pêngavê derkevin

Her wiha Erzîncan diyar kir ku pêngava heyî dê di mijarên demokratîkkirina siyaseta li Tirkiyeyê, afirandina destûra bingehîn a demokratîk de bibe pêngaveke mezin û got ku divê pêngav bi rengê siyasî, civakî, aborî, çandî û bi her rengî bê avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê jin bi hemû hêza xwe li pêngavê bibin xwedî.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar