Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Bêyî mueynekirinê derman didin girtiyan!

Girtî Vedat Bektaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûs Mêrsînê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn vegotin.

Bektaş ê ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) di karantînayê de ye, diyar kir ku ew tecrîd di nav tecrîdê de dijîn û got ku rêveberiya girtîgehê bi hestên tolgirtinê nêzî wan dibe.

Bektaş da zanîn ku bersiv ji bo daxwazên wan ên guhertina odeyan nayê dayîn û ev tişt anî ziman: “Mafên me yên civakî hatine sînordarkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêveberiya girtîgehê,  tu gavan navêje. Girtiyên nexweş ên derdixin revîrê, bêyî ku wan mueyne bikin, dermanan didin wan. Dermanên di depoyê de mane didin me. Dîsa di xwarinê de pirsgirêk hene. Di nava xwarinan de, mû, kevir, plastîk û parçeyên rojnameya derdikevein. Xwarinê hindik didin. Ji bo qawîşên hejmara wan 15 kes, xwarina têra 7 kesan bikin didin. Qawîşa koronayê heye. Girtî li wê derê 15 rojan dimînin. Ger di roja 14’emîn de kesek were gel, vê mijarê cardin dubare dikin. Di kantînê de her tiştî biha difiroşin me. Tu bergirtiyên koronayê li girtîgehê nayin girtin.”

‘Hûn sûcdar in’

Her wiha Bektaş destnîşan kir ku piştî diçin nexweşxanê wan dikin karantînayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di bin navê karantînayê de, me didin beşa revîrê. Li vê derê, ne hewadarkirin û ne jî cihê şûştina firaqan heye. Em firaqên xwe di tiwatê de dişûn. Li gel me hevalên me yên bi nexweşiya pençeşêrê hene. Em 5 kes xistine ciheke mîna tecrîdê. Cihekê ku em kincên xwe lê bişûn tuneye. Em qet rojê nabînin. Hewadarkirin tuneye. Av qut dibin. Piştî 2 û 3 saetan tê. Dema ku em van pirsgirêkên xwe ji rayedarên girtîgehê re dibêjin jî, vê carê ji me re dibêjin, ‘We sûc kiriye, hûn sûcdar in. Hûnê tehemûl bikin.’ Em bi her awayî bi binpêkirineke giran re rû bi rû ne.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar