Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bêyî rêveberiya xweser nepêkane ku destûra bingehîn bê amadekirin’

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Yihya got ku bêyî rêveberiya xweser nepêkane ku li Sûriyeyê destûra bingehîn bê amadekirin. Yihya da zanîn ku armanca wan ew e ku pergala rêveberiya xweser li temamiya Sûriyeyê belav bikin

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Enwer El Yihya li ser hewldanên amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê ji ANHA’yê re axivî. El Yihya anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîneke baş der barê forma destûra nû û hevdîtinên li Cenevreyê pêk hatin de, diyar kiriye.

Enwer El Yihya girîngiya beşdarbûna nûnerên rêveberiya xweser a ji destûrê re anî ziman û wiha got: “Rêveberiya xweser beşeke mezin a ji welatiyên Sûriyeyê ye û hemû pêkhateyan dihewîne. Destûr hevpeymaneke civakî ye. Divê hemû pêkhate di amadekirina wê de cih bigirin. Tevlêbûna rêveberiya xweser jî şertek e. Ev yek di biryara Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya bi hejmar 2254’an de heye ku destûr bi destê desteyên muxalefeta Sûriyeyê, rejîma Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku beşdarî dika Qahîre û Moskovê bûn, were nivîsandin.”

Astengiya li pêşiya rêveberiya xweser

Yihya destnîşan kir ku beşdarbûna rêveberiya xweser a destûra Sûriyeyê hewcehiyeke û wiha derbirî: “Ya ku li pêşiya rêveberiya xweser bûy kelem, lihevkirinên li Cenevreyê yên têkildarî destûrê bûn. Ji ber ku hemû pêşniyar ji hêla muxalefetê ve ku girêdayî dewleta tirk e hatin kirin. Rewş guheriye û dewleta tirk di krîzê de ye. Bi taybet jî piştî lihevkirina ser sînor. Niha di mijara Cenevre û amadekirina destûra Sûriyeyê de tu astengî li pêşiya rêveberiya xweser û MSD’ê nînin.”

Ji bo belavkirina pergala xwe dixebitin

Herî dawî jî El Yihya wiha got: “Em dixwazin modêla rêveberiya xweser ku pireng û nenavendî ye, bibe pergala Sûriyeya nû. Ji bo ku ev pergal li temamiya Sûriyeyê belav bibe em dixebitin. Bêyî tevlêbûna rêveberiya xweser nepêkane ku destûrek bê amadekirin. Divê destûra nû nûnertiya hemû pêkhateyên gelên Sûriyeyê bike.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar