Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Bêyî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pirsgirêka kurd çareser nabe’

Parlamentera berê ya li sirgûnê Nûrsel Aydogan diyar ku pirsgirêka kurd êdî ne tenê ya Tirkiyeyê ye, di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîn, dewletên cîhanê ye û wiha got: “Pêvajoyên Oslo û Îmraliyê nîşan dan ku heta Rêberê Gelan Abdullah Abdullah Ocalan tevlî pêvajoyê nebe pirsgirêka kurd çareser nabe.”

Parlamentera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan diyar kir ku AKP-MHP wê di polîtîkaya neçareserkirinê de nikaribe encamê bi dest bixe û got, “Vegera li pêvajoya aştî û çareseriyê ne tenê ji bo kurdan her wiha ji bo gelên Tirkiyeyê yekane rêya çareseriyê ye.”

Parlamentera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan der barê tecrîd û çareseriya pirsgirêka kurd de axivî. Nûrsel Aydogan diyar kir ku ew alîgirê aştî û çareseriyê ne, ji bo vê têdikoşin û got, di rewşa heyî de haya wan ji zehmetiya têkoşîna aştî û çareseriyê heye. Nûrsel Aydogan ragihand ku di demekê de ku hevkariya AKP, Ergenekon, MHP û şirîkên wan ên din dewam dike, bendemayina li çareserî û aştiyê zehmet e û got, “Pirsgirêka kurd êdî ne tenê ya Tirkiyeyê ye, di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîn, dewletên cîhanê û ya wan hemû hêzan e ku hesabên xwe li ser Rojhilata Navîn heye. Em timî vê yekê destnîşan dikin; ya ku meseleya kurd çareser bike û aştiyê pêk bîne, hêza gel bi xwe ye. Bêguman faktorên derve û hêzên derve jî hene; ew jî girîng in. Têkoşîna gelê Kurd, dostên wan, hêzên çep sosyalîst û demokrasiyê wê diyarker be.”

Nûrsel Aydogan destnîşan kir ku êdî li çar aliyên cîhanê mirov û hêz zanin ku divê ev pirsgirêk bê çareserkirin; divê ev yek ji aliyê Tirkiyeyê ve were dîtin û got, “Hem pêvajoya Oslo hem jî ya Îmraliyê nîşan da ku bêyî Îmraliyê, bêyî tevlîbûna Birêz Ocalan a li vê pêvajoyê mesele çareser nabe. Lê belê di vê mijarê de paşdeçûyînek heye. Rabirdûyê bi temamî red dikin û dixwazin li ser vê redkirinê pêvajoyeke nû biafirînin. Bi dîtina min hevkariya AKP-MHP û Ergenekonê wê nikaribe ji vê yekê encamê werbigire. Vegera li pêvajoyeke aştiyê û çareseriyê ne tenê ji bo kurdan her wiha ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo welatekî ku aboriya xwe xera bûye û mirovên wê bûne mirovên herî nearam, yekane rêya rizgariyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar